Zimanê me xîreta me ye

Zimanê me xîreta me ye

Li ser çalaki û xebatên zimanê kurdî çend têbinî

Şemsettin Işıklı

 

Ji bo zimanê kurdî kî çi karekî bike ez baş û pêdivî dibinim û ez alîgirê hemû xebat û çalakiyên ji bo zimanê xwe me lê ev têbiniyên min jî hene.

1- Xebat û çalakiya esasî ya ji bo zimanê kurdî ew e ku em hem wek tekekes û hem jî wek komele an sazî zimanê kurdî hîn bibin û bidin hîn kirin. Yên ku di xebat û çalakiyan de cî bigirin, divê ku pêşî ji xwe de, ji malbata xwe û ji derûdora xwe de dest bi bikaranîna zimên bikin. Û vê xebatê berbelav bikin. 

2- Li ser bikaranîna zimên tu kes tiştekî nû nake. Ji dewra Ehmedê Xanî vir ve ye ku têkoşîna ji bo bikaranîna zimên didome. Her kesek an komeleyek dikare bibe helqeyek di vê têkoşînê de. Cara pêşîn li dor 1930yî Celadet Badirxan ji Kemal Paşa re nameyeke maqûl, ilmî, berfireh û watedar şandiye ji bo bikaranîna zimanê kurdî. Teleba perwerdeya bi zimanê kurdî tim bi awayekî hebûye. Komele tim ava bûne û ev kar heta niha meşiyane. Hema hema di hemû serhildanan de ev hişmendî û baldarî hebûye. Wek mînak, Tevgera Neteweyî ya li Koçgiriyê. Du sal berê li Îzmîrê  Ked Kom ava bû û aniha jî xebatên xwe didomîne. Berî wê Kurdî-Der hebû. Û bi qasî ku em dizanin hin hewldanên Prof. Qedrî Yildirim jî li meclisa tirkan an di partiya xwe de çêbûne lê kesî guh nedayê. 

Li milekî din jî hişmendiya kurd ya ji bo zimên tim hebûye û bi hezaran kedkarên zimanê me bi fedakarî û bi giyaneke paqij haziraya perwerdeya bi zimanê kurdî kirine. Bi hezaran nivîskar û helbestvanên me berhem dane. Pirtûkxaneyeke zimanê kurdî ya dewlemend heye. Heke em îro dikarin du gotin bibêjin bi saya serê wan e jî. 

3- Divê ku em bizanibin ku ev dewlet tu carî an jî di demekî nêzîk de dê destur ji bikaranîna zimanê kurdî re nede. Çênabe ku em hêviyekê di nav miletê kurd de çêkin ku dê ev dewlet zimanê kurdî bike zimanê fermî an perwerdeyê. 

Ne ku bila serîlêdan an zordayîn tune be. Lê entegrekirina kurdan bi sîstemê ve an gurkirina hişmendiya tirkiyewî tenê alîkarî ji asîmilasyonê re dike. Loma jenosadkariya vê dewletê bi hemû awayan hîn didome. 

4- Mafên neteweyê kurd ji bo zimên li Kurdistanê bi awayekî ye, ji bo kurdên li bajar an metropolên Tirkiyeyê bi awayekî din e û li herêma kurd ya li Antolyayê jî bi awayekî dintir e. Tevlîhevkirina van cudatiyan an nezelalkirina wan, bixwe re şilokirin û pûçkirin tîne û zerar dide. 

5- Teleba qedexerakirin û bikaranîna zimanê kurdî, teleba perwerdeya bi zimanê kurdî û fermiyetê telebên siyasî ne. Jê re hişmendiyeke siyasî divê, redkirina siyasetê talebê pûç dike. 

6- Çalakî û xebatên ji bo zimanê kurdî karên cidî ne, giring in, jê re semîmiyet divê, îstiqrar û domdarî divê. Yên ku vî karî dikin divê ku ji populerî û xwenîşandanê dûr bisekinin. Yên ku vî karî bikin lazim e dûr bimînin ji quretî û nepixndinên zêde û beradayî. Heke armanc populerî û xwenîşandayîn be, dawiya wê nabe qencî ji bo zimên. Li vir mebest ne tu kes an sazî ne. Ez bi giştî û di serî de ji bo xwe dibêjim. 

7- Pêlkurd, bi zimanê kurdî, bi zimanê neteweyî siyaset dike, ev xeteke esasî ye. Ji derveyî mecbûriyet û hewceyîyan hemû çalakiyên Pêlkurdê bi zimanê kurdî ne.

Em ê zimanê xwe yê neteweyî bikin zimanê siyasetê û ji bo wê jî têbikoşin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev