Peyama sersaxiya Barêgeha Barzanî ya ji bo koça dawî ya kesayetiyê Kurdê Ermenîstanê Keremê Seyad

Peyama sersaxiya Barêgeha Barzanî ya ji bo koça dawî ya kesayetiyê Kurdê Ermenîstanê Keremê Seyad

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurdê Ermenîstanê (Keremê Seyad) gihîşt me. Keremê Seyad kesayetiyeke xebatkar û niştimanperwer bû ku dehan salên temenê xwe ji bo beşa Radyoya Kurdî ya li Erîvanê terxan kir û ew bi xwe û malbata xwe xizmeteke mezin li ziman û edebiyata Kurdî û berdewamiya radyoya Kurdî ya Erîvanê kiriye.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û rewşenbîrên Kurdistanê û cemawerê Kurdê Ermenîstanê û welatên Sovyeta berê dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Hêviya hedar û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazîn û ruhê Keremê Seyad şad bê.

Barêgeha Barzanî

27.03.2021

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev