Rêvîya bê terî

Rêvîya bê terî

Nimûneyek ji zargotina gelê me

Îsmaîl Axa

 

Go rojekê rêvîyek terîya wî di bin zinarekî de dimîne û bê terî dimîne.

Rêvîyekî din ji wî sewal dike:

– Çima te terîya xwe jêkirîye?

Ê bê terî dibê; hema tê bêje bê kêfa min li cîh e. Ez dikim ji kêfa bifirim.

Rêvîyê din jî dihere û terîya xwe jê dike, lê belê hew êşê dikşîne. Tê cem revîyê bê terî û dibê: -Te çima derew li min kir, kêfa min nayê û dewsa wê jî diêşe?

Ê bê terî dibê:

-Heger min werê negotiba, ezê tenê bê terî bûma û weyê henekê xwe bi min kiriba. Îja tû jî wek min bike, bila ê wek me pir bibin ji bo kes henekê xwe bi me neke.

Welhasil yek û yek terî bi vanê din jî didin jêkirin.

Piştî demekê rêvîyê bi terî nikarin derkevin ji ber ku ên bê terî bêtirin û henekê xwe bi wan dikin.

Ev jî mesela me Kurda ye. Ên Apocî û kardeş vatancî ji ên Kurdîstanî bêtir bûne. Gava tu dibê serxwebûn, dibên: Hela min û li vî bêhişî binêrin! Kurdîstana çi?

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev