8 Adarê li jinên kurd û li jinên cîhanê pîroz be.

8 Adarê li jinên kurd û li jinên cîhanê pîroz be.

8 Adarê di qada navnetewî de roja jinan ya tekoşîna dijî zêrandin, zordestî, ne yeksaniyê ye. Roja berxwedana li dijî ne wekheviya heqdestî, li nav malbatê de zêrandina du alî û di civatê de zordarî û tacîza li ser jinê ye. Roja parastina mafê jinan e. Hem roja cejnê û hem jî roja cengê ye.

 

8 Adarê 1908 de li New York ê 15 hezar jinan dijî karkirina di bin mercên giran, dijî kêm wergirtina heqdestên xwe, dest bi mangirtinê kirin û ev tekoşîne bi hin mafên din ve berfireh bû wek, mafê bijartin û hilbijartinê .

 

Di welatên paæde mayî de ku mêr xwediyê desthilatêne, cihê jinan midbex û lê nêrîn/xwedîkirina zarokan e. Ev helweste ku ya di pêzanîna dêr û mizgeftê, muxabin îro jî berdewam e.

 

Mixabin jina kurd wek li gelek cihên cîhanê, îro li her çar beşên Kurdistanê jî raberî êrîş, tund û tîjî  dibin. Jin di mafën xwe yên civakî, aborî, tevîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî rastî  neheqîyê tên.

 

Wekhevî û yeksanîbûna jin û mêran di civatê de ne tenê girêdayî bi tekoşîna jinane, lê eve erkeke bingehîne li ser milê mêran jî. Zordarî û zêrandina li ser beşek ji civatê, tu car azadî û srweriya beêê din dabîn nake.

 

Di Kurdistana dagîrkirî de jin wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmê, bi rûmetî dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

 

Tekoşîna Hafsa, Besê, Gulnaz, Zarîfe xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine; tekoşîna hemû xebatkarên di rêya zadîyê de ,têkoşîna me ye.

 

8ê Adara bila bibe roja bilind kirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilind kirina ala azadîya Kurdistanê.

 

DIAKURD

 

Komîta Damezrandina Konfederasyona Kurd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev