”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 36

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 36

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Xanîyên kurdan”.

Em îro para wê a pêşin raberî we dikin, beşa duduyan piştî heftêyekê çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

XANÎYÊN KURDAN -1

L. M. Rewendî-Fedaî

Her kesê feqîr di mala xwe da padîşahê padîşahan e

                         Gotina pêşîyan ya gelên Îranê

 

Xanîyên tradîsyon – ew perçeyekî çanda milet e, taybetmendîyên wê alî dikin em wî miletî baştir nas bikin, jîyana wan a rojane bînin ber çavan. Demûdezgên li mala kurdan piranî sade û pirfûnksyon in, lê her tiştên lazim yên bo jîyana rojane û parastina xwe ji dijmin û xêrnexwazan di wê da hene. Lê odeyên wan wisa hatine tundurustkirin û malên wan ji derva wisa hatine çêkirin, ku ji wana tê texmînkirinê ka mala kirdan çiqasî pir bi binemala xwe û eşîreta xwe va girêdayî ye. Xamilandina malê a bi taybetmendîyên hinkûfî kurdan nîşana kûltûra wan a ruhanîyê ye. Mesele, rêwî ecêb û zendegirtî diman, dema didîtin ku kurdan xalîçeyên giranbuha di hundurê konê xwe da li erdê raxistine. Rast e, globalîzm bêşik tesîr li ser çanda kurdan jî dike, lê dîsa jî gelek xanîyên bi cûrê kevin çêkirî, îro jî têne çêkirin, û guhartinên pir biçûk di çêkirina xanîyan da zêde bûne.

Ocax

Dema em behsa xanîyên kurdan yên tradîsyon dikin, berî her tiştî em gerekê behsa beşa wam a here sereke – ocaxê bikin:

Ocaxa kurdan di orta kon, holikê an warê bo sitargehê yên din da dihate çêkirin. Ocaxa here sade ji sê keviran bû, ku bi awahê sêgoşeyê dihate çêkirin: beroş datanîn ser. Hinek caran li erdê çaleke kûr a gilover dikolan, ku jê ra tenûr (an jî tendûr) digotin, dîwarên wê bi keviran an agûran (kelpîçan) dihatin lêkirin û jêra çalê ji jora wê firehtir bû. Ji erdê hetanî dawîya tendûrê çavî dihate çêkirin bona hewa berdin seba agir geş bişuxule. Bona çêkirina xwerinê selikeke hesinî  (best, dostan) datanîn ser tendûrê.

Dema hewa xweş bû, xwerin datanîn ser kuçikekî din, ku derva çê dikirin. Ardûyê sereke û hema bêje ya tekane di navçeyên ku daristan lê tunene, sergîn an tepik bûn, ku ji rêxa dewaran bû û ber tavê hişk dikirin. Hinek caran qirş û qal tev lê dikirin. Hinek caran meriv dikaribû ji qelaxên bilind, yên ji sergîn û tepikan çêkirî bizanibûya ku li filan cîyî gund heye.

Wek ku kurdzan Reşad Sebrî Reşîd destnîşan dike, tesîra ola kevinare – Zerdeştîyê – heta di nava wan kurdan da jî, ku ser dînê musulmanîyê ne, bi awayekî taybet di helwesta wan a di hindava agir da xuya dibe: ”Nabe ku meriv tûyî li ser agir bike, gemarê bavêje navê, da ku agir neyê şilandin û gorî bawermendîya kurdan agir tiştekî pîroz e. Di demên taybet da kurd bi agir sond dixwe”1. Ocax herdem jî sîmvola malbetê bûye: kurê gihîştî, dema ji xwe ra mal çê dikir, berî her tiştî ji mala dê û bavê xwe agir dianî ocaxa xwe. Jinan herdem bala xwe didane ser wê yekê, ku agir di ocaxê da netemire: gorî bawerîyan, ew bo helxweşîya malê pir giring bû. Gava nav li zara tezebûyî dikirin, zaro li dora agir digerandin û ew nîşana wê yekê bû, ku ji wê demê destpêkirî ew dibe neferekî malbetê yê tam. Dema keçik mêr dikir û ji mala xwe derdiket, dora ocaxê dizivirîya, weke ku xatirê xwe ji malê dixweze. Gelek nîşan bi agir va girêdayî ne. Ji bo nimûne, eger dûyê ocaxê berê xwe bide xortê nezewicî, ku li ber ocaxê rûniştîye, ew yek tê wê maneyê, ku jina wî wê bedew be.

Berî ku em destpê bikin behsa xanîyên kurdan yên cûrên cuda-cuda bikin, em we hayadar bikin, ku bi cûrê jîyana xwe kurd pareveyî li ser sê koman dibûn: koçerên heywanxwedîkir, nîvkoçerên xwelîbêcerkir-heywanxwedîkir û kesên riat. Taybetmendîyên jîyanê yên ji van koman her yekê tesîra xwe li ser çêkirina xanîyên wan kirîye.

Konên bona niştecîyên koçer û nîvkoçer

Kurdên koçer, ku xwedî pez û dewar in, gorî demsalan warên jîyana xwe diguhartin. Ji ber wê jî gelek ji wana xwedî malên zivistanê û malên havînê bûn. Li Tirkîyê û Farizistanê, herwiha li Rûsîyayê jî, warê mayîna zivistanê yê kurdên koçer dihate binavkirin qişle (ji gotinên ”kîşlag” e, ”kiş” – zivistan û ”lag” – warê jîyînê, sitargeh), li Lûrîstana Îranê jê ra dibêjin sergad. Lê warê jîyînê yê havînê tê binavkirin wek yaylax (”yay” – havîn, ”lax” – xanî, sitargeh) an jî germesîr (beşeke mezin ji kurdan dibêjin ”zozan” – Not ya redaktor). Di rastîyê da, xanîyê havînê weke ku havîngeh bû. Koçer zivistanan li aranan diman, di xanîyên ji xwelîyê çêkirî da, lê buharan xwelî bêcer dikirin û çend kesên xwe dihîştin bona miqatî milkê wan bin, bi xwe bi pez û dewarên xwe diçûne zozanan.

Cem kurdan bûbû edet ku konên (çadir, qereçadir) xwe li ser cêrgeyên dirêj vedigirtin. Kon piranî ji qumaşê rîs yê zexm an jî mûyê bizinan yên di rengê reş da dihatin çêkirin, ew bi tîk datînin erdê û sitûnên bin kon yên darîn di erdê da dikutin. Serê hemû sitûnan (him yên tîk, him jî yên berayê va bicîkirî) bi têlên rîs yên wek kindiran va girê didan, ku ber bayê teyax bin, zêde nehejin.

Konên kurdan bi mezinaya xwe va pircûre ne – di wan da dikarin ji du hetanî neh û zêde sitûn hebin, ew jî bi rewşa aborî ya malê va girêdayî ye. Konê kurdê sade bi cûrê sîwanê dihate vegirtin, sitûnek datanîn ortê. Pêşên konên wisa nagihîjin erdê û cîyên vekirî mayî bi qamîşan va digirtin. Pir caran bona bedewîyê têlên rengorengî li dora wan qamîşan dipêçan. Derîyê konên kurdan li alîyê rohilatê ye.

Beşeke kon bi perde va dihate başqekirin û him dibû weke odeya mêvanan – dîwanxane – him jî odeya mêran. Beşên kon yên din jî bi perdeyan an jî bi qamîşên di nava rîsên rengorengî pêçayî va ji hev dihatine başqekirin. Di dîwarên kon da qulên taybet hebûn, ku ji wan ra rewakî digotin. Dem baran an berf bibarîya, ew qul digirtin, di kon da li du cîyan – li beşa jinan û li beşa mêran – sobe vêdixistinû ode germ dikirin. Erdê di hundurê kon da xwelî bû, an kulav radixistine ser, an jî berr û xalîçe. Tam pêşberî dêrî sitêr hebû, ku roj çend qat cî û nivîn li ser wê rêz dikirin. Şevan ew li ser kulavan û xalîçeyan radixistin.

Konê axaleran – serokên eşîran – ji eynî qumaşan çê dikirin, lê bi mezinaya xwe û tundurustkirina hundurê kon va ji konên sade cuda dibû. Bi cûreyê xwe ew dişibîya pîramîdan (pyramid) û ji bo xemilandina hundurê wê qumaşê zivir yên rengîn bi kar dianîn. Di kon da çend beş hebûn: odeya rûniştinê, odeya jinan, odeya razanê, beşeke kon vediqetandin bo duakirinê, kîler û aspêjxane.

Di kon da her cûre alet û lazimayên bona jîyana rojane hebûn, wek kuçik, ku jinên kurd li wir nanê sêlê lêdixistin, moxil, bêjing, balte, birrek, çend emenî (xalîçeyên bi destaan çêkirî), cêr û kûpên ji xwelîya kaxçînê çêkirî, herwiha çek û sîlih. Kurdan xurekên xwe di nava çewalan, têran da xwedî dikirin, lê mal û milkên xwe dikirine nava çente û xilîdankên ji qumaşên xalîçeyan an jî carciman çêkirî. Dema ji warekî diçûn warekî din, ew li keran, hespan, deveyan an jî canegayan bar dikirin, bi xwe ra dibirin. Li rex kon axûra bona pêz hebû, pêşberî kon tewleyên bona hespan û dewarên gir dihatin çêkirin.

Xanîyên kurdan dikaribûn ji hev pir ferq bikirana, ew jî bi wê yekê va girêdayî bû ka bilindaya warê wan ser dereceya behrê çiqas e û şertên hewayê çi cûreyî ne. Ji bo nimûne, di herêmên aranan û bajaran da ew malên ji agûran an keviran in, banê wan xanîyan pan e, lê li herêmên çiyayî xanîyên wan an binerd in, an jî wek şikeftan in.

Rohilatzanê Rûsîyayê A. G. Gagarîn, ku di nîveka sedsala XIX seredana Kurdistana Îranê kirîye, nivîsîye: ”Li warên nimizcî, ber kenarên kanîyan sitargehên wek gundan hene, ku niştecî havînan ew terk dikin, mal piranî binerd in, banên wan wek serê kumeytan in, ku ji dûr va pir bedew xuya dikin; di hundurê wan xanîyên wek holikan da çend odeyên nimiz yên bi dû û dûxanê va dagirtî hene, lê derên wan ewqas nimiz û teng in, ku meriv bi zehmetî di wan ra dikeve hundur û dertê”2.

Piranîya gundên kurdan li rex çavkanîyên avan, ango li cîyên av lê dizê, dihatin çêkirin. Li warên ku der û dor vekirî bûn, xetera ku dijmin û xêrnexwaz êrîş bikin hebû, lema mal hema li rex hev, pir nêzîkî hevdu çê dikirin. Lê li warên çiyayî, ku li wir xwezayê bi xwe şertên parastinê ji bo merivan çê kirine, zêde hewcedarîya ku xanîyên xwe li rex hev çê bikin, tune. Li berpalên çiyan xanî ser hev, wek pêlekanan çê dikin. Wek herdem, gund li ser bingehê pevgirêdanên qewim-pismamtîyê, ango merivên hevdu yên nêzîk dihatine sazkirin, lê di navbera xanîyên merivên hev yên xwînî da, tenê dîwarek hebû, ku jê ra kolex digotin.

 

Holik û nîvholikên bona niştecîyên nîvkoçer an jî riat

Xênji konan, kurdên koçer ji çiqilên daran xanîyên binerd yên wek holikan û nîvholikan (qeredam û derbazî) çê dikirin, ku ji derva bi xwlîya kaxçînê sîwax dikirin, hinek caran jî bi herîyê ew dinixamtin. Beşeke wê malikê di binê erdê da bû: di hundur da tarî bû, ronahî tenê li kulekê ra dikete hundurê xanî, di bin kulekê da ocaxa malê bû. Li ser banî dûkêşk çê dikirin, ku bi forma xwe va mînanî minareyan bû.

Kurdên nîvkoçer yên heywanxwedîkir di xanîyên nîvholik da diman: dîwarên wan ji keviran bûn, lê pişt ra agûr (kelpîç) bi kar anîn û dû ra ew siwax dikirin (kaxçîn tevî xwêyê û qirşikên hêrayî dikirin). Banê wê ji kêranan û qamîşan ava dikirin, di wan da kulek çê dikirin, ku ro tê ra bikeve hundur. Pir caran di holika kurdan da odeyek tenê hebû, lê carina jî du, sê û zêdetir ode hebûn. Di odeyekê da jin bi zarokên xwe ra diman, di odeyeke din da jî mêr diman, odeya sisîyan jî kîler bû (li wir xurek, qût, zexîre, kon û çadirên lihevpêçayî diparastin). Pir caran ji odeyan diçûn tewlê an jî axurê, ku derva, li rex malê hatibûn çêkirin. Zivistana ew holik di bin berfê da diman û ji dûr va dişibîyane kumeytan.

Lêkolîner Petr Lerx di sedsala XIX warên kurdan yên jîyînê ha raberî me dike: “…heta li bajarê Suleymanîyê jî, xênji qesira padîşah, meriv rastî holik tê. Tenê li warê batinî – Hekkarîyê3 û li Kersandaxê meriv bi malên gundên kurdan heyr û hijmekar dimîne. Malên ku di bin darên gûzan yên pir mezin û termên tirîyan winda dibin, li vira bêy çîmento û kelpîçan hatine çêkirin, ku ber tavê zuha dikirin. Bane wê pan e, ji kêranan hatîye çêkirin û bi xwelîya kaxçînê hatîye sîwaxkirin. Êvaran binecî berevî vira dibin bona hewa paqij bistînin, hema li vira jî cî û nivînên xwe datînin, radizên. Em wê jî bêjin, ku banên xanîyan bi aletên taybet dişidînin. Gundên wan li rex kanîyan, ango warên ku av lê heye têne çêkirin, dora wan darên rezan, zeytûnan, fêkîyan û bostanên pincaran û hêşinahîyê hene, ku dişibine daristanê4.

Di destpêka sedsala XX jî gundên kurdan bi xemleke kaw û rewşeke bedew va hatine çêkirin: ”Li rex gund çem diherike, li cîyekî bend danîne ber avê, goleke weke hewzê çêkirine, lê pêşberî wê kevirekî terikî ye, ku kurd li wira dua dikin. Hinekî dûrî çêm ber malan lodên gîha ne, ku bo zivistanê danîne ser hev: Kurd rêxê zuha dikin, dikin sergîn, dû ra ji sergînan qelax çê dikin û bi tepikan dinixêmin, bona ji baranê biparêzin. Di gundan da çalên ne zêde kûr hene, ew jî bona zexîreya xwe ya bo zivistanê – ar, ceh û genim û h.w.d. xwey dike. Ew çal di zû da hilweşîyane, ew êdî vala ne û ji hev çûne: zexîreyên li wira dihatine parastin, êdî di zû da xwerine û kirine çandinî, ango wek toxim reşandine bona ekinê sala tê…”5.

Xemila malan xalîçe û emenî, çek û sîlih, nexş û nîgar û amanên ji sifir bûn.

Femdarî ye, ku malên giregirên kurdan ji malikên merivên sade him bi mezinaya xwe va, him jî bi demûdezgehên di nava malê da dihatine cudakirinê: axaler û mîr di dawîya sedsala XVIII – destpêka sedsala XIX li malên duqat yên bedew û fireh, ji keviran çêkirî, bi bax û baxçeyan, bi hewzan diman. Malên wisa dihatine binavkirin wek konakî.

Xênji holikan, herwiha malên di şikeftan da jî hebûn. Şikeftên xwazayî li warên ku xwelîya nerm lê heye çê dikirin. Kurdên ku rewşa wan a aborî xweş bû, li wan şikeftan pez û dewar jî xwedî dikirin. Li çend deverên Azirbêcanê di sedsala XIX gundên kurdan yên şikeftî hebûn.

(dûmayîk heftêya tê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev