Berhemên kurdzanên me – 238

Berhemên kurdzanên me – 238

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa şeşan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -6

Ji Kurdên sirgûnkirî 54 endamên Partiya Dêmokrasiyê bûn, yek jî endamê Partiya Komarî ya gundiyan a millî bû (240, 1962, No 4, r. 10). Ev isbat şehadet dide ku berê her tiş tî ew rola ku serokatiya Kurdan a fêodal di dema serkarîkirina Partiya Dêmokrasiyê da lîst gelek giring e. Ew rol giring bû usa jî bona pevgirêdanên xurt tevî partiyên cihê-cihê, ya duda jî ku sirgûnkirina mîlîtanên Kurdan ên bi nav û deng ne tenê bi sebebên civakî-aborî bûn, lê bêtir siyasî bûn. Komîta yekîtiya millî ku tesîra partiya Gel-Komarî li ser gelekan hebû, bi wê mecalê dicedand ku ne tenê şerkariya Kurdan bê serî bike, lê usa jî dixwest hukmê Partiya Dêmokrasiyê li navçeyên Kurdan bide hildan.

 

Di 27 oktobr 1960 da, KYM zagon No 114, ku li gora wê pareke profêsor û rêktoran bona karê sazkirina Kurdistana serbest dihat gunehkar kirin û ji zanîngehên welêt hatin derxistin, qebûl kir (215, 1961, No 7-8, r. 40).

 

Di nava koma “49” da usa jî rojnamevan Ebdulrehman Efemdolek ku li Diyarbekirê rojnama “Ileri Yurt” diweşand hebû. Ew bi 17 “suc” dihat gunehkar kirin. Rojnama “Yeni Sabah” ku li Stembolê ronahî didît, rûpeleke “Ileri Yurt” bi fotokopî, bi helbesta kurdî va çap kir û de’w dikir ku “gunehkarên wan sûcan” berk ceza bikin. “Sûckar” hat girtin. Lê ji ber ku gelek avukatên kurd hatin Diyarbekirê bona ku wî biparêzin, wê çaxê ew hat berdan. Lê paşdemê polîsê Tirkiyê careke din ew tevî çend mîlîtanên kurd ên bi nav û deng girt (41).

 

Rêxistinên Kurdan ên welatên derve dijî girtina wan derketin. Ji bo nimûnê, di 2 çileya paşîn 1961 da Komela Xwendekaranî Kurd li Ewropayê li ser navê C. Giirsel têlêgrama protêstokirinê, ku dijî girtina mîlîtanên Kurdan bû, şand. Lê di 15 çileya paşîn da, wê komelê ji serokê dewleta Tirkiyê ra bang şand û tê da de’w dikir ku hemû mîlîtanên siyasî berdin û otonomiya Kurdistanê di nava sînorên Komara Tirkiyê da nas bikin (215, 1961, No 7-8, r. 41).

 

Lê komên Tirkiyê yên serkarîkir ew de’wkariyên heq bendî tiştekî hesab ne kirin. Nexwestina hukûmetê, ku li ser bingeha heqî bi safîkirina pirsa Kurdan va mijûl bibe, xweserîtiya dîwana cî hêrsa bineciyên kurd ên ku protêstoyên mezin kirin, rakir. Di destpêka sala 1961 da, dest bi karê Wcin gotî Mêrdînê bû. Wê çaxê , ji bo ku eskerek sîleyekê dabû bineciyê Mêrdînê, temamiya bajêr di nava çend saetan da bû meydana şerr : eskeran gulle dikirin, lê bineciyan kevir û dar kewkî dikirin. Tenê pey hatina pareskerên suwarî û tankan li dîwanê ra, li hev hat bineciyên bajêr bê çek “rehet” bike. Kurdên Wan, Bitlîs, Diyarbekir, Sîwerek û lirfê hatibûn hawara Mêrdîniyan. Tevgera Kurdan li wan navçan ewqas bi k’el û bîn bû ku eskeran balafir dane xebatê (253, 1961, No 5, r. 7).

 

Bi vî awayî “safîkirina” pirsa Kurdan bi hovîtî hincirandina serhildanên Kurdan ên salên 20-30 tîne bîra mirovan. Di gulana 1961 da li Bûrsê mehkema 8 Kurdan hat kirin. Ew ev kes bûn : Mehmûd Ertûş, Bala Qertel, Kinyaz Qertel, Xalit Qertel, Abdulbaqî Qertel, Ebûbekir Ertûş, Caftagizêr Qertel û Ebdulrehman Qereqûş, yên ku di nava jimara “55”an da hatibûn girtin û hela di sala 1960 da ew şandibûn Bûrsê. Ew di nava karkirina casûsiyê, ku dijî yekîtiya dewletê bû, da dihatin gunehkar kirin.

 

Tevî dîwana eskerî va pelixandinê, zagon qebûl dikir ku diviya alî helandina milletên biçûk, herweha Kurdan jî, bike û diviya nehêle ku milletê wan pêş da here. Wek ku xuya ye, di Destûra Tirkiyê ya sala 1924 da unsurên rasîzmê ku milletên ne tirk ji zagonê der hesab dikirin hebûn. Dema amadekirina Destûra sala 1960, gelek aliyên dijî milletên biçûk ji Destûra komarê hatin derxistin. Ewha, dewsa gotinên “her Tirkek”, her miqal bi van gotinan va dest pê dibû : “her bajarvanek …” û t.m. Lê berî wê di komîsyona destûrê da bona wê yekê munaqeşeke zor bûbû.

 

Dema amadekirina projeya destûrê ya nuh, li komîsyona destûrê hucet diçû di navbera terefdarên nasyonalîzma Tirkan û dijên wan. Serokatiya komîsyonê profêsor Sadiq Sami Öner dikir. Di komîsyonê da hucet gelek gurr bû, xwezma dema enenekirina miqala di derheqa naskirina wekhevtiya hemû zimanan da. S. S. Öner bi wî awayî hesab dikir ku xwedê giravî helan dida pêşdaçûyîna “Kurdîzmê”. Lê endamê komîsyona destûrê, dîrokzanê navdar T. Z. Tuney, û alîgirên wî ku terefdarên wê miqalê bûn, li ser wê baweriyê bûn ku ew paşmayînên xerab, ku dikarin pirsa kurdî pêş da bînin, bi hêsanî dikarin bi miqalên destûrê yên mayîn va bidin hildan. Sedir S.S. Öner di derheqa van bîr û baweriyên alîgirên T.Z. Tuney da raberî Komîta Yekîtiya Millî kir. Loma jî KYM T.Z. Tuney û I. Giritli ji teşkîla Komîsyona destûrê derxistin (133, r. 379-380).

 

Dema enenekirina projeya destûrê, di civîna hîmdar da munaqeşeke bi k’el û bîn di derheqa wan pirsên ku ketibûn nava miqalên destûrê û ku tê da komên şovînîst dicedand ku bîn û boxsa destûrê ya berê ya milletçîtiyê biparêzin da, çû. Xwezma serokê hukûmeta Tirkiyê C. Giirsel ruhê projeya destûrê ya milletçîtiyê diparast : “Em divên ji filan an jî bêvan bîr û baweriya turkîzm û milletçîtiya xwe hunda nekin, em gotî culeta usa nekin. Werin em gotina “milletçîtî” bixin nava destûrê … Gava li welêt bîr-baweriya turkîzmê ciyê xwe yê mehkem bigre, em dikarin wê gotinê derxin … Hûn di derheqa wê şerkariyê da dizanin ku em dijî Kurdan dikin. Eger em dev ji milletçîtiyê berdin, gelo ewê bi ya me bikin ? Na, em divên li ser wê hîm bidin. Eger li welêt serokatîkirina normal bê testîq kirin, tu qeziya wê nabe. Em berî her tiş tî milletê xwe bikin milletê tirk … Tirkiye divê ya Tirkan be … Eger em îro xwe ji vê yekê bidin paş, wê demê piştî 50 salan li Tirkiyê ewê tu Tirkek nemîne” (52, r. 1080). Loma jî ew yek ku dixwest xeysetê milletçîtiyê bidin destûra Tirkiya nuh, ew daxwaziya komên serkarîkir bû ku milletên biçûk di nav xwe da bihelînin, herweha Kurdan jî. Lê dîsa jî bi xudanên destûrê ra li hev hat ku projeya destûrê, ku serketina hêzên welêt ên dêmokratîk bû, ji unsurên rasîzmê biparêzin.

 

Di destûra sala 1961 da dereceke usa hebû ku di destûra sala 1924 da tu nebû û ku hema-hema heyetiya gelên ne tirk li welêt nas dikir. Ji bo nimûnê, anegorî miqala 12, “hemû li ber zagonê wek hev in, bêy cudabûna ziman û milliyet, bêy hesabhildana bîr-baweriyê ya siyasî, dîndarî û olperestî” (54, r. 7).

 

Tevî wê yekê jî, sazkirên destûrê dixwest usa bidin nîşan dan ku li welêt tenê Tirk dijîn û loma jî gotina “Tirk” tim bi kar dianî. Bilî nûnerên wan gelan, ku bi zimanê turkofîl dipeyivîn, ew hemû gelên biçûk ên mayîn jî li ser Tirkan hesab dikir ku zimamên wan ne diket nava koma zimanên turkofîl. Ewha, di miqala 54 da ewha hatiye nivîsîn: “Her kesê ku bi têlên bajarvaniyê bi dewleta Tirkiyê ra hatiye girêdan Tirk e”.

 

Ango, destûra sala 1961 jî ji unsurên şovînîzmê bê par nîn bû. Tê da milletçîtiya Tirkiyê ya burjuwa, ku îdêologên wê mafên milletên biçûk li Komara Tirkiyê inkar dikirin, jî hebû. Di derheqa wê yekê da ev miqalên destûrê yên jêrîn jî isbat bikin :

 

“Dîwana herî sereke bêy gilî-gotin a gelê tirk e …” (miqal 4). “Her Tirkek dikare li idareke dewletê kar bike” (miqal S8). “Her Tirkekî ku 30 salên wî êdî temam bûne dikare wek parlementer bê hilbijartin …” (miqal 68). “Her Tirkekî ku 40 saliya wî temam bûye û xwendina wî ya bilind heye dikare li sênatê bê bijartin” (miqal 72).

 

Di destûra sala 1961 da gelek derece, yên ku aşkere an jî ji binî va dijî milletên biçûk bûn û dijî safîkirina pirsa Kurdan bûn, hene. Ewha, tê da dihat gotin ku “dewleta Tirkiyê bi erd û milletê xwe va yek e û nayê perçe kirin …” (miqal 3). Ew dida nîşan dan ku Kurdan ne tenê nikaribû bi erdê xwe va ji Tirkan biqetin, lê usa jî nikaribû bibin xwedî otonomiya millî di nava sînorên Komara Tirkiyê da.

 

Anegorî destûrê, li welêt izna her bajarvanekî heye ku aza ji cîkî here cîkî mayîn bijî. Lê ew azayî dikaribû bi zagonê bihata bisînor kirin, bona bêxofkirina “bêqeziyabûna millî û pêşîgirtina nexweşiyên jihevhildanê” (miqal 18). Komên Tirkiyê yên serkarîkir di bin wê behanê da di salên 20-30 da bi deh hezaran Kurd ji wilayetên rohilatê sirgûnî wilayetên roavayê kirin.

 

Destûra sala 1961 sazkirina partiyên siyasî, yên ku şerkarî bona razîkirina mafên gelên biçûk, herweha Kurdan jî, dikir, qedexe dikir. “Qanûnname, bemame û karkirina partiyên siyasî – di miqal 57 da dihat gotin – divên anegorî prensîpa neperçekirina dewletê û millet bûna …”

 

Para miqal 68 a duda jî mafên gelên biçûk kêm dikirin û li gora wê ew kesên ku bi tirkî nikarin bixwînin û binivîsin nikarin wek parlementer li meclisê bên hilbijartin.

 

Bi vî awayî, Destûra sala 1961, nenihêrî hinek aliyên wê yên pêşverû, asêgeh datanî ser riya bi dêmokrasî safîkirina pirsa Kurdan. Loma jî pey wergerandina dewletê ya sala 1960, Kurdan dest bi şerkariya xwe ya bona mafên gelî kir.

 

Rewşenbîrên kurd roleke mezin di nava şerkariya Kurdan a millî-azadariyê da, ku xebateke pirr di nava mehkemekirina xwefehmdariya millî da kir, bi rûhanî di pêşdaçûyîna gelê xwe da, lîzt. Nûnerên wan bi dijwariyeke mezin rojname û kovarên xwe derdixistin. Rast e, zemanê wan weşanan dirêj ne dikişand: gelek caran ew li ser hevdu çend meh derdiketin, carna jî kêmtir. Lê tesîra wan li ser jiyana Kurdan gelek bû. Di sala 1962 da, Mûsa Enter di rojnama “Baris dunya” (Cihana aşîtiyê) da çend bendên di derheqa folklor (zargotin), ziman û edebiyata Kurdan da dane weşandin (166, r. 114). Di nîsana 1963 da, komên kurdî dest pê kir li Stembolê bi zimanê kurdî û tirkî kovara hermehî “Deng” derxînin, rojnama “Riya nuh” çap kir. Hema jimarên wê yên pêşîn hêrsa Tirkan rakir û zûtirekê dîwanê ew da girtin. Di dawiya nîsanê-destpêka gulana 1963 da, berpirsiyarê kovara “Deng” Yaşar Kaya û xebatkarê wî Medet Serhan hatin girtin û ew di nava “belavkirina propaganda kurdayetiyê da” hatin gunehkar kirin.

 

Dawiya meha hezîranê, wezîrê karên hundirî Bêkata li Ankarê îlan kir ku organên bêqeziyabûnê rêxistina dizî diyar kiriye û 12 meriv girtine ji bo “karê kurdayetiyê” (193, 29.6.1963). Girêdayî vê yekê, wezareta karên hundirî ji hemû waliyan ra bi lez belgokek şand û tê da daxwazî dikir ku şerkariyan berk dijî “karkirina Kurdan a komunîstiyê” bikin û usa jî mehkema wan kesên ku di nava wî karî da şik li ser wan heye bidin lez kirin. Rojnama “Son haber” di hejmara xwe ya 1 tîrmeh 1963 da di derheqa wê yekê da îlan dike ku waliyan êdî bi nûnerên para qulixkirina bêqeziyabûnê û cendirman ra peyiviye û de’w ji wan kiriye ku peyketina mirovan bidin xurt kirin. Di çileya pêşîn 1963 da, mehkema barêgeha sereke ya eskerî dest bi mehkema 23 kesên ku piraniya wan di havîna 1963 da hatin girtin kiriye. Ew gişk di nava karê sazkirina Kurdistana serbest da dihatin gunehkar kirin. Di nava biryara dadxwaz da (prokuror) dihat gotin ku “hinek dewlet dixwazin ji bo kara xwe li Tirkiya Rohilatê tevhevbûna ku di navbera blokên roava û rohilatê da cîkî giring digre pêş da bînin”, ku pirsa Kurdan li Tirkiyê “tam û temamî eserê karkirina komûnîzma navneteweyî ya casÛsiyê ye”. Di dawiya peyvê xwe da, dadxwaz de’w kir ku gunehkaran gulle bikin (193, 18.12.1963). Di nava temamiya we’dê salên 60 da, nûnerên rewşenbîrên Kurdan digirtin û mehkema wan dikir. Divê bê nîşan dan ku dîwana Tirkiyê ku ji eşkeretiyê û gunehkarkirinên di nava şovînîzmê da ditirsiya, lê usa jî dicedand ku sebebên şerkariya Kurdan a millî bixwe veşêrin, ew hemû merhele li paş deriyê girtî derbas dikirin.

 

Hukûmeta Tirkiyê ku bi siyaseta dijî Kurdan va dihat serkarî kirin, bi pelixandinên hundirê welêt ra gavên anegor pêk dianîn bona koordînasyonkirina mecalan tevî dîwanên îran û Iraqê ku bona hincirandina şerkariya Kurdan a azadariyê bûn (224, 1971, No 1, r. 3).

 

Bi agahdariya rojnama Qahirê “El-Heqaîq” ya 11 nîsan 1963, nûnerên Iraq, Tirkiye û îranê li Bexdadê çend şêwrdarî dan derbas kirin û tê da karên eskerî hatin enene kirin bona hilanîna tevgera Kurdan. Di wan şêwrdariyan da zabitên wan her sê welatan ku hela dema serkarîkirina Qasim tevî şerrê dijî Kurdan bûbûn hazir bûn. Dema wan şêwrdariyan – rojnaman nivîsiye – peyman di derheqa karên eskerî yên tevayî dijî Kurdên Kurdistana Iraqê û Kurdistana Tirkiyê hatiye girêdan, lê usa jî hatiye biryar kirin ku sînorên di navbera Iran, Iraq û Tirkiyê da bigrin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev