Pirsa we û bersîva me – 183

Pirsa we û bersîva me – 183

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Pirsa me ya îroyîn taybet e. Ew pirs bi sîyaseta qelp, derew û xapandinê va girêdayî ye.

Kerem bikin, pirsa xwendevanekî me û bersîva Nura Şane.

 

Pirsa Filîtê Xudêda û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Redaksyona ezîz, du pirsên min hene, hîvîdarim hûn bersîvên wisa bidin, ku her kes bawerî pê bîne.

 

Pirsa 1. –Em zanin ku derew û xapandin du tiştên cuda ne. Gelo hûn dikarin me bidine bawerkirinê ku derewkirin ne herdem e, ku dibe xapandin.

 

Bersîva 1: –Eger te ji dereweke kesekî/ê bawer kir, wê demê wî kesî tu xapandî. Lê eger kesekî derew kir û te ji derewê wî bawer ne kir, wê demê em dikarin bêjin wî hewil da te bixapîne, lê tu nehatî xapandin.

 

Pirsa 2. –Gelek caran em dibînin ku di gotinên hin kesan da derew tunene, lê pişt ra wisa dertê ku em bi fikira wî hatine xapandin. Ango, me bawerî bi gotinên wî anîn, ji ber ku çi got, rast bû.

 

Bersîva 2: –Bersîva vê pirsê emê bi nimûneyeke nîv henek, nîv ciddî bidin:

Serokkomarê Amêrîkayê Rêygan û serokkomarê Rûsîyayê Brêjnêv bi hev ra dikevine nava pêşbirka bezê-revê, ka kî pêşîya kê dikeve. Rêygan zora Brêjnêv dibe. Vêca çapemenîya Rûsîyayê gerek ji cihanê ra wisa bide xuyakirin, ku Brêjnêv ji Rêygan zîrektir û xurttir e. Nûçeyeke ha belav dike:

–Di pêşbirka Serokkomarê Amêrîkayê Rêygan û serokkomarê Rûsîyayê Brêjnêv da serokê me bi ser ket, cîyê duduyan qazanc kir, layîqî mêdalyaya zîvîn bû, lê serokê Amêrîkayê zêde ne zîrek bû û tenê cîyê berî dawîyê girt.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *