Dengbêj dimire, deng û awazên wî dimîne!

Dengbêj dimire, deng û awazên wî dimîne!

İkram Oguz

Dengbêj Huseyno 20 sal berê, roja 8ê Nîsanê di koça xwe ya dawîyê da, bi termê xwe ji vê dinê çû, lê deng û awazên wî mayînde ma.

Gotineka pêşîyan e, dibêjin; „Gotin difire, nivîs dimîne!“

Lêbelê, ger ku gotin bi deng û awazên dengbêjan va xemilandî be, bifire jî tu car wenda nabe.

Dengê ku bi awazên dengbêj va dikemile û di civata mîr û hekiman da dibe stran û ji nav civakêderdikeve, li çol û çîyan olan dide û ji xwe ra li xwedîyek nû digere. Zû ya jî dereng, dibîne jî. Ew xwedîyê nû jî, ya xortek ji xortên li ber lingên dengbêj rûniştî, ya jî zarokek ji zarokên ku li paş derîyê odê sekinî û guhdarîya dengbêj dike, ye.

Deng û awaz bi guhê kê va bizeliqe, ew êdî şagirtê dengbêje û gotin û awaz di hişê wî da cîh digre, ji nû va dikemile, bi xeml û rengekî nû va careke din jîndar dibe…

Jiber ku cîh û warê gotina dengbêj civat e. Heta ku civat hebûna xwe bidomîne, dengbêj û gotina dengbêj di wê civatê da ji xwe ra li starîyekdigere û dibîne.

Dengbêj ne tenê xwedîyê gotina xemilandî, ew, çavkanîya hiş û hişmendîyacivakê, parêzvan û pêşvebirên zimanê Kurdî û herweha hilgirên dîrok û wêje ya devkî ye.

Ji dengbêjên ku deng û awazên wî wenda nebûyê û nabe, yek jî Huseyno ye, Huseynoyê Mûşê ya jî Huseynoyê Orgînosê…

Huseyno jî li ber çoka dengbêjek mezin bûye, ku ew jî bavê wî Şakirê Namet e. Mirov Kurd û dengbêj be û di çîroka wî da koç û koçberî cîh negre, nabe. Li enîya Şakirê Namet jî koçberî hatîye nivîsandin. Ew di destpêka sedsala 20an da ji herêma Motkan mala xwe bar dike û tere li gundê Orgînosê bicîh dibe. Orgînos ji nave wê jî tê xûya kirin, gundekî Ermenîyan e di qeyd û bendên Osmanîyan da “Urganots” ya jî “Horganots“ cîh digre. Di sala 1928an da bûye Orgînos, dûra jî bi navekî tirkî û ji bi nîva hatîye gûhartin û bûye Çukurbax. Orgînos îro jî wek gundek ji gundên girêdayî bajarê Muşê ye û durahîya wê ya ji navenda bajêr jî 16 km ye.

Dengbêj Huseyno, di sala 1936an da li Orgînosê çavên xwe li dine vedike. Bavê bavê wî dengbêj Şakirê Namet, dîya wî jî Husna ye. Huseyno li ber çoka bavê xwe mezin dibe û dengbêjîya xwe jî di dema zarokatîya xwe da ji bavê xwe werdigre. Bi awayeka din, ew şagirtê bavê xwe ye.

Huseyno di dema xortanîya xwe da Dengbêj Reso nas dike. Ew jîmîna hemsalê xwe Dengbêj Şakirodibin tesîra Reso da dimîne, ku her sê dengbêjên bi nav û deng, her yek bi taybetmendîyek xwe ji ekola Evdalê Zeynikê ne.

Huseyno di axaftíneka xwe da di derbarê vê yekê da wuha dibêje: „Di dengbêjîyê da terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min hev du temam dikin.“

Ew dengê wî yê pesindayînê heq dike, hê di xortanîya wî da li warê dengbêjan, li seranserê Serhedê belav dibe. Di sala 1956an da hê 20 salî ye, rêvebirên Radyo ya Erzirumê ji deng û hunera wî hayîdar dibin. Bi wî ra dikevin têkilîyê û jê ra pêşnîyarek dikin. Ger ku ew bi tirkî bistirê, ew dê dengê wî di radyoyê da qeyd û arşîv bikin. Huseyno wê pêşnîyarê red dike û stranbêjîya bi zimanê tirkî qebûl nake.

Huseyno herçiqas li Orgînosê bijî û bi karê çotkarî û ajalavanîyê ra mijûl bibe jî, mîna hemû dengbêjan ew jî mirovek gerok e û gund bi gund digere. Di dawet û şahîyên gundan da cîh digre û bi dengê xwe yê zirav û bilind distirê, dibe çavkanîya dengbêjan û rê li ber wan vedike.

Tê gotin ku di malbatê da kesê ku karê dengbêjîyê neke, nîne. Ji bilî Delîl Dîlaner, Xalidê bira, Şemsedîn û Behçedê birazî û Cahîdê lawê wî dengbêjên naskirî yê ji malbatê ne.

Huseyno bavê sê qîz û şeş lawan e.

Qîza wî Çîçek, di derheqê bavê xwe û dengbêjîya wî da wuha dibêje: “Me di zarokatîya xwe da bavê xwe zêde nedidît. Jiber ku ew li ser pişta hespê, li tevayî Kurdistanê digerîya û ji şîn û şahîyek şûnda nedima. Carcaran diçû, mehekî nedihat. Em bi hesret li benda vegera wî diman û şîev û roj me rêya wî dipa.

Ew di jîyana xwe da mirovek bi kêf û henek, bu. Li gund ba jî, me ew têr nedidît. Jiber ku derdora wî wala nedibû. Carcaran hinek kes ji dûr va dihatin, ji bavê min ra qala bûyereka kuli wan qewimîye dikirin û digotin, divê tu li ser vê bûyerê stranek derbixî. Qala dem û cîhê bûyerê dikirin, çend nav didan bavê min û diçûn. Bi çûyîna wan ra bavê min xwe diavêt kuncikê odê, li ser piştê vedizelîya. Çavê xwe digirt, destê xwe jî dida ser enîya xwe, di ber xwe da dilorand û li ser wê bûyerê strana xwe çê dikir…

Bavê min ne tenê dengbêj, ew gula civatan bû. Gundî dicivîyan û bê hilbijartin mohra muxtarîya teslîmî bavê min dikirin. Bi vî awayî bavê min bi salan muxtarîya gund jî kir.”

Huseyno di destpêka salên 1970yî da jibo xebatê berê xwe dide Almanya yê. Lêbelê ew zêde nasekine, li welatek xerîb, ji dengbêjî û ji ware dengbêjîyê dûr nikare bijî û loma şûnda vedigere.

Huseyno yê ku min dengê wî di dema zarokatîya xwe da bihîstibû, di sala 1991î li Stenbolê rû bi rû dît û ji nêzîk vanas kir.

Partîya Keda Gel (HEP) di havîna sala 1990î da hatibû damezrandin û ez jî rêvebirê şaxê navçeya Fatîhê bûm.

Di destpêka sala 1991î da HEPê bi biryarek navendî xwe amade dikir, ku cara yekem li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê bi fermi û girseyek mezin Newrozê pîroz bike. Li Stenbolê Salona Werzişê ya Abdî Îpekçî hatibû kirêkirin û roja Newrozê jî bi deh hezaran Kurd bi kelecan hatibûn, di salonê da cîhê xwe girtibûn. Ji bo şahîya Newrozê, ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend hatibûn û ji wan yek jî dengbêjê bi nav û deng Huseyno yê Mûşê bû. Huseyno yê ku heta wê rojê di civat û şahîyên gundan da kilam gotibû, cara yekem li pêşberî hezeran û bi mîkrofonê distira. Di destê wî yê çepê da mîkrofon, destê xwe yê rastê jî avêtibû guhê xwe, li qada salonê digerîya û distira. Dengê wî yê tîz û bilind li seranserê Stenbolê olan dida. Bi deh hezaran Kurd bi guhdarîkirina kilam û stranên wî kêfxweşîya xwe bi çepikan dianîn ziman, ew jî bi dengê çepikên wan va çoş dibû û ji dil va distira…

Dengbêj Huseyno qasî bihêzîya dengê xwe, bi awaz û sewta xwe jî xwedî tabetek cûda ye.

Dengê wî yê tîz û bilindê ku mîna zengil ji qirika wî derdikeve û bi sewta wî ra dikemile merîya dorpeç dike, digre û di nav deşt û zozanên Serhedê da bi xwe ra digerine.

Di kilam û stranên wî da qasî evîn û evîndarîyê, mêr û mêrxasî, şer û pevçûn jî cîh digre.

Loma, mirov bi kilam û stranên wî yên li ser mêranî û merxasîya Kurdan xemgîn dibe û di kurahîya dilê xwe da digrî. Bi kilam û stranên wî yên li ser evîn û evînadîrîyê jî rûyê merîya dikene, meriv dilşa û bextewar dibe…

Huseyno li ser gelek serok û rêberên Kurdan jîkilam û stran derxistine û mirov di kilam stranên wî da welatperwerîyek bihêz jî dibîne. Ji wan stranan yek „Mîrê Min” e, ku ev stran li ser serhildana Şêx Seîd derxistîye û di beşek stranê da wuha dibêje:

Mîrê Min Mîrê min, mîrê min, mîrê min….

Mîrê min heyran sibe ye ez diçûme Dîyarbekira şevitî, kela welîyan e…

Ezê diçûme Dîyarbekira şewitî bala xwe didimê cotê qanûna digere,

ji êvar da tevî polêsan bi dewrîyan e

Çûme derê mahkema Dîyarbekira şewitî bala xwe didimê, distînin îfadeya bavê Şêx Elî Riza,

Qutbê zemanê çîyayê Bingolê distînin ji îdama Kurdan ra qirar dane

Kesekî xwedanê xêran tune, xwe berde Kerkûk û Silêmanyê,

ji wê ra xwe berde mîrata Erebîstanê…

Bila bibêje mala we mîrat be çîyayê Bîngola şewitî, reben ez im gelo bi dûman e.

Perîşanê bi sê dengan dikir gazî, digo heyfa min nayê bi mirina bi Kurdan e

Heyfa min ew e, golikên li ber çêlikan rabûne, ji xwe ra dibêjin, em ga ne

Tolazên van salan çakêtên xwe avêtine ser milan, li ser xanîya şêwir û mişêwre dikin

Li dû Xalitbegê Cibilî, Keremê Qolaxasî, Şêx Seôd Efendî li dinyayê, dîsa dibêjin em axa ne

Mîrê Min Mîrê min, mîrê min, mîrê min….

Mîrê min heyran sibeye diçûme Varto û Gimgima şewitî gelo wê bi ce ye

Min dît taqîba bavê Şêx Elî Riza rabû ji Erzirumê ji Qerekilîsê,

ji Wanê ji Bitlîsa şewitî deste bi deste ye

Kesekî xwedanê xêran tune kaxizekî bişîne cem Silêmanê Ehmed bavê Ferzende ye

Bibêje mala te xirab be hukumeta Cumhuriyetê li me hatîye xezebê ye…

***

Huseyno li ser tekoşîna Mele Mistefa Barzanî û serokê Kurdên Rojhilatê Simkoyê Şikakî jî kilam derxistîye û straye…

Kilama wî ya li ser Silhedînê Mala Seydo, kilamek ji kilamên wî yê sereke ye û beşek ji wê kilamê jî wuha ye…

Axa o axa o

Ji berê da camêrê mêra o

Bav û kale te rabûne nerabûne palbendê eşîrano

Sibeye, yûzbaşîyê cendirman yûzbaşikî delodin e

Yûzbaşî ji Bismilê derketîye tê û dilezîne

Qerebaxçê ji ber gîzmê xwe dikişîne

Bi ser serê Silêman û Ebdulqadir, Usiv û Îbrahîm da dihecîne

Dibê lawo ca were ji min ra bibêjîn fîrarên binya xetê hatine kî û kî ne

Îbrahîm dibêje, yûzbaşîyo lo lawo

Qey tu nizanî fîrarên binîya xetê kî û kî ne

Yekî wî Îsmaîlê kurê Şêx Şemsedîn e

Yekî wî Ûsê Evdurehîm e

Yekî wî Cemîlê Seyda ye, ku peyayê Şêx Nûredîn e

Eger tu qala mahkûmên binya xetê dikî,

Jê ra dibêjin berxê Mala Seydo Silhedînê delodîn e

Li deşta bişêrîyê di nava zevîya genim da cîbicî rûnîştîne…

Huseyno, di 1998an da jin û heval xwe ya bi salan, Dîlbera ku jîyana xwe pê ra parvekiribû, wenda dike. Piştî mirina Dîlberê tenê dimîne û xemgîn dibe, dikewice û berxwe dikeve.Di heman salê da krîza dil derbas dike ûgirêdayî cîh û nivînan dibe. Pişîtî nexwaşîîya çend salan, di roja 8ê Nîsana sala 2001î da koça xwe ya dawîyê dike û termê wî bi merasikmeka mezin, li gundê wî, li Orgînosê tê binaxkirin.

Dengbêj Huseyno 20 sal berê ji civatên mîr û hakiman xatirê xwe xwest ûçû, lêbelê deng û awazên wî yên bi hev ra xemilandî,ji me ra wek mîrateke bêhempa ma…

 

Çavkanî:

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev