Ozmenê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: “Ez ê bêdeng nemînim!”

Ozmenê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: “Ez ê bêdeng nemînim!”

Encama bêdewletbûnê ev e!

Suleyman Ozmen ê kurdê êzidî ku di sala 1979an ji bêgavî ji Midyadê koç kiribû, gava xwestibû vegere gundê xwe, hin kesan êriş biribû ser wî. Ozmen anî ziman ku ji sala 2003yan ve hewl dide vegere gundê xwe, lê belê tim tê astengkirin.

Suleyman Ozmen ê (65) kurdê êzidî, di sala 1979an de ji bêgavî ji gundê xwe Kfernas ê navçeya Midyad a Mêrdînê koç kiriye. Di 12ê Sibatê de gava xwestiye vegere gundê xwe hin kesan êrîş biriye ser wî.

Nîzamettîn Çelebî ku îdia dike xwediyê gund e, tevî xizmên xwe û hin cerdevanan êriş biriye ser Ozmen. Di êrişê de dîwarê hewşa Ozmen ku nû çêkiriye, bi kemçeyan hatiye xerakirin. Her wiha di êrişê de mil û pêyên Ozmen jî birîndar bûne. Ozmen, giliyê van kesan kiriye û ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê daye.

”GUNDÊ MIN HATIYE DAGIRKIRIN”

Ozmen diyar kir ku xaniyê xwe yê li gund ji nû ve çêkiriye û xwestiye lê bimîne, lê belê ev kesên navborî hatine cem wî û zirar dane xaniyê wî. Ozmen anî ziman ku di sala 1979an de ji bêgavî ji gund derketiye û tahde lê hatiye kirin. Ozmen got: “Ji min re gotin, ”Çi îşê te li van deran heye. Ez ê te bikujim.” Ozmen, destnîşan kir ku bi vî awayî ji gund hatiye qewirandin.

Ozmen, bilêv kir ku di sala 2003, 2004 û 2005an de jî hewl daye vegere gund, lê belê heman kesan êriş biriye ser wî û wê demê ji ber êrîşan 3 hefteyan li nexweşxaneyê tedawî bûye.

Ozmen, destnîşan kir ku heya niha li ber vê tahde û zulmê deng nekiriye, lê belê ji niha pê de wê bêdeng nemîne û got: “Heger dewlet hebe, heger mafên mirovan hebe, wê ev kes bên cezakirin.”

Çavkanî: rupelanu.com

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev