Felsefeya Zimanê Rojane (Ordinary Language Philosophy)

Felsefeya Zimanê Rojane (Ordinary Language Philosophy)

Ali Gurdilî 

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî  

1- Gnothi seauton: Gotina bi yewnanî, a ku di wateya ‘Xwe binase!, Xwe nas bike!’ de ye. Ev gotina Sokratesî, li ser derîyê peresthega Delphoiyê hatiye nivîsandin û wekî bingeha feraseta wî a ehlaqê, hatiye nirxandin. Sokrates, bi temamî makulîyê parastî ye û xwenasîna mirovî, wekî bingeha jiyana ehlaqî û ehlaqdarîyê, dîtiye. Li gor nêrîna feylesof, ji bo pêkhatina vê yekê jî, lazim e mirov xwe binasin û rastgo bin.

 

2- Dil: Di tesewifê de, warê (cih) ku nirxên ruhî (giyanî) lê ne. Meqama ku Xwedê xwe li wir nîşanî kesên qenc, welî, dilpak, nefsbiçûk yan jî, ewlîyayan dide. Navê welatê abadînî (ebedî, herheyî), ku warê dildarê (yar) rastîn e.

 

3- Nîşanbar, Şanîder (sign): Bi wateyeke giştî, a ku tiştekî li derveyî xwe nîşan dide. Bûyer (olgu, fact), pêhatî (olay, event), heyîn û objecta ku rastîyeke li derveyî xwe, dide der. Dema nîşanbarek wekî ku di lembeyên trafîkê de rengê sor nîşana ‘raweste’ be û bibe sembola rawestinê û maneyeke kifş bide, ji vê yekê re ‘nîşanbara lihevhatî’ tê gotin. Li gel vê yekê dema rewşeke ku çavdêrî lê tê kirin, yan jî dema rewşeke xwezayî xwe nîşan dide, ji vê şanîderê jî, ‘nîşanbara xwezayî’ tê gotin. Li milê din, dema nîşanbar bişibe nîşana ku nîşan dide, hingê jî ji vê rewşê re ‘nîşanbara temsilî’ dihê gotin. tr: gösterge / fr: signe / al: zeichen

 

4- Gramsci, Antonio: Ramanwerê îtalyan ê navdar ku di navbera salên 1891-1937an de, jiyaye. Berhemên wî yên sereke: 1- ‘Il Materialismo storico e Ia Filosofia di Benedetto Croce’ (Materyalîzma Dîrokî û Felsefeya Benedetto Croce) 2- ‘Gli intellettuali e l’Organizzazione della Cullura’ (Entelektuel û Organîzasyona Kulturê) 3- ‘Note sul Machiavelli, solla politica e solla stato moderno’ (Machiavelli, Sîyaset û li ser Dewleta Modern) û 4- ‘Quaderni del Carcere’ (Deftera Girtîgehê) ne. Endamekî koma kevneşopîya Marksîzma Rojavayê bûye û hewl daye xwe, ku bikaribe wekî sîyaset û felsefeyeke praksîs, Marksîzmê ji nû ve vejîne.

 

5- Gregorius: Ramanwerê xiristiyan ê ku di navbera salên 335-395an de jiyaye û pêşîkîyê daye bawerîyê û rola bawerîyê, bilind kiriye. Li gel vê yekê, gotiye ku lazim e bingeheke rasyonel a bawerîyê jî hebe û aqil, palpiştîya wê bike. Dîsa gotiye ku nepenîyên bawerîyê, ne encamên zanistî û felsefeyî ne û heke wiha bûya, ti ferq û cudahîya xiristiyanîyê û felsefeya yewnanî nedima.

 

6- Ehlaqê Hêzê (ethics of power): Ehlaqê înkîşafparêz (tekamulparêz, evrimci) a Friedrich Nietzscheyê feylesofê alman ku raserî, hêz û afirandêrîyê, wekî bingehekê nirxandîye û xwestiye ku bi vê yekê, xwe bigihîne ramana jormirovî (üstinsan, superman). Biwêja ku ji bo ehlaqê giregir (efendî, serdest) hatiye vegotin, ku ehlaqê kole(tîyê) jî, dijberê wê ye. Nietzsche kultura rojavayê ji kevneşopîya musewî-xiristiyanîyê cuda dike, raserîya mirovî di afirandêrîyê dibîne û daxwaza hêzê jî, li navenda wê ehlaqê bi cih dike. tr: güç ahlakı / fr: éthique de pouvoir

 

7- Zimanê Rojane (ordinary language): Di jiyana rojane de, zimanê ku mirov pê hest, raman û pêdivîyên xwe dibêjin ku bi cîhana derveyî re, guncan e. Beravajîya zimanên teknîkî, zanistî û zimanê rêçikeke ezoterîk, zimanê ku herkes jê fam dike ye. tr: gündelik dil / fr: langue courante

 

8- Felsefeya Zimanê Rojane (ordinary language philosophy): Şax û feraseta felsefeyî a ku giringîyeke mezin dide rola zimanê rojane û dixwaze ku felsefe berê xwe bide wate û koka peyv û têgihên zimanê rojana û wan analîz bike. Ev nêrîn, dijberê feraseta felsefeyê a klasîk û metafizîkê ye û dibêje ku zimanê rojane, ji bo armancên felsefeyî gelekî guncan û kêrhatî ye. tr: gündelik dil felsefesi / fr: philosophie du langage ordinaire

 

9- Estetîzasyona Jiyana Rojane (aestheticization of everyday life): Argumenta ku dibêje di navbera huner û jiyana rojane de, ti cudahî û dabeşbûn, nema ye. Feraseta ku dibêje, dîwarê di navbera huner û jiyana rojane de hilweşîya ye. Ev angaşt, du ferqên cuda nîşanî me dide: 1- Hunermend, berê xwe didin nesneyên rojane yên ji rêzê û wan dikin mijara hunera xwe. 2- Mirov jiyana xwe ya rojane, dikine perçeyeke projeyeka estetîkî a giştî. Lewre dixwazin ku di warê cil û berg, xwiyabûnî û di pêdivîyên malê de, xwedan şêwaz (stil) bin. tr: Gündelik yaşamın estetizasyonu / fr: aestheticisation de Ia vie ordinaire

 

10- Teorîya Rojnavendî (heliocentric theory): Teorîya (dîtwarî) astronomîyê a ku di serdema antîk de, ji aliyê Aristarkhosî ve hatiye damezrandin û piştre jî, ji aliyê Kopernîkê polonî (Nicolaus Copernicus) ve hatiye berfireh kirin. Li gor vê teorîyê, Roj li navenda gerdûnê ye û Dinya, li dora xwe û li dora Rojê, vedigere. Lê belê, bi saya xebatên piştî Kopernîkî, hatiye dîtin ku Roj, ne li navenda temamîya gerdûnê ye û bi tenê, li navenda Sîstema Rojê ye. tr: güneş merkezli teori / fr: théorie héliocentrique

 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev