Exlaqê Protestantan û giyanê kapîtalîzmê

Exlaqê Protestantan û giyanê kapîtalîzmê

Gamze Arslan

Werger: Ali Gurdilî

 

Serbend 1- Max Weber, civaknas û ramanwerekî alman e û bi xebatên xwe yên li ser ramana îktîsad, civaknasî û civaknasiya olê, tê naskirin. Max Weber xebata xwe ya ”Rihê Kapîtalîzmê û Ehlaqa Protestan” ku navê wê yê orjînal ”Die Protestantische Ehtik und der Geist des Kapitalizmus” e, di navbera salên 1904-1905an de nivîsandiye û berhem cara yekemîn di sala 1905an de di kovara ”Archiv fur Sozialwissenchaft und Sozialpolitik” de, weke du beşan hatiye weşandin. Di berhemê de, di pêşveçûna rihê kapîtalîzmê de li bandûra ol tê lêkolîn; gelo ka kapîtalîzm ji olê ketumet bûye yan na? Ger ketumet bûbe ev ketûmetbûneke çawa û bi çî rengî ye û ger bandûrek hebe, em ê kîjan hêla kapîtalîzmê bispêrin vê yekê? tê vekolandin. Nivîskar wiha bawer dike û diparêze ku di pêşveçûna rihê kapîtalîzmê de bandûreka mezin ya ehlaqa prosteniyê heye. Di vê wateyê de ne li kapîtalîzmê, li rihê ku kapîtalîzmê pêkaniye, ango li ”rihê kapîtalîzmê” vekolaye. Li hêla din jî nivîskar wiha dipejirîne ku kapîtalîzm bi tenê li Ewropaya Rojava, bi riya bandûra sîstemên bawerî û nirxên civakê, derketiye holê.

Serbend 2- Berhem, bi pêşgotina Weber ya ku ji bo çapa sala 1920an nivîsiye, dest pê dike. Di vê pêşgotinê de Weber behsa rexneyên ku ji aliyê Felix RachfolWerner Sombart û Lujo Brentano ve li berhemê hatine kirin, dike û van rexneyan dibersivîne. Herweha dîsa di pêşgotina xwe de Weber, behsa nêrîneka dinyayê ya ku Ewropayê weke navend dibîne û bêhampatiya şaristaniya Ewropayê dike û dibêje ku taybetmendiyên ku şaristaniya Ewropayê xwediyê wan in, li tu dereke din peyda nabin. Di beşa yekemîn ya berhemê de bi sernavê ”Pirsgirêk” ê li mezheban, tebekebûna civakî, rihê kapîtalîst û têgeha pişeyê ya Luther vekolaye. Di vê beşê de Weber bi awayekî taybet, li ser têkiliya cihêrengiya mezheban û rihê kapîtalîst rawestiya ye, piştra jî dilêrîna jiyanê ya Katolîk û Protestanan, rûbirû kiriye. Di beşa duyemîn de jî li ser têkiliya ehlaqa pîşeyî ya protestaniya asketîk, bingehên olî ya asketîzma dunyevî û dîsa li ser têkiliya asketîzm û rihê kapîtalîst rawestiya ye. Weber bi vê xebata xwe re hemû hêlên ajoya qezenckirinê ku bi awayekî xwezayî li cem mirovan heye, têkiliyên di navbera ehlaqa prostestaniyê û rihê kapîtalîst de hene û hemû hêlên têkiliyên bazirganî û çandî, raxistiye holê.

Serbend 3- Weber, wiha diparêze ku ajoya bidestxistinê, qezenc û hesta karkirinê, bi kapîtalîzmê re ne heman tişt in. Qesta wî ya ji kapîtalîzmê, kapîtalîzma endustriyel ya nûjen e. Li gor baweriya Weber, di pêvajoya dîrokî de gellek civakan; çalakiyên ekonomîk yên ku wesfên kapîtalîst di naveroka xwe de diguncînin pêkanîne. Bengîniya kar û kezencê jî, di her serdem û civakê de hatiye dîtin. Belam, taybetmendiya kapîtalîzmê ya veqetîner, rêlibergirtina mengîniya kar û kezencê ya ku bi vegirtin, spekulasyon û bi macerayan pêk hatiye, ye. Ango rêlibergirtina, van ajoyên derêaqil e. Yê ku kapîtalîzmê derxistiye holê, ne spekulator û ne jî, sermayedar in. Tiştê ku kapîtalîzmê derxistiye holê, mirovên karhez yên rast û dirist yên ku bi karên xwe mijûl in û tu sextekariyan nakin, in. Mirov dikare bibêje ku ev mirov bi temamî bi karên xwe ve mijûl bûne. Ekonomiya kapîtalîst, li ser kezenca ku bi riya pevguheranê pêk tê hatiye damezrandin û tevgereke aştîxwaz e. Kapîtalîzm bi şeklê ku li rojavayê derketiye holê, wekî dem û dezgeyeke (îşletmeyeke) bîrokratîk; bi awayekî aqilane xwerêxistîkirina keda azad e. Dem û dezgeyeke domdar û aqilane, herdem li pey kezenceka ku xwe nû dike û berhemdariyê ye. Di vê wateyê de meriv dikare ya kapîtalîzmê, bi hebûna dem û dezgeyên ku ji bo bidestxistina kar, disîplîneka aqilane û xwerêxistîkirina hilberandinê binasîne. Di dem û dezgeyên ku bi awayekî bîrokratîk xwerêxistî kirine de karsaz, bi awayekî profesyonel, xwe dispêrin keda bi meaş. Bi riya bikaranîna vê kedê, dixwazin ku kar bikin û sermayeyekê bicivînin. Xwestina herî zêde ya karkirinê, ne li gor hêza karkirinê ye û di heman demê de xwesteka daneheveka bêsînor e jî.

Serbend 4- Yek temamker û ya din jî bivênevê, du şertên kapîtalîzmê hene. Şerta temamker, hêla madî ya kapîtalîzmê tîne holê. Ev jî; hebûna çîna bûrjûvaziyê, bajarîbûn, berfirehbûna teknolojîk ya endustriyel û hiqûqa rasyonel in. Şertê bivênevê jî, asketîzma (rihê kapîtalîzmê) ku berê xwe daye dinyayê ye.

Serbend 5- Li gor baweriya Max Weberî, hemû welatên rojavayî yên ku piştî tevgera Reformê bi pêş ve çûne, Protestan in. Herçiqas di destpêkê de kapîtalîzm li welatên Katolîk derketibe holê jî, kapîtalîzma endustrîyel; li welatên Protestan (Hollanda, İngilîztan, Almanya û Amerîkaya ku ehlaqa pûrîten dipejirîne) bi pêş ve çûye û berfireh bûye.

Serbend 6- Çar rêyên cihêreng yên ravekirina Protestaniyê hene: Kalvenîzm, Pietîzm, Metodîzm û Tevgera Baptîst.

Serbend 7- Dilêrîna Max Weber ya ehlaqa Protestan, di esasê xwe de xwe dispêre raveya Kalvenîst, dazanîna teqdîrê ya îlahî û Asketîzma dinyewî. Mirovên Kalvenîst, ji ber dilêrîna xwe ya bextparêz (qederparêz); ji şaxên din yên Protestaniyê vediqetin. Asta herî bilind ya çanda kapîtalîst ku baweriyeka derbasdar e, Kalvenîzm e. Hêmana (prensîpa) bingehîn ya Kapîtalîzmê, dazanîna (doqtrîna) teqdîra îlahî ye.

Li gor Belavoka Mezin Ya Westminstera 1647an,
pejirandinên bingehîn yên vê dazanînê ev in:

1- Xwedê, gerdûnê ji navûdengê xwe afirandiye.

2- Mirov, nikarin bigihêjine Xwedê.

3- Çûna bihûşt yan jî dojehê (cennet û cehnemê), ji berê ve kifş (diyar) e.

4- Ji ber ku mirov nikarin bigihêjine Xwedê, ew bi çûna xwe ya bihûşt an jî dojehê jî nizanin.

5- Mirov divê li vê dinyayê bişuxulin û xizmeta navûdengê Xwedê bikin.

6- Her cure zewqa dinyewî, kêf û şahînî, qedexe ye.

Serbend 8- Mirovekê ku baweriya xwe bi vê yekê bîne, wiha bawer dike ku Xwedê, wê bi nîşandayîna tiştekî vê yekê pê bide zanîn. Mînak: Wekî ku meriv xwediyê behreyeke (yetenekeke) taybet be. Heke mirov ne xwediyê hinek wesfan be; wê demê dê ev ê ji bo ku bikaribe bigihêje rizgariyê, ber bi dewlemendiyê ve biqeside û wê bixwaze, ku bibe dewlemendek. Lewra dewlemendî, yek ji nîşana rizgarbûnê ye û yên dewlemend jî, mirovên hilbijartî ne. Kalvenîst, li dijê dilêrîna bextparêz dernakevin, beravajiya vê yekê; ew bextparêz in. Di vir de pirsgirêka bingehîn ya şexsan zanîna, yan jî pênezanîna vê zanayiya ku ji berê ve diyar e, ye. Pêdivî pê tune ku meriv wekî ku di dilêrîna Katolîkî de heye; birçî û tazî bijîn. Heke bişuxulin û bi ser bikevin, ev yek nîşan dide ku ew ji wan mirovên ku hatine hilbijartin in. Bi vê yekê jî dê ew bi dewlemendiya xwe, îbadetên xwe bînin cîh. Ango heke tu zengîn bî, ev yek tê wê wateyê ku te îbadeta xwe bi cîh aniye.

Serbend 9- Luther, bi raveya teolojîk ya Serdema Navîn ve girêdayî ye. Di dazanîna wî de jiyana olî, xwe dispêre çanda hestan û tu mahneyan, li têgeha pîşeyê (meslekê) bar nekiriye. Li gor baweriya wî, tiştekî ne baş e ku mirov perên xwe li faîzê razîne û dîsa, divê mirov li pey dewlemendiyê nebeze. Ji bo miroveke pêkanîna erka pîşeya xwe, îbadeta herî raser û tevgereka herî baş ya ehlaqî ye. Jiyaneke wek ya keşeyan (keşîşan) xweperestî ye û hilbera nehezkirinekê ye ku bi vê yekê, xwe ji hemû wezîfeyên xwe dide paş. Mijûlahiya pîşeyî, dengvedana hezkirina cîrantiyê ye. Şuxlên mirovan a bi serê xwe, tê wateya şuxla ji bo <mirovên dinê.> Di bin kîjan şert û mercan de be bila be, pêkanîna erkên dinyewî; dilê Xwedê xweş dike û ji xwe, ev yek xwestekeka Xwedê ye jî. Ji ber vê yekê jî, her pîşeya ku mirov bi dilê xwe û bi serbestî hilbijarti be, di qata Xwedê de; xwediyê heman girîngiyê ne.

Serbend 10- Lê di Kalvenîzmê de hesta bi serê xwe tenê û rewşa rih, wekî tiştekî xapînokî tê dîtin û di naveroka wateya (têgeha) pîşeyê de, pêşnûmayeke olî heye. Ji bo ku mirov bikaribe bigihêje rizgariyê (xwe ji guhehan biparêze û bibe mirovekê Xwedê jêhezkirî), divê mirov di jiyana filehtiyê de çalak be û karên ku navûdengê Xwedê gewre dikin, pêk bîne. Şexs divê herdem, vê ramana hilbijartin û qewirandinê, li ber çavan bigire û çavdêriya xwe bike. Armanca tekane ya Kalvenîstekê, bilindkirin (zêdekirina) çalakiyên civakî û navûdengê Xwedê ye. Ev xusus, mijûlahiya pîşeyî jî diguncîne. Hezkirina ji cîranên xwe, ji bo xizmeta navûdengê Xwedê hatiye vegotin. Nexwe, ne ji bo armanca xizmeta afirandeka ye. Yên ku hatine hilbijartin, dêrên Xwedê ne û wê wiha jî bimînin. Di Kalvenîzmê de şexs ji bo bikaribin hebekî be jî, wê bara bextê xwe yê ku diyar e sivik bikin û bibin serdestê wê tirsê û ji xwe ewle bin, divê xwe bidin karên (pîşeya) xwe. Encax bi vê yekê şexs dikarin xwe ji wê gumanê dûr bikin û bibin, yek ji wan mirovên ku hatine hilbijartin. Bi vê yekê rewşa xwe, garantî dikin.

Serbend 11- Bi aqlê xwe ku bisînor hatiye afirandin, mirov nikarin têbigihêjine aqlê afiraner yê bêsînor û hemû cure ragihandin jî, hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê, sêhr û efsûn, hatiye qedexekirin. Pêvajoya jiholêrakirina sêhr û efsûnê û hemû cure baweriyên batil ku bi cihûtiya kevin dest pê kiribûn, bi Protestaniyê encam daye. Ramana bi alîkariya dêrê û ayînê gihêjtina rizgariyê, di navbera Protestan û Katolîkan de, ferqeka mezin e. Li cem Katolîkan ayînên dêrê, pîroz in û ev yek, ji bo şexsan di warê kêmasiyên şexsî de weke alaveke parsengkirinê tê dîtin. Mirov dema ku gunehekê dike, diçe cem rahîb û efûya xwe jê dixwaze. Erkeka bi vî rengî ya rahîban, heye. Belam di Kalvenîzmê de, qedereka naguher ku ji destpêkê ve hatiye kifşkirin, heye.

Serbend 12- Xwedayê Kalvenîzmê ji bawermendan ne karekî baş, lê sîstemeka ku xwe gihandiye pîroziya kar (şixul) dixwaze. Bi riya vê sîstemê wê tevgera ehlaqî ya mirovan, ji bêrêziktî û serberdayiyê xilas bibe û wê jiyana wan, bi rêbazeka naguhêr ve were girêdan.

Serbend 13- Asketîzm, beravajiya raveya Katolîk ya Serdema Navîn; jiyaneka ronak û hişmend, ji xwe re dike armanc. Xîzmeta ji bo navûdengê Xwedê, ancax bi şixul dikare pêk were. Xerckirina demê ya vala, gunehê herî mezin e. Xeberdana beradayî, luks û xewa zêde, ji hêla ehlaqî ve tu caran nikare were qebûlkirin. Nexwestina şixul, nîşana kêmasiya pîroziyê ye. Li cem Luther mijûlahiya pîşeyî, qedereke ku divê mirov sitûyê xwe li ber bitewîne û xwe bi pêş bixe, ye. Belam di Kalvenîzmê de, ev yek fermanek (emirek) e. Neyarê Asketîzmê yê tekane, sitandina zewqa xwezayî ye. Protestaniya asketîka dinyewî, li hember wê zewqa ku bi malhebûnê re tê derketiye û serfkariyê, bi taybetî jî serfkariya luks, bi sînor kiriye. Digel vê yekê, dîsa jî kezenca mal ji qedexeyên ehlaqa Katolîk (kevneşopî) rizgar kiriye û vê yekê, wekî fermana (xwesteka) xwedê dîtiye. Li hemberê zewqa bedenî û girêdaniya malên dinyayê, kezenceka sûdmend û aqilane, hatiye parastin. Li ber xerckirina beredayî ya ku hatiye kezenckirin, rê hatiye girtin û bi awayekî aqilane, bikaranîna sermayeyê hatiye teşwîqkirin. Hilberandineka zêdetir, qezenc, berhevdana sermayeyê û xwenûkirina veberhênanê, baş hatiye dîtin û serfkarî, hatiye qedexekirin. Ji hêla ehlaqî ve tiştê ku li dij hatiye derketin; rihetiya serwetê, tiraliya dewlemendiyê û ya herî girîng jî, ji hewldana bidestxistina jiyana ”pîroz” dûrketin e. Kapîtalîzm heta ku Kalvenîzm dertê holê, di warê xwerêxistîkirina hêza kedê de ne xwediyê helwesteke aqilane ye û bi awayekî kevneşopî tevdigere. Berhevkirin, şixulîna bêrawest ya bi rêkûpêk û aqilane ya ehlaqa Protestan, rê li pêşveçûna kapîtalîzmê vekiriye. Di vê wateyê de Kalvenîzm ji bo qezenceka mezintir, serbestberdana çalakiya ekonomîk ya taybet, parastiye.

Serbend 14- Di pêşveçûna îktîsadî ya USAê de, rola ehlaqa Pûrîten gelekî mezin e. Bi taybetî jî bi xêra cemeetên ku ji aliyê çîna navîn ve hatine rêxistîkirin, ehlaqa Pûrîten belav bûye. Ehlaqa Pûrîtên di derketina holê ya şexsperestiyê de jî, xwediyê roleke girîng e. Di dilêrîna vê ehlaqê de mirov, ji têkiliyên mirovî û hevaltiyê ne ewle ne û baweriya xwe pê naynin; bi tenê ji Xwedê bawer in û jê ewle ne. Pûrîten, bi tenê bi rewşa xwe ya ruhî û rizgarbûna xwe re eleqeder in. Lewra, dibe ku yên herî nêzîk jî hatibin lahnetkirin. Xwestina feqîrtiyê, ji xwestina nexweşiye ne cihêreng e û wekî heman tiştî tê dîtin û ev yek ji hêla pîrozbûna kar ve, tê şermezar kirin. Çimku di rewşeka wiha de şexs, zererê didin navûdengê Xwedê. Tiraliya begên feodal û quretiya yên ku piştra dewlemend bûne, bi xezebî têne pêşwazîkirin. Ligel vê yekê ehlaqa bûrjuvaziyê ya ku xwe gihandiye astekî, tê pejirandin.

Serbend 15- Mezheba Katolîk, ji bo axretê ji vê dinyayê rûbadanê fêrî bawermendên xwe kiriye. Ango ji bo dinya dinê, divê mirov ji vê dinyayê rû ba bide. Katolîk, baweriya xwe bi kêmkezencê anîne. Faîz, heram e û alîkariya feqîran, xêreka mezin e. Vê rewşê jî, rê li ber kapîtalîzmê girtiye. Tam jî di vê xal (qonaxê) de, Protestanî tevlî mijarê bûye û kapîtalîzmê, bi pêş ve biriye.

Serbend 16- Weber dilêrîna Karl Marks ya materyalîzma dîrokî, red dike. Ew, tevgera ekonomîk bi tevger û helwestên olî şirove dike. Di vê wateyê de jî, avahiya jêrîn (ekonomiyê), li gor avahiya jorîn (ol/dîn) şirove kiriye. Têgeha statûyê li cem têgeha çîn, bi cîh kiriye. Li têgeha Marks ya çîna civakî ku xwe dispêre milkiyeta alavên ekonomîk, hinek îmtîyazên mezhebî û hinekên ku ji zayînê ve tên, zêde kiriye.

Serbend 17- Di jiyana kapîtalîst de mirovî, ji bo şuxul (kar) heye. Karsazê îdeal ew e ku ji kar nareve û xwe di civakê de nade pêş û qure nake. Weber wiha bawer dike ku serwet ji bilî hesta ”cîbicîanîna pîşeyê xwe” tiştekî din nade mirov. Pere, deyn û kredî, di sîstema kapîtalîst de têne teşwîqkirin. Sîstem, bi demê re vediguhere kefeseka ji hesinî. Dinya me jî, her diçe bêgav dimîne ku di nav vê kefasa hesinî de kar bike.

Serbend 18- Bandûra kapîtalîzmê piştî ku hestên olî têne derbaskirin, dertê holê. Hewldana gihêjtina rizgariyê, bi demê re û bi windabûna kokên olî re, cîhê xwe ji feydeperestiya dinyewî re hiştiye. Ramana ”Xwedê ji wî karî (tiştî) hez dike ku bi dijwarî pêk tê,” cîhê xwe ji ehlaqeke pîşeyî ya bûrjuva re, dihêle.

Serbend 19- Karsazek heta ku di nav sînorên rastiyên lewnî (formel) de bimîne, tevgera wî ya ehlaqî bêleke be û serweta xwe baş bikar bîne, bi ramana ku ew ”ebdekî hezkirî ye” dikare li pey qezenc û berjewendiyên xwe bibeze. Di ser van hemûyan de jî asketîzma olî, karkirên ku baş dixebitin û ev rewşa wan ji aliyê Xwedê ve jî wiha hatiye xwestin, dide bin imrê wan. Herweha ev newekhevîtî, xwestekeka Xwedê ye jî. Çimku bi vê yekê Xwedê, ebdên xwe ezmûn dike. Calvîn wiha gotiye: ”Gel; ango girseya karkir û zeneetkaran, heta ku feqîr bin dikarin girêdayî Xwedê bin.” Ango, ne hatiye xwestin ku girseya gel û karkir, dewlemend bibin. Lê hollandiyan vê yekê hebekî nerm kirine û gotine ku: ”Mirov, dema ku bêgav dimînin dixebitin.” Ravekirineka bi vî rengî ya kapîtalîzmê, piştra; saziya hilberandina keda erzan derxistiye holê.

Serbend 20- Li gor baweriya Weber, di destpêkê de Ehlaqa Protestaniyê, kapîtalîzmê destnîşan kiriye. Lê piştî ku kapîtalîzm bi pêş ketiye, bûye destnîşankarê Protestaniyê. Li gor baweriya wî, ol ji rewşa destnîşankar derketiye û hatiye destnîşankirin ku ew yek jî, rewşeke dramatîk e.

 

Gamze Arslan

Gamze Arslan li Zaningeha Silêman Demirel, xwendekara doktorayê ye. Lêkolîna pirtûka Max Weber ya bi navê ”Rihê Kapîtalîzmê û Ehlaqa Protestan”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev