LO ŞEKIRO

LO ŞEKIRO

Abdurrahman Benek

Li gor salixdana Apê Husên, salê wî sed û deh in. Lê hîn li ser xwe ye. Gepalê di destê xwe de wek aksesuwarekî bikar tîne. Bê gepal jî wek xortekî dimeşe. Hele ku ez dîtim, ew bêrawest merdîwenê tîk hilkişîya û xwe gihande ser banî, ez ketime şikê. Min got, “Apê Husên salê min ne pênce ne ez zor hildikişim, tu çawa…” kenîya. Piştî kenê xwe bona sed û dehsalîya xwe îspat bike çend bûyerên dîrokî vegotin. Min bi wî û salên wî bawer kir. Çima nekim? Her xwarineke organîk ya berê, hewa xweş û paqiş, jîyaneke bê stres û dûrî hezar qisawetên başaran… Mirî sax dibin ne ku sax bimirin.

 

Apê Husên Demîrtaş li gundê Bahwar yê Mîdyadê dijî. Gundekî mezin û kevn e. Li herêma Tor Abdînê ye, ku ji Mîdyadê ber bi Hezexê ve diçî, piştî bîst kîlometre gundê Bahwar dertê pêşberî te.

 

Kalemêrê xweşsuhbet têra xwe gerîyaye jî. Di tûrikê wî de gellek mesel û meselên, dîrok û çîrokên, serborî û serpêhatîyên ro nedîtî hene. Ji wan yek; lo Şekiro.

 

Min ji Apê Husênî sed û deh salî guhdarî kir. Ev bûyera rast qewimî ye. Ka em guhê xwe bidine Apê Husên: “Berê li vê mintiqê, şekir tunebû. Şekirê ku îro em davine çaya xwe. Feqet li binxetê yanê li Sûrîyê hebû. Kesên ku bi rêya qaçaxiyê diçûn û dihatin, carna şekir dihanîn. Îjar pirr jî biha bû, ma bi destê kê diket…

 

Li gundekî cîran şeş mêr têne cem hev. Derdê wan ji binxetê şekir anîne. Lê çawa? Camêrek fikreka ku nayê hişê şeytên davêje ortê. Devê hemûyan li hember wê plana şeytanî vekirî dimîne.

 

Şeş gundî radibin ji Serxetê berê xwe didine Binxetê. Ne bi qaçaxî, ji derîyê sînor derbasî Sûrîyê dibin. Diçin li cem necarekî darbesteke (tabût) xwe çêdikin. Li sûkê qasî ku ji darbestê hiltê şekirê xwe jî dikirin. Tên nêzîka sînor, şekirê xwe dikine darbestê. Ku saxlem bizmarê xwe di textê ser darbestê de kutan şunda, bi paçekî kesk yê ser ayet hene darbesta xwe xweşik dipêçin. Çar camêr dikevine bin darbestê. Yek li pêş û yek jî li paş, darbesta li ser çar milên camêra têne ber derîyê sînor. Helbet ku dengê wan dikeve menzîla guhên peywirdarên li ber sînor, her şeş bi hev re şîna xwe dikin.

 

”Lo Şekiro te em tenê hîştin. Rebeno dûra mala xwe mir. Lo Şekiro…”

Peywirdar pêşîyê fatîha xwe dixwûnin û dûra dipirsin; ”mirî kî ye, çi ye, li ku mirîye?” Yek dibêje pismamê min e, yê din dibêje kurxalê min e… her yek tiştekî dibêje bi kelegirî. Peywirdar xemgînîya xwe nîşanî wan didin û oxir dikin. Bi vî awayî şekirê xwe sax û selamet ji sînor derbas dikin.

 

Pişti çend hefta careke din ew şeş gundî diçin Sûrîyê, şekirê xwe dikirin, dixin nav darbestê, tên ber sînor û dest bi şîna xwe dikin; ”lo şekiro, bextreşo şekiro, rebeno şekiro…”

 

Vê carê jî bi selametî şekirê xwe ji Binxetê derbasa Serxetê dikin.

Ji ser sefera duyem re du hefte derbas dibe an nabe şeş camêrên dev tehmijî bi heman awayî diçin, darbesta xwe tije şekir dikin û li ser milê wan tên derîyê sînor. Dest bi ”lo şekiro, lo şekiro” dikin. Ev şîna wan bala peywirdarekî dikişîne. Dibêje, ”serê we sax be. Navê rehmetî çi bû?” Ji wan yek dibêje, ”kurapê min bû, navê wî Şakir bû, me jêra digot Şekir. Pirr mirovekî şêrîn bû. Loma me…”

 

Peywirdar gotina wî dibire; ”Xwedê lê were rehmê. Çend hefta berê jî Şekir”ekî we mir ne wisa?”

Ji şeş camêran yek dibêje; ”erê wele, ew jî Şekir bû.”

Peywirdar; ”heyran, navê mirîyên we hemû Şekir in. Hele textê ser tabûta xwe rakin em rûyê rehmetî bibînin.”

 

Her şeş çiqas xwe virda wêda ba didin jî fayde nake. Mecbûr dimînin devikê darbestê vedikin.

Peywirdar ku di darbestê de şekir dibîne dibêje: ”heyran, we Şakirê xwe kirîye şekir. Em ê niha li tazîya wî çaya bi şekir vexwun.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev