DÎKTATOR Û JIN

DÎKTATOR Û JIN

Husên Duzen

 

Beṣekî mezin ji alîgirên Hitler jin bûn. Gelekên ji wan kêliya ku di mîtîngan de li Hitler guhdarî dikirin, bi wan xweṣ dihat. Ne tenê Hitler, gelek dîktatorên van sedsalên dawî bi alîkariya jinan dikarîbûn desthilatdariya xwe damezirînin û dom bikin.

 

Bêguman sedemên vê rastiyê jî hene. Ew jî di kurahiya ruhê mirov de ne. Eṣkere ye ku ev peywendiya jinan û dîktatoran ji bindestiya jinê tê. Ne jin tenê, mirovên ku gelek tên çewusandin, bêtir sadiqî kesên ku wan diçewusînin dimînin.

 

Di destpêka salên 1990 de, piṣtî Helebce, di dema ṣerê Xelîcê yê 1, li Cenevreyê kongreya jinên cîhanê ji bo aṣitiyê pêk hat. Hîngê jineke kurd î ciwan jî beṣdar bûbû. Wê kurdê xwest ku kongre kirinên Saddam î li dijî kurdan jî ṣermezar bike. Bi sedan jinên ereb û hevalên wan î çepgir, di salona civînê de kiribûn qîrîn û destên xwe li maseyan xistibûn. Heta ku mafê peyvê ji wê jina ciwan nehatibû standin ew ranewestiyabûn.

 

Mixabin di nav wan jinên pro Saddam ku nedixwestin jina kurd bahsa Helebce bike de parêzvana mafên jinan nivîskara misrî Nawal El Saadawi jî hebû. Ev navê dawiyê dikare mîna mînakeke ji bo wê rewşa heyî bê dîtin, lê belê ev rastiya ku gelek alîgirên herî nêz yên Saddam û Qedaffî jin bûn neguhere.

 

Qedafî ne tenê bi parêzvanên xwe jinên çekdar nav da. Wî bi darê zorê bi alîkariya çekdarên xwe gelek jin dida anîn û ew bikartanîn. Mixabin li gel vê kirina wî jî muhafizên wî yên ṣexsî jî bêtir jin bûn.

 

Tevgera jinan li seranserî dunyayê hişmendiya jinê bi ṣêweyekî erênî guhert. Wer xuyaye ku li gel gelek pîkoliyên di vî warî de jî, nikarîbû derzê li pêwendiya di nav jinan û dîktatoran de bixîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev