SÎNCARÎ TALO

SÎNCARÎ TALO

Mihemed Erzurum

 

Wek ku tê zanîn Sîncarî Talo mêrxas û lehengekî Serhedê bûye. Sîncar, pir caran di kozik û çeperan de, di şerr û pevçûnên giran de maye, lûleyên tiving û Modoliya sor kiriye, li pêşberê neyar û dujminên xwe serkeftin bi dest xistiye. Lê mixabin, lehegên evsanewî carina jî di kemîneke bêbext de bûne hevalê stêrkan…

 

Li gor vê wesîqeya dîrokî, di navbera leşkerên Osmanî û yekîneya Sîncarî Talo, di sala 1899 de şerrek derdikeve û di wê şerrî de Sîncar dikeve nav karwanê nemira.

 

Li ser Sîncarî Talo dengbêja kilam gotine; yek ji wan dengbêjê namîdar jî rehmetiyê Reso ye.

 

“Evdêl di ber me ra dikişe Çemê Payê leme-lem e

De tu îzna mi bide, ezê îro herim dîtina Sîncarî Talo

Bi maqûlî, bi letîfî ez pepûkê gavekî rûnêm li cem e

Heyla Evdalî ji mala Evdêlo qeyd û zincîrê te giran in

Sîncarî Talo bide xatirê min rebenê

Min û Sîncarî Talo, tev sirgûn ke

Alîkî me Rom e yek Ûris e, yek Ecem e….”

 

Di bin vê belavkirina delal da peyameke rojnamevanê Rûsîyayê yê emekdar Prîskê Mihoyî heye, ku behsa wê yekê dike, ku eynî stiran mamê wî – Egîtê Têcir di Radyoya Rewanê a Kurdî da stiraye. Hilbet, herdu dengbêjên meyî binavûdeng şagirtên Evdalê Zeynikê ne…

Kerem bikin, peyama ronakbîrê meyî navdar li jêr e.

 

Mala bavê te xana Xwedê be, birayê ezîz! Cenabê te belgekî balkêş derxiste meydanê.

Belê, li ser mêrxasîya Sîncarê Talo gelek stran hatine sêwirandinê. Ez îro strana mamê xwe – dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir ya «Sîncarê Talo» raberî xwendevan û bîneran dikim. Ew stran piştî vebûna radyoya kurdî ya Rewanê sala 1955-an hatîye qeydikirinê. Niha jî ew stran di dengxana radyoyê da tê parastinê.

 

 

Wêne : ji Demnameya Haluk Öztürk

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev