Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 1

Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 1

Em ji îro da, her roja şemîyê beşek ji kitêba hiqûqzanê Ermenîstanê yê herî binavûdeng, welatparêzê mezin, heyranê erf û edetên miletê xwe û welatê xwe Têmûrê Lêşo Biroyan raberî we dikin.

Pirtûka wî ya bi sernivîsa BERBANG bi du zimanan – bi rûsî û ermenî – çap bûye, berpirsyarê malpera me jî wê berhema delal werdigerîne kurdî û raberî we dike, piştî demeke kurt jî ewê wek pirtûkeke cuda, bi zimanê dayka nivîskar – kurdî, ronahî bibîne û bibe milkê xwendevanên miletê wî û welatê wî.

Di wan da hûnê herine Entaba Serhedê û gundên dor berê wê, ku pêşîyên nivîskar ji wir in, hûnê nimûneyên hovîtîyên tirkan bixwînin, ku ji qira êzdîyan ya li welêt têr nebûn, hatin gihîştine Ermenîstaanê, ketine gundê nivîskar – Elegezê û qira milet anîn, hûnê bûyerên balkêş ji jîyana nivîskar û hiqûqzanê binavûdeng bixwînin, hûnê mêze bikin ew merivê mezin çiqasî bi malbeta xwe, bi binemala xwe, bi zar û nevîyên xwe, bi komara xwe û miletê xwe va girêdayî bûye.

Ji bo hûn rind derc bikin ka ew hiqûqzanekî çiqasî navdar bû, dikarin van xetên ji kitêbê bixwînin: -Heft sal ser teqewûtbûna (çûyîna ser pênsîyayê) min ra derbaz bûbûn, min êdî ji Rewanê bar kiribû û bi malbetî li Moskvayê bûm, dozgerê Ermenîstanê yê sereke ji min ra têlêfon kir û hîvî kir ez careke din vegerim ser karê xwe yê derecebilind li dozgerîya komarê… û ez careke din vegerîyam Rewanê.

 

Têmûrê Lêşo Biroyan

 

Gotina nivîskar 

Xwendevanê hêja! Pirtûka “Berbang” derheqa dîroka kurt ya binemala Biroyê Xişo da ye. Di wê da herwiha malûmatîyên balkêş hene derheqa bûyerên ji demên buhurî heta rojên me.

Di beşa pêşin da behsa wan zordestî û zulmkarîyên tirkên xwînxwar tê kirinê, ku wana li ser axa Tirkîyê di hindava kurdên êzdî da pêk anîne. Ev beşa serpêhatîyê li ser bingehê zarkî (devkî) yên bîranînên kalikê min Biroyê Xişo, zuretên wî, di nav wan da dê û bavê min, herwiha qewm-pismam û gundîyên me hatîye avakirin, ku bi awayekî xwe ji destdirêjayî û zordarîyên tirkan xilaz kirine, revîne, li vir hêwirîne. Mixabin, ev bûyer bi awayekî nivîskî hema bêje nehatine qeydkirinê, lê bûyerên ku ji nifşekê derbazî nifşeke din dibin, nikarin wan hemû bûyerên di dem û dewraanên cuda-cuda da qewimî tam bînine ber çavan, lema jî hêvîya me ew e, ku xwendevanên pirtûkê vê rastîyê bidine ber çavan.

Di beşa duduyan ya pirtûkê da malûmatî û îzbatî hene derheqa kar û jîyana çend neslên binemala Biroyê Xişo da – derheqa min, birayên min û xûşkên min, merivên me yên dûr û nêzîk da.

Wek ku hûn dikarin texmîn bikin, bûyerên ku di pirtûkê da têne raberkirin, dêm û bengzê min û merivên min piranî bi erênî tînine ber çavan. Bawer bikin, tu daxwzeke min tune ez pesinê xwe bidim. Bûyer û kes wek hene raberî we dikim, bêy ku tiştekî lê zêde bikim, çawa di rastîyê da hebûye, wisa ye. Dixwezim bi dilxweşî bêjim, ku hemû nifşên ji rikneta Biroyê Xişo, bi sedan ewledên zureta wî ji dem û dewranên buhurî heta roja îro jîyaneke aram, helal derbaz dikin, xebathiz û xwedî sidqê qenc in, bi xebata xwe ya helal jîyana xwe ya bextewar berdewam dikin. Herwiha dixwezim destnîşan bikim, ku nûnerên binemala me xwe li vexwerina îçkê nagirin, jîyaneke aram û maqûl dijîn.

Endamên binemala me bi saya maqûlîya xwe him di nava civakê da, him jî li cîyên karên xwe layîqî qedir û hurmeteke mezin bûne. Bi kurtî, em herdem jî xwedî merîfet û xwedî firaset bûne, ji bona gelekan bûne nimûne û me hertim karê xwe gorî qanûnê meşandîye.

Di pirtûkê da çend bûyer hene, ku li wir nevsên derece bilind bona wê yekê têne rexnekirinê ku di hinek pirsan da şaşî berdane. Bawer bikin, ku di fikira min da tunebûye ez wana bêhurmet bikim an jî rûyê wan reş bikim. Min tenê çend nimûne anîne, ku çawa xebatkarên bi erkên bilind ne gorî qanûnê berê xwe dane hinek pirsan û herwiha hinek caraan jî tevlihevî çêkirine.

Di dawîyê da dixwezim destnîşan bikim, ku min bona wê yekê navê pirtûka xwe danîye “Berbang”, çimkî kurdên êzdî yên ji êla Sîpikîyan, ku li Tirkîyê dihatine zêrandinê û nuxsankirinê, tenê pey wê yekê ra berbanga wan safî bû, dema xwe li sînorên Rûsîyayê-Tirkîyê xistin, derbazî vî berî bûn û ji wan ra her mecal hatine sazkirinê bona jîyana aram, rehet derbaz bikin û bibine xwedî keda helal.

 

Reva ji dojehê 

Bajarê Entabê navbenda wilayeta Tirkîyê Gazîentab e. Jimara binecîyên wî weke pênc hezar kes bû. Di destpêka sedsala 18an dor û berên Entabê weke sed gund hebûn, ku tê da li rex gundên tirkan gundên ermenîyan, herwiha yên musulmanan û kurdên êzdî hebûn. Kurdên êzdî him li bajarê Entabê diman, him jî li gundên Dêrikê, Xanekê, Esmerê, Şemdînê, Tutekê, Bedborê û yên din. Kurd bi xwelîbêcerkirinê û heywanxwedîkirinê va mijûl dibûn, lê ermenî bi tucaretê û sine`tkarîyê va û cînartîyeke qenc hevdu ra dikirin.

Berî mihacirbûna li Ermenîstanê, ji destê zordestîyên tirkan ji hemûyan zêdetir kurdên êzdî û ermenî zirar dîtin. Li wê herêma Tirkîyê talankirina hebûna merivan û dizîya heywanan, nuxsankirinaa kesan, gefxwerina kuştinê bûyerên rojane bûn. Mafên mirovan yên here sade jî nehatibûne garantîkirin, xwesma yên kurdan û ermenîyan, lê milkê wan û jîyana wan herdem di bin xeterê da bûn. Dereceya jîyana miletên kêmjimar li wî warî herdem kêmtir dibû. Hela di ser da, desthilata tirkan ne tenê tu tişt ne dikir bona pêşîgirtina talanan û zordestîyan, lê çavên xwe ber dizîyê, xweserîtîyê û zordestîyê digirt, bi her awahî piştgirîya zulmkarîyan dikir. Herdem tirs di dilê binecîyan da bû û hewil didan rê bibînin bona ji wê rewşa kambax derkevin.

Wek ku kalikê min Biroyê Xişo digot, li dorûberê Entabê kom bi kom çend qebîlên kurdên êzdî diman. Di nava wan da ya here pirjimar Êla Sîpikîyan bû û merivên wanî sere, hemû serokeşîr û nûnerên qebîlan gelek caran bi surî berev dibûn û rê digerîyan bona êzdîyan ji qirkirinê xilaz bikin.

Bahara sala 1853an biryara bi yekdengî tê qebûlkirinê, ku bi dizî amadekarîyê bibînin bona ji warên xwe yên şên û ava cîguhastî bin. Hemû qebîl bi erebeyan berê xwe dane Ermenîstana Rohilatê, ku di wan deman da dikete nava Rûsîya Qiralîyê, wana her tenê eşîyayên sivik û tiştên here lazim bi xwe ra hildabûn.

Di nîvê rê da, dema xwestin bizanibin hemû neferên mihaciran tam in, derket ku yek ji merivên me – Cemalê donzdeh salî tune. Mecala me tunebû em vegerin wî bigerin, û me ji wê windakirinê xemgîn, bi dilekî keser riya xwe berdewam kir û me zanibû, ku hela zehmetî û rojên teng li pêşîya me hene.

Cerdbaşîyên tirkan difikirîn ku em koçer in, diçin zozanan, temamîya rê êrîşî me dikirin û em talan dikirin. Em bi zor û zhmet gihîştine wilayeta Qersê. Beşeke mihaciran li gundên valabûyî bi cî bûn, beşeke din xwe li riya Ermenîstana Rohilatê girtin.

 

Aparan

Dema karwanê mihaciran gihîşte Aparanê, wana mêrgên bedew dîtin, ku bi rengên geş va dilê wan baristan dikir, ew cihaneke bi tebîyeta rengîn û bi panoramaya bedew bû. Mihaciran bona xwe gundên ku hatibûn valakirin hilbijartin. Êla Sîpikîyan li merkeza wî warî – gundên Camûşvana Mezin, Pamba Kurdan û Korbilaxê bi cî bûn. Êla Rojkîyan li gundên Karvanserayê, Sengerê, Cercerîsê bi cî bûn. Qebîla Belî li gundên Qundexsazê, Çobenmezê, Quruboxazê hêwirîn. Li gundê Camûşvana Biçûk qebîla Çoxreşîyan û li gundê Mîrekê binemala Axaleran bi cî bûn.

Warên nû bi dilê mihaciran bû. Lê ya sereke – li vira her kes dilrehet bû, tirsa ku wê zordestîyê li wan bikin, malê wan talan bikin, tunebû. Mihacir xwelîbêcerkir û heywanxwedîkirên pêcirîyayî bûn û bi saya xebathizîya xwe, zû hînî van waran bûn: destpê kirin lodên gîha çê kirin bona êmê heywanan zivistanan têr bike, xwelî bêcer kirin, bere-bere pirsên debê çareser kirin.

Mala Biroyê Xişo, ku maleke giran bû, bi malbetên din ra tevayî li gundê Camûşvana Mezin bi cî bû. Wana bi lez destbi lêkirina xanîyê xwe kirin, paşê bi zêrên xwe yên veşartî ji Aparanê, Artîkê û Himamlûyê (niha navê wê Spîtak e) pez û dewar kirîn. Hêdî-hêdî bûne mal û hal.

Dibêjin, ku hale malbeta Biroyê Xişo li Entabê jî xweş bû, di bin destê wan da erdekî mezin hebû, xwedî pez û dewarên pir bûn. Berî mihacirbûnê wana pê ra gîhand pez û dewarên xwe yên ji talan û tajanan filitî firotin, perê xwe kiribûn zêr û bi xwe ra anîbûn warê nû. Hema bi wan pereyan jî li gundê Camûşvana Mezin xanîyekî mezin çê kirin, ku tê da aspêjxaneyeke mezin bi tendûrê va, odeya mêvanan, odeyên razanê, tewle û gom hebûn.

Serwêrîya gund jî wan deman erdê bona cotkirinê û mêrgên mezin didane gundîyan bona pez û dewarên xwe biçêrînin. Gundî ji emirê nû şa, alî hevdu dikin, ji hev ra dibin pal û pişt û karê xwe dimeşînin. Bi vî awahî ewana hêdî-hêdî hînî cîyê teze dibin û roj ser rojê halê xwe xweş dikin. Mixabin, derheqa bûyerên wan deman da îzbatîyên nivîskî û belge tunene, ku em raberî we bikin. Hemû bûyerên ku em behsa wan dikin, bi zar ji silsiletekê derbazî silsileteke din bûne.

Pey wê yekê ra, ku mihacir li gundê Camûşvana Mezin cî û war bûn, piranîya gundîyan erdê cotkirinê û dewarên gir sitendin. Tenê hinek kes destteng bûn û nikaribûn dewar bikirin û nikaribûn erdê xwe bêcer bikin, çimkî gayên wan yên bo cotkirinê û aletên bona şovkirina xwelîyê tunebûn. Ango, ew bêkar man. Lema jî bona bikaribin malbeta xwe têr bikin, gelek ji wana di mehên biharê û havînê da diçûne Gurcistanê, qezaya Borçalînê, li wir li gundên eceman (azirîyan) wek paleyên kirêgirtî dixebitîn.

Bi gotina mezinan, di gundekî da kalekî zemanan rastî wan hatîye. Wî pirsîye hûn ji kîderê hatine, wana cab daye, ku ji gundê Camûşvana Mezin hatine. Û wê demê kalê wana agahdar kirîye, ku hema li gundê wan û gundên cînar qebîlên wan mane. Û carekê, nîvê havînê da nişkêva hewa bi carekê va guhêrîye û çend rojan pey hev berf barîye, dirêjaya şepeyên berfê digihîşte du mêtran. Wana pez û dewarên xwe li tewlê hîştine û bi lekanên darîn yên bi destan çêkirî berê xwe dane Gurcistanê, gihîştine Borçalîyê û li wir hêwirîne. Pey salekê ra ewana vegerîyane gundên xwe yên berê û dîtine, ku tewle hilweşîyane û pez û dewar di bin kelefeyan da mirar bûne. Bi gotina kalê ew yek di rûyê wê da qewimîye, ku berî çûyînê tewle ji der va girtine. Gava alifê wan xilaz bûye, firsenda dewarên gir, xwesma ga, tunebûye ji tewlê derkevin, destpê kirine stûnên tewlê kotine û ew yek bûye sebebê hilweşîna tewlê.

Binecîyên gund yên berê, ku ew dîdema malwêran ber çevên xwe dîtin, sond xwerin, ku virhada tu kes li vî gundî cîwar nebe, bona nebine xurê wê zulma tebîyetê. Hema bona wê yekê jî wana pezên xwe yên li cîyê nû peydakirî kirin nava kerîyekê, pezên xwe birîn û hirîya wan bi erebeyan birine warê xweyî kevin. Bi gotina kalê, li vira, li ser tepê ”Kendalê Reş”, ku dikeve rohilata gundê Camûşvana Mezin, kanîke ava vexwerinê ya mezin hebû, ku ewqas av jê dihat, ku di paşdemê da bû çem û kişîya. Gundîyên berê dora kanîyê çeleke mezin kolan û hemû hirîya qirêj, ku bi xwe ra anîbûn, berî nava wê çelê dan û çend rojan dû hev ew bi lingan hincirandin, heta ava kanîyê miçiqî (xuya ye avê di bin erdê da ji xwe ra rêyeke din vekirîye).

 

Di wêne da: sê birayên welatparêz û zane, ku li komara Ermenîstanê û Yekîtîya Sovyetê xwedî qedir û hurmet bûn û di nav miletê me da wek milethiz û welatparêzên mezin dihatin hesibandin: ji çepê Şawoyê Lêşo, Ezîzê Lêşo û Têmûrê Lêşo.

 

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev