RÛMETA CILIKÊ

RÛMETA CILIKÊ

Zeynelabidîn zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Di Çanda Kurdî de rûmeta cilikê pir zêde heye.

Dema yek ji bo çareserkirina tiştekî, yan ji bo lihevanîna du xeydokan diçe mala yekî ji wan, lê ew yek xwe dide çivan û naxwaze gelş çareser bibe, kesên hatî dibêje: EZ HATIME LI SER CILIKA TE RÛNIŞTIME, DIVÊ TU BIDÎ XATIRÊ MIN… Hingê xwediyê malê bêgav dimîne ku ji kesê hatî re bêje ERÊ, ez qebûl dikim.

Lê eger xwediyê malê qebûl neke û kesê hat ji mala wî derkeve û bi xeyd here, civata Kurd sezayekî dide xwediyê malê û her kes dibêje: Filankes çû mala wî li ser cilika wî rûnişt jî, lê neda xatirê wî…

 

Gotineke Pêşiyên Kurdan jî weha heye:

”Şerê xwedîtiyê, cilika gidîtiyê”-G.P.

Yanî ger şer di nava xwediyan de jî çêbibe, piştre li ser cilikê lihevhatin çêdibe.

 

CILIK:

Ji wî tiştî re tê gotin ku li nava malê tê raxistin. Êdî bila xalî be, bila merş û kulav be, bila doşek û nermekursî be, ji hev nayê cudakirin.

Lê eger peyva cilik bi serê xwe bête gotin, tenê ji bo merşikê tê gotin.

 

GIDÎ:

Wateya peyva ”gidî”yê jî ya ferhengî ev e:

Gidî/mê. Jêhatî, yanî tu yê ku qehreman î here filan tiştî bike. b) bêwefa, bêemek, nankor.

Ev peyv li gor gotina ku tê bikaranîn, wateya xwe diguhere. Mînak: Gidî, ez ê kengê ji bela te bifilitim?

Ger ji bo jêhatîbûnê be: Gidî were min ji vê belayê rizgar bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev