Pênc pirtûk û nivîskarek

Pênc pirtûk û nivîskarek

Îkram Oguz

Nivîskar Wezîrê Eşo, pirtûk jî Îtbarî, Tosinê Ûşan, Sîber, Qirme û Hosta Hovannes e…

Dîrok, bi rûyê xwe yê fermî çîroka serdestan e û di wê çîrokê da bindest jî, mirovahî jî cîh nagre.

Lêbelê rûyek wê yê din jî heye, ku ew jî çîroka rastîya jîyanê ye. Di wê dîrokê da êş û jan, xwîn û girî, komkujî û koçberî, ken û henek, şahî û serkeftî jî cîh digrin.

Lehengên wê dîrokê zêde û bênav in. Ew, dê û bav, xwîşk û bira, xal û xwarzî, ap û birazî ne.

Loma di zarê dengbêjan da, dibe stranên mêranî û mêrxasîyê û diherike…

Di vegotina çîrokvanan da, dibe destanên li ser evîn û evîndarîya keç û xortan…

Di nav rûpelên defterênhelbstvan û nivîskaran da dixemile, dibe helbest û roman.

Dîrokzanbi çavên xwe,li rût û tazîbûna bûyerên di dîrokê da qewimîne, dinihêre, wêjêkar rûyê neynûkê dide dîrokê ûêş û jan a dîrokê, bi evîn û evîndarîya lehengên wê va diteyîsîne.

Jiber ku, dîrokzan bi jimar û bûyerê ra, wêjekar bi xemla jîyanê ra mijûl e.

Ji wan kesên ku çîroka bav û kalên xwe, herwiha dîroka gelê xwe bi xemla jîyanê va nivîsîne, ji wan yek jî Wezîrê Eşo ye.

Loma, berî pênc pirtûkên wî, divê mirov berê Wezîrê Eşo nas bike, ku ew kî ye?

Nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo, di sala 1934 li Tiblîsa paytextê Gurcîstanê hatîye dinê. Bav û kalên wî di destpêka sedsala 20an da ji Zêdkakoçber bûne, ku Zêdka nuha bi navê Eleşsgirtê navçeyek girêdayî bajarê Agirîyê ye…

Di sala 1953an da li paytextê Êrmenîstanê li Zanîngeha Erîvanê dest bi xwendina fakulteya dîrokê dike. Di navbera salên 1958-61ê da wek rêvebirê dibistana Gundê Pampê dixebite. Di navbera salên 1961-63an da li bajarê St. Petersburgê li Enstîtûya Rojhilatzanîyê li ser dîroka Kurdistanê lêkolînê dike.

Ji sala 1964an heta sala 1983ê wek redaktör, di radyo, televizyon û çapemenîya Ermenîstanê da dixebite. Di navbera salên 1983-94an da jî karê redaktorî û wergerîyê di Radyoya Êrîvanê da tîne cîh. Bi hezaran gotarên wî di rojnameya Rîya Teze û di rojname û kovarên Ermenîstan û Rusyayê da hatine weşandin.

Di sala 1991î da bi xelata Yekitîya Nivîskarên Ermenî û Seksîyona nivîskarên Kurd ya bi navê Erebê Şemo tê xelatkirin.

Piştî hilweşandina Sowyetê Wezîrê Eşo jî mîna bavê kalen xwe, ji cîh û warên ku lê mezin bûye, koçber dibe. Di roja 23ê Berfanbar a 2015an da li welatek xerîb, li bajarê Brûkselê koça xwe ya dawîyê dike.

 

Pirtûka Yekemîn: Îtbarî

Mijara pirtûkê koçberî ye, çîroka koçberîya Kurdên Êzdî yên li Gurcîstan û Ermenîstanê.

Dem, destpêka sedsala 20an e. Du dewletên mezin, Osmanî û Rûs di nav şerek demdirêj da ne û qada şer jî Kurdistan e. Gor encama şer, gund û bajarên Kurdan bi caran dest diguherînin, ger dikevin bi desthilatîya Rûsan, ger dikevin bi desthilatîya Osmanîyan. Herdu dewlet şerê hev dikin, mixabin Kurd di nav xwînê da dimînin, tên kuştin û birîndar dibin. Ji bêçaretîyê,mal û milkê xwe li paş xwe dihêlin û ji warê bav û kalen xwe koçber dibin.

Nivîskar jî di vê pirtûkê da rabirdûya hemû Kurdên Êzdî yên ku di destpêka salên 1900î da ji gundên derdora Qersê revîyane û xwe avêtinê Ermenîstan û Gurcîstanê vedibêje.

Ji devê meta bavê xwe Meyane, çîroka koçberîya mala Hûtî Begê tîne ziman, ku Hûtî Beg kalikê nivîskar e. Meyane jî di dema koçberîyê da keçikeka piçûk e û bi malbata xwe ra dikeve serê rê û dirban. Rû bi rû tî û birçîbûnê dibe, zarokên ku di Ava Reş da dixeniqin, bi çavên serê xwe dibîne. Di derbarê wê demê da wuha dibêje:

„Welat çetin e, destê merîya jê nabe. Li ser axa me şer û pevçûn kêm nedibû. Em bêçare man û me xwe avêt serê çol û çîyan. Li pêşberî me Ava Reş rê li ber me digirt, li paş me jî Roma Reş berî me dida. Ava Reş jî mîna qedera me reş diherikî. Di derbasbûna ji avê da gelek zarok, jin û kalemêr di Ava Reş da xeniqîn û di rodaçûn.”

Yên ku ji Roma Reş xilas dibin û ji Ava Reş derbas dibin, berê xwe davêjin bajarê Gumrî yê, ji wir jî derbasî Axbaranê dibin, ku wê demê li Axbaranê 12 gundên Êzdîyan hebûne û ew jî ji berê da hatine li wir bicîh bûne.

Malbata Hûtî begê jî li Axbarênê bicîh dibe û ji nû va dest bi jîyana xwe ya li koçberîyê dike. Di derbarê jîyana xwe ya nû da vebijerê çîrokê Meyane wuha dibêje; „Koçber ne tenê welatên xwe, di dema koçberîyê da hemû tiştên xwe jî wenda dikin… Mîna Hûtî Begê bavê Eşo û sîwarê Têro…“

 

Pirtûka Duyemîn: Tosinê Ûşan

Mijara pirtûkê, di kesayetîya Tosinê Ûşan da nirxandina pergala kolxozîyê ye.

Lehengê romanê Tosinê Ûşan,mirovekî navsele, kesekî bêxwedî,gundîyekî bê mal û milk e. Jiyana Tosin û jina wî Zeynê bi şivantî û xizmetkarîya li gundên Kurdan yên li ser bajarê Rewanê derbas dibe. Êdî çi tê serê wan, ew û jina xwe Zeynê,rojek ji rojên germa havînê, di meha Hezîranê da radibin,berê xwe didin gundekî din û ji xwe ra li cîh û warek nû digerin.

Gund, gundê Kurdan e, Apê Ûsiv jî dewlemendê gund, xwedî kerîyên pez û dewar e. Dema ku Tosin û Zeynê tên nava gund û halê xwe ji gundîyaran vedibêjin, gunehê Apê Ûsiv bi Tosin û Zeynê tê û derê mala xwe ji wan ra vedike.Cil û nivîn, nan û av dide wan û wan di mereka xwe da bicîh dike. Tosin herçiqas Kurd be jî, kes nizane ji kûderê û ji kîjan êl û eşîrê ye. Jiber ku Tosin bixwe jî nizane ew kî ye. Tene dizane, ku nave bavê wî Ûşan, loma ji wî ra jî Tosinê Ûşangotine.

Hemû sermîyanê Tosin çoyê destê wî ye û ew bi saya Apê Ûsiv li gund bi cîh dibe. Tosin dibeşivanêgund, jina wî Zeynê jî di nav malên gûndîyan da xulam û xizmetkarîyê dike.

Çend sal şunda, rojek ji bo damezrandina pergala kolxozîyê, ji bajarê Rewanê heyetek tê gund. Bi hatina heyetê ra pergala gund ser û binê hev dibe, rewşa gund û gundîyan ji binî va tê guhartin.

Heyet, berê bi gundîyan ra dicive, rewşa gundîyan gor sê xalan tasnîf dike.Gor wê tasnîfê Apê Ûsiv dewlemend, Tosinê Ûşan feqîr û xizan, gundîyên din jî di hale xwe da ne.

Heyet, gor pergal nû, Tosin wekî batrak (feqîr û xizan) binav dike û li hizûra gundîan jê ra dibêje: “Tu ji îro şûn vadi vî gundi daçav û guhên dewleta Sowyetê yî, ji ber ku dewleta Sowyetê dewleta karker û xebatkaran, dewleta feqîr û xizanan e…”

Pergala kolxozîyê li gund saz dibe, Tosin jî ji wê rojê şûn va ne tenê çav û guh, dibe hertiştê dewletê û serenca wî ya bi gundîyan ra dest pê dike.

Ji bilîçoyê Tosin, êdî sermîyanek wî yê din jî heye, ku ew jî, Heval Stalîn e…

Şev û roj, radibe û rûdinê, ji gundîyan ra pesnê Stalîn dide; “Bijî bavê me heval Stalîn…” dibêje û vê hevokê bi gundîyan dide gotin.

Rojek gundîyek ji Tosin ra dibêje; “ger ez jî yekî mîna te dîn bim, bi saya Stalîn bibimçav û guhên dewletê, sere min bilind bibe û li ezmanan bikeve, ezê wî bikim bav jî bira jî…”

Piştîdanînapergala kolxozê û bi fen û fûtên Tosin va, Apê Ûsiv ê ku ew di xanîyê xwe da bicîh û star lê kiribû, wek kulak tê tawanbarkirin û bi malbata xwe ra ji bo Sibirîyê tê sirgûnkirin.

Tosin jî di gund da dibe çav û guhê dewletê û bi qedera gundîyan ra dilîze. Ji kê biqahire, gilîyê wî dike û dide sirgûnkirine.

Tirs û xofa ji Tosin dikeve dilê gûndîyan ûsedem wê tirsê gundî ji jinên xwe jî dikevin şikê û li cem wan jî di derheqê Tosin da gotinek xirab nakin…

Gundî herçiqas ji pergala kolxozîyê razî nebin jî, ji tirsa Tosin û dewletê dengê xwe bilind nakin. Tenê di nav xwe da, gilî û gazinên xwe dikin û ji hev ra dibêjin; “tenê maye ji me ra

bibêjin, ka em çava herin nav cîh û nivînên xwe ûbi çi rengî bi jinên xwe ra razên…”

Nivîskar di vê pirtûkê da pergala, bi bûyerên jîyayî dinirxîne û nirxandina xwe jî bi qirf û henekên va dixemilîne.

 

Pirtûka Sêyem: Sîber

Mijara pirtûkê, jîyana civakî ya Kurdên Êzdî yên li Gurcîstan û Ermenîstanê ye.

Lehenga romanê qîzeka bedew û nazenîn,Sîber e.

Nivîskar, di kesayetî û kurtejîyana Sîberê da adet û tore, şîn û şahî, cil û berg û nêrînên Kurdan li ber çavan radixîne û bi tomarkirina di nav vê pirtûkê dawan ji wendabûnê diparêze…

Sîber qîzeka bedew û nîvbajarî ye.Zarokatîya wê li bajarê Tiblîsê û bi xwendina dibistanê derbas bûye. Rojek ji rojan rêya xortekî ji gundên nêzîk, bi gundê mala bavê Sîberê dikeve. Navê xort Temir, Temir jî xortekî perwerdekirî û di kolxoza gundê xwe da xebatkar e. Dema ku Sîberê dibîne, bi bedewîya wê ra heyr û hijmekar dimîne. Vedgere gund, ji dîya xwe ra qala Siberê dike û demek şunda jîbavê wi wekxwezgînîberê xwe dide mala bavê Sîberê. Bavê Sîberê mirovekî nîvbajêrî û zana, bavê Temir jî mirovek gundî, kevneperest û çavnebar e.

Bavê Temir, Xudo, herçiqas bibe xwezgînî jî, bêdil e û li dijberî zewaca Temir a bi Sîberê ra ye. Ew, sedem xwendin û nîvbajêrîya Sîbêrê, wê layiqî mala xwe nabîne. Jibo ku Temir û Sîber negihîjin mirazê xwe, çi ji destê wî were, dike. Mixabin bi ser nakeveû gor nerazîbûna wî Temir û Sîber diziwecin û daweta wan tê kirin.

Edetê Kurdan e. Xinamîtîya Kurdan, bi hezkirin û kêfxweşîyek jî dest pê bike, heta roja dawetê bi qilûlikên kêm û zêde ya jî bi pirsgirêkên piçûk didome. Piştî roja dawetê, dawî li hezkirin û kêfxweşîyê tê û nayartîyî dest pê dike.Ew neyartîya ku bi taybetî malbata zavê bi yekalî didomîne, heta bûk û zava ji mal cihê nebin, naqede…

Xido yê bavê Temirjî wusa dike. Piştî dawetê jînêrîna xwe naguherîna û pêsîra Sîberê bernade.Jibo ku Sîber, ji Temir veqete û vegere mala bavê xwe, hemû kar û barê malê bi Sîberê dide kirin. Şîrê ku Sîberê ji dîya xwe mijîyaye, di pozê wê da tîne. Bi der û cînarên xwe ra di derheqê bûka xwe da qilûlikan dike. Dema ku cînar pesnê bedewî û zanebûna Sîberê didin, wê gavê jî hêrs dibe û ji wan ra dibêje; „Bedewî û zanebûna wê ji min ra çi, ger ku nizanibe mîh û çêlekan ji min ra bidoşe…“

Sîber xirabîya ku ji xezûr û xwesîya xwe dibîne, roj bi roj dihele û ji jîyana xwe bêzar dibe. Mixabin ew jixwe zêdetir, dê bavê xwe difikire, jibo ku navê wan xirab neke, di ser wan da venagere. Lêbelê jîyan li ber çavên wê reş dibe, roj tê, ji bêçaretîya xwe, di nîvê şevekê da radibe, di kuncikê axur da weris davêje qirika xwe û xwe dixeniqîne. Bi mirina Siberê ra daxwaza Xido yê xezûr tê cîh, lêbelê mirazê bûk û zavayê dest bi hine di nîvî da dimîne…

 

Pirtûka Çaran: Qirme

Mijara vê pirtûkê, di destpêka avakirina pergala sosyalîzmê da, civaka Kurdên Êzdî ye.

Lehengê romanê xortekî Kurd, Tîtal e.

Tîtal mîna navê xwe xortekî bedew, xortekî perwerdekirî û zana, serokê komsomola gund, evîndarê sosyalîzmê ûheyr û hijmekarê Stalîn e. Şev û rojên wî bi kar û xebatê ji bo serkftina komsomolê derbas dibe. Bi zanebûn û serkeftîya xwe, di navçeyê da nav û dengê wî belav dibe. Ji bilî xebata ji bo serkeftina sosyalîzmê ne zewacê difikire, ne jî qîzên derdora xwe dibîne û li wan dinihêre. Hevalên wî di dizewicin, dibin xwedi zar û zêç, lê gor der û cînaran Tîtal di malda mayî ye. Heta sedem wê yekê hinek di derbarê mêranîya wî da qilûlikan derdixin, ku ew qilûlik heta guhê wî jî tên.

Rojek bi çûyîna xwe ya Tiblîsê ra çavê Tîtal li qîzeka bajarî dikeve û pê ra jî jîyana wî tê guhartin. Navê keçikê Gezo ye. Bi dîtina yekamcar va xwîna Gezo û Tîtal li hev dikele. Bejn û bal û bedewîya Gezo hiş û aqilê Tîtal ji serê wî dibe û sermest dike. Gezo jî qasî bedewîya xwe keçikeka xwenda û zana ye. Tîtal bi alîkarîya dotmamek xwe Gezo nas dike û di hevdîtina xwe ya ewil da daxwaza zewacê lê dike. Bi erênîya Gezo ra,dê û bavê Tîtal dibin xwazgînîyê Gezo û wê ji Tîtal ra dixwazin û daweta wan dikin. Gezo ya li bajarê Tiblîsê mezin bûye û xwendîye, dibe bûka gund û di demeke kin da wek keçikeka di gund da mezin bibûye, hemû kar û barê gundîtîyê hîn dibe û dike. Qasî nav û dengê Tîtal, bedewî û jêhatîbûna Gezo jî di gund û herêmê da belav dide.

Dema ku gundî qala Gezo dikin, bi heyr û hijmekar pesnê wê didin û dibêjin; „Bukeka pê û par e, li bajêr mezin bûye, lê hemû karê gundîtîyê ji qîzên gundan baştir dike. Ev hemû huner û jêhatîbûna wê jî ji xwendina wê ye…“

Bedewîya Gezo û serkeftîya Tîtal a di xebata komsomolê da li navçeyê jî tê qisedan. Rojek Koçaryan ê serokê partî û saloxgerî ya navçeyê tê gund û di dawetekê da Gezo dibîne, bi dîtina wê ra matmayî dibe. Jibo ku Gezo ji nêzîk va bibîne û pê ra biaxife, Koçaryan destê Tîtal û Gezo digre, bi wan ra dikeve govendê û direqise. Govend diqede, lê bedewî û bejn û bala Gezo ji ber çavê Koçaryan naçe. Loma Koçaryan ji wê rojê pê va, li wendakirina serê Tîtal digere.

Tîtalê ku ji bo serkeftina sosyalîzmê û Stalîn serê xwe dide, Koçaryan bi fen û fût,wî berê bi dijminatîya rejimê va tawanbar, dûra jî sirgûnî Sibîryayê dike.

Gezo ducanîye, piştî wendakirina Tîtal diwelide û lawek jê ra dibe. Ji bo bîranîna mêrê xwe, navê lawê xwe jî Tîtal lê dike.

Ji bo ku nêzikî Gezo be, Koçaryan wê ji bo serokatîya kolxoza gund pêşnîyar dike. Gezo dibe serokê kolxozê, lê Koçaryan nagihîje mirazê xwe. Gezo heta dawîya emrê xwe, wek jineka bî, li ser Titalê lawê xwe disekine û bi keda enîya xwe wî mezin dike…

 

Pirtûka Pêncan: Hosta Hovhannes

Mijara pirtûkê, çîroka li ser hevaltîya Ermenîyekî û Kurdekî Êzdî ye.

Kurd, bavê nivîskar Eşo yê Hûtî, Ermenî jî hosta û çêkerên dîwaran Hovannes e.

Eşo yê Hûtî Kurd û koçberek ji herêma Serhedê, Hosta Hovannes jî Ermenî û koçberek ji Ermenîyên Îranê ye. Eşoyê Hûtî li gundê Pampê, Hosta Hovvanes jî li Humamlîyê, ku nuha jê ra Spîtak dibêjin, bicîh bûye. Cara yekem ew di sala 1934an da hevdu nas dikin. Hosta Hovannes ji malbata Eşo ra du odeyên bi pencere çê dike, hevaltî û dostanîya wan jî ji wê demê va dest pê dike. Dem tê Eşo ji gund koçberî Tiblîsê dibe, xanî yê ku ji alî gundîyan va wek îstasyon tê binav kirin, jihev da terin û xirab dibin. Zarokên Eşo mezin dibin û dizevicin, dûra dixwazin ji xwe ra li gund havîngehan çê bikin. Ji bo vê yekê Eşo vedigere gund û dixwaze xanî, bi destê Hosta Hovannesê hevalî wî were çêkirin. Mixabin Hovannes êdî kale û ji zû va dest ji çêkirina xanîyan berda ye. Ji lawên Eşo yek Şîralî li Spîtakê doxtor e û Hovannes ji nêzîk va nas dike. Li dijberî daxwaza bavê xwe derdikeve û dibje, “ew nikare ji cîhê xwe ra be, lê ewê çawa kevirên giran ji erdê rake û pê dîwar çê biek…” Eşo, “ew birayê min e, daxwaza min naşkîne û ew ê were dîwarê mala min bi destê xwe çê bike…” dibêje û bersiva lawê xwe dide.

Di encamê da gotina Eşo rast derdikeve û Hosta Hovannes bi wê kaltîya xwe tê û xanîyê birayê xwe bi destê xwe çê dike…

Ji bo pirsa Şîralî yê ku lawê Eşo û doxtorê wî ye, bersivek wuha dide; “Şîralîyê min Eşo yê birayê min ji rêyeka dûr hatîye û daxwaza çêkirina xanî li min kirî ye, ez ê çawa wî bîşkînim û daxwaza wî di cîh da bihêlim…”

Nivîskar, bi hevaltîya bavê xwe û Hosta Hovannes rava dide ku, mirov bi kesên ji heft bavan dûr, heta bi kesên ji miletek cûda ra jî dikare bibe heval û bira, bes ku ji hev ra durust û dilsoz be…

Hevaltîya Eşo yê Hûtî û Hosta Hovannes jî hevaltîyek ji biratîyê jî nêzîtir bûye û dibe ku ji sedemên wê hevaltî û dostanîya ji dil, yek jî ev hevparîya wan, koçeberî, be.

Wek gotina dawîyê ez dikarim bibêjim, her sê roman û du novelên Wezîrê Eşo jî hêjayî xwendinê ne.

Jiber ku mirov di her pênc pirtûkan da jî, hemû xalên jîyana Kurdên Êzdî yên ku, li Gurcîstan û Ermenîstanê jîyane, li ber çavan radixîne. Ew jîyana ku bi koçberîyaji herêma Serhedê dest pê kirîye û di nav welatên Sowyetê û 70 sal di bin pergala sosaylîzmê da derbas bûye, piştî hilweşandina sosyalîzmê jî careke din rû bi rû koçberîyê maye, bi berfirehî dibîne…

Jiber ku zimanê nivîskar zelal û paqij, vegotina wî jî bi qalibên Kurdî xemilandî û herikbar e.

Loma, mirov ji dewlemendî û ahengîya ziman tahma xwendinê digre û bi lehengên pirtûkan ra dibe heval û hevpar. Bi êş û jana ku wan kişandîye ra xemgîn, bi serkeftinên wan ra jî dilşa û bextewar dibe…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev