Banga Federasyona Komelên Kurd li Danmark

Banga Federasyona Komelên Kurd li Danmark

PİŞTGİRÎYA KURDÊN ÊZDÎ LI BAKURÊ KURDISTANÊ ERKÊ HEMÛ KURDÊN WELATPERWER E

 

Demeke dirêje ku êriş û zordariyên li ser Kurdên Êzdî li hin herêmên Bakurê Kurdistanê bi rêya çapemeniyê hatîye eşkera kirin. Teybeten ev rûdanane li gundewarên herêmên Mêrdîn, Batman û Wêranşerê gihiştine asteke bilind. Zordarî û zulma li ser kurdên Êzdî ne tiştekî nû ye. Her tim dewletên dagîrker, ji bo bê tifaqî û dijayetî di nav gel de zindî bimîne, her tim Sunî û Êzdî, Sunî û Elewî û pêkhateyên din li herêmê berdane pêsîra hev û bi wê rê bandora xwe li ser herêmê û gelên herêmê mezintir kirine.

 

Bê şik dagîrker bi tena serê xwe nikarin vî karî bikin. Pêwîstiya wan bi şexsîyetên bi bandor heye, ku mixabin bi piranî hin şexsiyetên musulman û serok eşîr in. Bi destên vana dikarin beşek ji civatê bizêrînin û zordariyê lê bikin. Dewletê cihek teybetî ji vana re diyar kiriye. Evana li ser huquq, li ser edalet û li ser siyasetê de nin, heta ku berjewendiyên wan û rayedarên dewletê ji hev bigire.

 

Êzîdîyên ji Bakurê Kurdistanê di dawîya salên 1980’an û 1990’an de, dema ku şer û bihevçûn li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê gur bû, ji neçarî koçî Ewropa kirin. Piraniya wan li Almanya cîwar bûne. Gelekan ji wan mal û milkên xwe bi emanetî û bi rêya qeyda vîdeo’yê radestî cîranên xwe, eşîrên der û dora xwe kirin, ku bi hezaran salin ev pêkhatene bi hevre dijîn, di nav şîn û şahiyên hev û du de nin. Soz û peymana wan ew bû ye ku erd û zevîyên Êzîdîyan bê beramber ji xwe re rakin û dema ku rojekê rê ji bo vegera Êzîdîyan li welêt xweş bû û Êzîdî carek din vegerîyan welêt, ew jî mal û milkên Êzîdîyan bê pirsgirêk radestî wan bikin.

 

Dema ku pêvajoya ”aşîtî û demokrasîyê” li Tirkîyê destpê kir, li Tirkîyê û li Bakurê Kurdistanê hêvîyên vegerê peyda bûn. Beşek ji Êzîdîyan, dema ku xwestin vegerin ser gundên xwe, mixabin rastî ne xweşî û pirsgirêkên ji alîyê hin derdorên xwe ve hatin. Li hin herêman, cerdevanan bi hukmê çekên xwe û bi piştevanîya hin rayedarên dewletê nehêlan Kurdên Êzdî vegerine ser gundên xwe û ew soz û peymanên ku dabûn ji bîr kirin û çand û kultûr û heq û huquqa cîrantîyê bin pê kirin.

 

Eva çendîn sal in ku bi taybet gundên li herêma Bişêrîya bi ser Elîhê ve ketine pey doza gundên xwe. Cerdevan xwe di gundê Kelhokê de asê kirine û dernakevin. Dema nîştecîyên gund ji Almanya diçin herêmê ji bo erdên xwe, zevîyên xwe yên tapokirî rakin, bi mehan di hotêlan de dimînin, nikarin herin malên xwe û rastî êrîşan tên. Gelek caran di bin çavdêrîya ewlekarîyê de zevîyên xwe goristan û şûnwarên xwe zîyaret dikin.

 

Li herêma Mêrdînê jî, li navçeyên Midyad û Nisêbînê, li gundên wek Efşê û hwd. de jî pirsgirêkan serî hildaye. Êzîdîyên li herêma Amed û Rihayê jî ji pirsgirêkên hin derdorên xwe bêpar nemane.

 

Gelek ji van cerdevan û hin eşîrên ku ji Êzdîyan re pirsgirêkan derdixin, endam û alîgirên hin hêzên sîyasî yên desthilatdar li herêmê ne, lê ew hêzên desthilatdar jî çavên xwe ji van kiryaran re digrin û weke ku tiştek rûnedabê, xwe jê bêrî û kerr û lal dikin.

 

Kurdên Êzdî jî ji mecbûrî serî li dadgehên dewletê dane. Herçend dadgeh wan xwedî maf jî bibîne, lê biryarên dadgehê heta vê gavê jî bi şeklê ku tê xwestin nehatine bi cî kirin û çareserîyeke mayinde bi xwe re neanîne.

 

Zordar û çavsorên Kurdên Sunî li herêmê bi çavlêgirtin û xwe lêbêdengkirina hin rayedarên dewletê û eşîran, çavsoriya xwe didomînin û terka gund û zeviyên Kurdên Êzdî nakin.

Ev bûyerên rû didin, cihê xemgînî û şermezarîyê ne. Erkê hemû kurdên welatperwer, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê ye, ku bi hev re hewl bidin, van bûyeran bişopînin, pêşîyê li vê zulm û zordariyê bigirin.

 

Lêxwedîderketina Kurdên Êzdî erkekî netewî, civakî û axlaqî ye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev