Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 6

Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 6

Me heta niha, her roja şemîyê beşek ji kitêba hiqûqzanê Ermenîstanê yê herî binavûdeng, welatparêzê mezin, heyranê erf û edetên miletê xwe û welatê xwe Têmûrê Lêşo Biroyan raberî we kiribûn. Îro em beşa 6an, ango ya dawî, çap dikin, ku derheqa kurdên Ermenîstanê da ne. 

Pirtûka wî ya bi sernivîsa BERBANG bi du zimanan – bi rûsî û ermenî – çap bûye, berpirsyarê malpera me jî wê berhema delal werdigerîne kurdî û raberî we dike, piştî demeke kurt jî ewê wek pirtûkeke cuda, bi zimanê dayka nivîskar – kurdî, ronahî bibîne û bibe milkê xwendevanên miletê wî û welatê wî.

Di vê beşê da nivîskar bala me dikişîne ser jîyana kurdên Ermenîstanê, ku heta hilweşîna Yekîtîya Sovyet di hêla pêşketina çand û edebîyeta me, ziman û ulmê miletê me da, rewşa aborî û jîyana ruhanî ya gelê me ser dereceya pir bilind bû, lê dema Ermenîstan serbixwe bû, her tiştê me weke welatê me – Yekîtîya Sovyet hilweşîya… Hinek miletçîyên ermenî û nezanên me, ku dibêjin em êzdî ne û ne kurd in, ya xwe kirine yek û di encamê da hema bêje hemû kurdên musulman û beşeke kurdên êzdî terka welêt kirin, radyoya kurdî, rojnameya ”Rya teze”, dersdayîna zimanê kurdî di dibistanan da, beşa kurdzanîyê li Akademîya Ermenîstanê, Yekîtîya nivîskarên kurd hilweşîyan, tu kes ji kurdan ser karê bilind nema, hinek kesên pêkenî ji zozanan daketin, gotin ez xwedîyê milet im, ez rêberê dînê êzdîyan im li cihanê…

Derheqa van hemû yekan da di vê beşa pirtûka nivîskarê kurdî zane û welatparêz Têmûrê Lêşo da bixwînin.

 

Têmûrê Lêşo Biroyan

Kurdên Ermenîstanê 

Îzbatîyeke dîrokî ya bê şik e, ku kurdên êzdî, ku di nîveka duduyan ya sedsala XIX ji Tirkîyê hatine raqetandin, li Ermenîstana Rohilatê sitar bûn û bi aşîtî jîyana xwe berdewam kirin. Kêmasî tenê ew bû, ku serokatîya herêmên ku kurdên êzdî lê sitar bûbûn, hewil nedidan bo wan xanîyan çê bikin, kurdên êzdî ne dikirine nava statîstîka hesabkirina miletan, giringîya qeydkirina malûmatîyên derheqa demografîyê da piştguh dikirin. Bûyîna zarokan, zewac-mêrkirin, wefat nedihatin qeydkirin, em êdî behsa wê yekê nakin, ka gundî bi çi şertan li malhebûna gund kar dikirin, rewşa wan ya tundurustîyê di çi halî da bû. Ew rewş piştî deh salên pêşin yên damezirandina qeydê Sovêtîyê jî berdewam bû. Di paşdemê da ew pirs hatine çareserkirinê.

Piştî qewînkirina qeydê Sovêtîyê serokatîya Ermenîstanê, weke ku dereceya jîyana gelê ermenî dida başkirinê, herweha bi wî awahî pirsgirêkên wan miletên kêmjimar jî dida çareserkirinê, ku li ser axa komarê dijîtin. Hela di ser da jî, balkêş e, ku di salên 1930î da serekê Ermenîstanê, dostekî gelê kurd yê qenc, Axasî Xancyanê rehmetî , wek ku me gotîye, pêşnîyar kir wek miletekî kêmjimar çend ardimîyan bidine gelê kurd, bo bikaribe di nava demeke kurt da dereceya çanda xwe, perwerdehî û jîyana rojane bide bilindkirinê.

Cara pêşin li Rewanê Zaniştgeha Kurdî ya mamostatîyê hate vekirinê, ku kemala wê pir mezin bû bona amadekirina kadroyên dersdar yên kurd. Li hemû gundên ku kurd lê diman di dibistanan da dersên zimanê kurdî dihatine dayîn. Bi piştgirîya dewletê rojnameya “Rya teze” hate weşandin, ku di karê bilindkirina dereceya kurdan ya di hêla çandî û civakî da roleke pir mezin lîst.

Di salên paşdemê da hukumeta Ermenîstanê sîyaseta A. Xancyan berdewam kir û li ser axa ku zêde kurd lê diman navçeya Elegezê da sazkirinê, li wir jimara kadroyên kurd êpêceyî zêde bû, ku bi ermenîyan ra tevayî li navçeyê di postên bilind da kar dikirin. Hinek caran kurd wek sêkrêtarê pêşin yê navçeyê dihatine hilbijartin, kadroyên xwendî û zane, wek Nadoyê Xudo Maxmûdov, Semendê Elî Sîabendov, Xalitê Mûrad Çetoyêv, yên ku pirsgirêkên navçeyê bi awayekî serketî çareser dikirin.

Bona binecîyên kurd yên komarê Şanoya kurdî ya dewletê hate damezirandin, ya ku di nava deh salên heyîtîya xwe da di karê bilindkirina dereca çandî ya gelê kurd da roleke pir mezin lîst. Heta salên 1990î çend kurd bûne parlamentarên Parlamentoya Ermenîstanê, yên ku him ser karên bilind da bûn, him jî pêşengên malhebûna gund bûn. Wana erkên xwe yên parlamentarîyê û daxwezên hilbijartîyên xwe bi serketî pêk anîn.

Sazkirina navbend û beşên Kurdzanîyê li Zanîngeha Rewanê ya Dewletê, herwiha li Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstana Sovêtîyê di karê bilindkirina kalîteya xwendinê û perwerdehîyê da çêkirina kadroyên kurd yên nû roleke pir mezin lîstin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku ev bûyerên me behs kir, xwedî kemaleke mezin bûn di hêla pêşketina çand, dîrok, ziman û edebîyeta gelê kurd da. Bi kurtî, li Komara Ermenîstanê Navenda Kurdzanîyê ya mezin hate damezirandin, ku wê demê li cihanê ya here navdar bû. Bi bawerîya min, gelê kurd gerekê bo vê xemxurîya gelê ermenî şêkirdar û minetdar be bo vê helwesta qenc û dostane.

Mixabin, di paşdemê da, gava desthilat dû hev li Ermenîstanê hatine guhastin, bêy ku guh bidine daxwezên gel, wek berê bi çavekî qenc li gelê kurd ne dinêrîn, di hindava wê da zêde ne xemxur bûn. Di encamê da pêvajoya pêşketina kurdan ya di hêla çandî da hate sistkirinê. Piştî karê kêrhatî û kardar ya gelek salan, bêy tu sebebekê Zaniştgeha Kurdan ya Mamostatîyê hate girtin. Şanoya Kurdan ya Dewletê jî tiştekî zêde hesibandin, ew jî wê demê ku wî çaxî li komarê zêdeyî 40 Teatroyên dewletê hebûn, di nav wan da teaatroya azirîyan, herwiha Zaniştgeha azirîyan jî nehate girtin.

Sala 1949an navçeya Elegezê ku piranîya binecîyan kurd bûn, hate rakirin, piştî bîst salan careke din ew navçe çê bû, lê vê carê navenda wê gundê ermenîyan – Saxkahovît hate hilbijartin, ku perê navçeyê da bû, çûyîn-hatina wir pir zehmet bû, lê gundê kurdan – Elegez tam di navenda navçeyê da bû, li ser riya Rewaan-Vanadzorê. Him miletê ermenîyan, him jî kurdan bo vê pirsê şikyatê xwe kirin, nerazîbûna xwe dîyar kirin. Lê desthilatê ne xwest guh bide dengê milet.

Di salên 90î ya sedsala buhurî da, rojnameya bi zimanê kurdî “Rya teze”, ku heftê salan derdiket, di rûyê rewşa aborî da weşana xwe da sekinandin. Li dibistanên warên kurdan hînbûna zimanê kurdî an dane sekinandin, an jî dewsa wî zimanê ermenî fêr kirin, ku wê demê piranîya şagirtin wî zimanî nizanibûn.

Beşên Kurdzanîyên yên li Akadêmîya Zanyarî û li Zanîngeha Rewanê ya Dewletê da hatine girtin, weşanên bi zimanê kurdî êdî hew derdikevin. Nivîskarên kurd, ku rewşa wan a aborî ne zêde baş bû, karê xwe yê efrandarîyê hema bêje dane sekinandin. Sîstêma amadekirina kadroyên kurd tam ji ortê rabû. Eger dema Sovêtîyê da çend kurd di Parlamentoya Ermenîstanê da dihatine hilbijartin, lê di van bîst salên dawî da tu kurdek li Parlamentoya Ermenîstanê nehatîye hilbijartin. Ew jî wê demê, ku piştî mihacirîya ji Ermenîstanê, di komarê da dîsa çil hezar kurd hebûn û ew bi jimara xwe va ji wan hemû gelên kêmjimar bi tevayî hildayî zêdetir bûn. Eger berê kurd dikaribûn di karên bilind da bêne kivşkirin, heta dikaribûn bibûna wezîr û cîgirê wezîr, lê niha, mixabin, mecaleke wisa tune.

 

Eksî wê, ji alîyê desthilatê da pêkneanîna bingehên sîyaseta miletîyê bû sebebê wê yekê, ku hema bêje hemû kurdên musulman, ku ser axa komarê dijîtin, herwiha zêdeyî nîvê kurdên êzdî mecbûr bûn mihacir bibin, li gelek welatên dereke bibine penaber.

 

Tu kes nikare înkar bike, ku kurdên ku îro li ser axa Ermenîstanê dijîn, sipasdarên gelê ermenî ne, bo helwesta germ, dostanîyê û qenc. Gelên ermenî û kurd di rewşeke dostanîyê da dijîn û dixebitin, tu nîşanên miletçîtîyê, nuxsankirinê, biçûkdîtinê tune, lê em vê yekê nikarin derheqa desthilatê da bêjin.

Dostanîya ermenîyan û kurdan bi rehên xwe va digihîje kûranîya sedsalan. Dîrokê wisa kirîye, ku ev herdu milet gerekê bi aşîtî û cînaartîyeke qenc va bi hev ra bijîn. Li welatê me kiryarên hinek nûnerên desthilatê yên xêrnexwazîyê nikarin biratîya van herdu gelan ya pir sedsalan têk bidin.

Em bi heqî aciz dibin, ku pey rûxandina sazûmana Sovêtîyê û hatina Partîya Ermenîyan ya Tevgera Hemmiletîyê li Ermenîstanê ser hukum, hinek kesên qaşo zanyar, ne bi sidqê qenc, heta niha jî hewil didin dutîretîyê-dibendîyê bikine nava gelên ermenî û kurd da. Bona wî meremî bi zanebûn kurdan pareveyî ser du miletan dikin, bêy ku guh bidine îzbatîyên dîrokî, dibêjin xudêgiravî êzdî û kurd du miletên cuda ne, di ser da jî êzdîyan hesab dikin wek dostên ermenîyan, lê kurdan – na. Lê gelê ermenî van helwestên dûrî aqilan yên bi zanebûn rind derc dike. Ya ecêb ew e, ku vê “têorîyayê”, ku bi kirêtî îzbatîyên dîrokî didine feşkirinê, xuyaye an ji nezanîyê an jî nehajpêhebûnê, çend kesên ji desthilatê jî qebûl kirin. Hema bi wê sebebê jî desthilatê destpê kir wê têorîyê di jîyanê da jî pêk bîne. Weşanên Radyoya kurdî ya sehetekê, du caran dane kurtkirin. Nîv sehet dane kurdan, lê nîv sehetê din dane êzdîyan, ku di hêla îzbatîyên dîrokî da qet nayê qebûlkirin, çimkî herdu weşanên radyoyê jî bi eynî zimanî ne – bi zimanê kurdî ne. Ev rewşa han şertên wisa saz kirin, ku çend kesên bêşeref, xwehiz yên ji alîyê kurdên êzdî yên komarê da nayêne qebûlkirin, bi serî xwe, xwe bi nav kirin wek rêberên Yekîtîya êzdîyan ya hemcihanê. Ew jî wê demê ku rêberê kurdên êzdî Tehsîn Beg e, ku Mîrê ruhanî yê Ziyareta Laleşa Nûranî ye, ku li Kurdistana Îraqê ye. Em wê jî bêjin, ku Mîrê êzdîyan hertim digot û mak dikir, ku êzdî û kurd miletek in, lê dînê wan cuda ye. Bi dilêşî gerekê destnîşan bikim, ku him di nava ermenîyan da, him jî di nava kurdan da kesên mixenet hene, xuya ye ji alîyê hinek hêzên tarî da têne piştgirîkirin, yên ku hinek kêmasî û şaşîyan bi kar tînin bona di navbera miletan da dijminatîyê pêşda bînin. Gerekê xêrnexwaz û şerletanên wisa şermezar bikin, çimkî gelê ermenî bi xêrxwezî berê xwe dide hemû miletên kêmjimar. Ez bi nimûneya malbeta me dikarim hemû gevezetîyên jiberxwederxistî înkar bikim. Ez li Ermenîstanê ji diya xwe bûme û mezin bûme, di nava şêst salên xebata xwe da min weke çil salan di sîstêma Dozgerîya Ermenîstanê da karê serokatîyê kirîye. Herdem jî bi ermenîyan ra xebitîme, ez di karê xwe da azad û serbest bûm, min tu caran hîs ne kirîye ku di hindava min da miletçîtî kirine, herdem jî bi dilovanî û xêrxwezî berê xwe dane min.

Min tu caran texmîn nekirîye, ku ez nûnerê miletekî din im.

 

(dawî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev