Fenomenalîzm (Phenomenalism)

Fenomenalîzm (Phenomenalism)

1- Fenomenalîzm (phenomenalism): Nêrîna empirsîst a ku dibêje zanîn, bi tenê zanîna (bilgi, knowledge) fenomena ye. Fenomen jî derbarê nesneyan de ew girêdanîyên (têkilî) mantiqî ne, ku bi rêya daneyên sehekî pêk tên. Li gor vê nêrîna empirîst, temamîya zanînên me yên derbarê cîhana der de, bi rêya serhatîyên me yên sehekî pêk tên û bi vî hawî, têne veguhastin. tr: fenomenalizm / fr: phénoménalisme / al: phänomenalismus

 

2- Feodalîzm (feudalism): Pergala civakî (social system) û aborî ya ku li Ewropaya Rojava derketiye holê û di temamîya Serdama Navînî de, bandor û serwerîya xwe berdewam kiriye. Taybetîya feodalîzmê a herî berbiçav ew e ku xwe spasrtîye hêza berhênerîya (üretim, production) çandinîyê. Li gor têgihnasîya (terminology) Marksîst, piştî dewr yan jî pergala koletîyê (slavery) derketiye holê ku piştî dewra feodalîzmê jî, dewra yan jî pergala kapîtalîzmê derketiye holê. Di vê pergalê de, desthilatîya began (derebeyi, senyor) hebû ye û çîna ku jê re serf yan jî vassal dihate gotin (sazûmana serfîtîyê), di bin desthilatîya began de bûye. Di vê pergala civakî de, hêza dewletê yan jî em bibêjin hêza rêvebirîya navendî (merkezi sistem), ne zahf zêde ye û hêza hukumdaran, ji aliyê zadeganan (esilzade, malmezin, beg) ve dihat vesînorkirin. Herweha di vê pergala civakî de, meriv nikare behsa bazara hevpar (ortak pazar, common market, marché commun) jî bike, ku yekîtî û ahenga civakê, ji qanûnan zêdetir xwe dispêre têkiliyên şexsî. tr: feodalizm / fr: féodalisme / al: feudalismus

 

3- Ferio: Di mantiqa klasîk de, navê qalibeke qiyasê (berhevî, tasım) a ji şeklê yekem e. Di vê qiyasê de pêşniyarîya (önerme, proposition) mezin yan jî pêşîn), neyênîya tevbar (tümel olumsuz), pêşniyarîya biçûk erênîya tevbar (tümel olumlu) û encam jî, neyênîya yekbar (tikel olumsuz) e. 1- Tu M, ne P ye. 2- Hemû S, M ne. 3- Nexwe hinek S, ne P ne.

 

4- Ferison: Di mantiqa klasîk de, navê qalibeke qiyasê (tasım) a ji şeklê sêyem e. Di vê qiyasê de pêşniyarîya (önerme, proposition) mezin neyênîya tevbar (tümel olumsuz), pêşniyarîya biçûk, erênîya tevbar (tikel olumlu) û encam jî, neyênîya yekbar (tikel olumsuz) e. Ev cure berhevî çawa ku tîpa f ê jî nîşan dide, tê ser ferio a ji şeklê yekem. 1- Tu M, ne P ye. 2-Hinek M, S in. 3- Nexwe hinek S, ne P ne.

 

5- Fesapo: Di mantiqa klasîk de, navê qalibeke qiyasê (tasım) a ji şeklê çarem e. Di vê cure qiyasê de pêşniyarîya (önerme, proposition) mezin neyênîya tevbar (tümel olumsuz), pêşniyarîya biçûk, erênîya tevbar (tikel olumlu) û encam jî, neyênîya yekbar (tikel olumsuz) e. 1- Tu P, ne M e. 2- Hemû M, S in. 3- Nexwe hinek S, ne P ne.

 

6- Festino: Di mantiqa klasîk de, navê qalibeke qiyasê (tasım) a ji şeklê duyem e. Di vê cure qiyasê de pêşniyarîya (önerme, proposition) mezin neyênîya tevbar (tümel olumsuz), pêşniyarîya biçûk neyênîya yekbar (tikel olumsuz) û encam jî, neyênîya yekbar (tikel olumsuz) e. 1- Tu P, ne M ye. 2- Hinek S, M in. 3- Nexwe S, ne P ye.

 

7- Fetîşîzm (fetishism): 1- Bi nêrîneke giştî, temamîya cibîanînên dînî (olî) ku bawerîya xwe bi nesneyekê tînin û wê dihebînin, re tê gotin. Wiha tê fikirîn ku ew obje, xwedîyê hêzeke raserî xwezayê û efsunî ye. 2- Bi rêya objeya ku wesfên pîroz û efsunî lê barkirine, tê xwestin ku xweda yan jî afirandêr, di bin bandora wê de bimîne û yan jî, jê ketumet bibe. 3- Di warê psîkanalîzê de, ji rêşaşîya zayendî re tê gotin ku di vê rewşê de kesên rêya xwe şaş dikin, bi rêya livokên sehekî ji objeyan (fetish, fetîş) xwe tetmîn dikin yan jî, jê zewq digrin. tr: fetişizm / fr: fétichisme / al: fetischismus

 

8- Feuerbach, Ludwig: Feylesofê materyalîst ê alman, ku di navbera salên 1804·1872an de jiyaye. Wekî tê zanîn bi ramanên xwe, bandoreke mezin li Karl Marks kiriye û di sedsala 19an de, yek ji wan pêşengên materyalîzma (materialism) alman e. Berhemên wî yên sereke: 1- ‘Kritik der hegelischen Philosophie’ (Rexneya Felsefeya Hegel) 2- ‘Grundsätze der Philosophie der Zukunft’ (Hêmanên Felsefeya Siberojê) 3- ‘Das Wesen des Christentums’ (Cewhera Xiristiyanîyê) Di destpêkê de, bawerîya xwe bi felsefeya îdealîst a Hegel aniye û piştre jî, bûye materyalîst. Hewl daye xwe ku bikaribe cewhera rastîn yan jî antropolojîk a dîn (ol), dahûrîne. Gotiye ku Xwedê, dengvedan yan jî şewqdana xwezaya hundirîn a mirovî ye. Li ser wesfên Xwedê, rawestîya ye û gotiye ku her wesfeke Xwedê, bersiva pêdivîyeke mirovî dide. Gotiye ku mirov nikarin bibin xwedîyê hinek wesfan û loma jî, wan li heyînên xeyalî bar dikin, xwezîya xwe bi wan tînin û bi vî hawî, dibine biyanîyên xwe.

 

9- Feyerabend, Paul: Ramanwer û felsefenasê zanista hemdem û postmodern ê ku di warê zanistî de, bi nêrîna xwe ya anarşîzma epîstemolojîk (epistemological anarchism) hatiye nasîn. Berhemên wî yên sereke: 1- ‘Against Method’ (Ji Rêgehê re Na, Li Dijî Rêgehê) 2- ‘Science in a Free Society’ (Di Civakeke Azad de Zanist) 3- ‘Farewell to Reason’ (Bi Xatirê te Aqil, Xatirxwestina ji Aqil) û 4- ‘Phiosophical Papers’ (Nivîsên li ser Felsefeyê) ne. Nêrîna Zanista Anarşîst, berfireh kiriye û ji hêla wesf, wezîfe û encamên wê ve, zanistê daye ber pirsan.

 

10- Feyz: Di felsefeya îslamê de, bi awayekî qedemeyî ji Xwedê derçûna (derketina) gerdûnê, bi awayekî sereqet derçûn û zêdebûna alemê. Ev bawerî, ji nêrîna Platonparêzîya Nû ketiye felsefeya îslamê. Li gor vê bawerîyê, Xwedê çavkanîya hemû heyîna ye, feyzê jê dest pê kiriye û wekî çêbûneke sereqet (berdewamî), xwe berdaye temamîya heyînên jêr. Li gor bawerîya feyzê, cewhara Xwedê, afirandêrî ye û hemû tiştan, dorpêç kiriye. Cewhera Xwedê jî, ji sîfetên wî xwe nîşan didin. Xweyabûn yan jî xwenîşandana cewherê, çêbûnîyeke heyînî ye û di temamîya alemê de, bi berdewamî pêk tê.

 

Çavkanî: Ferhenga ”Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî”, ji Bloga Ali Gurdilî 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev