Ji nimûneyên zargotina me – 238

Ji nimûneyên zargotina me – 238

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûsîûheftan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETAKURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. WEYLÊ LÊ

 

Weylê lê, weylê lê,

Ezê qazim difirîyam,

Quling bûm, diqîrîyam,

Per û baskê min şikestine,

Refa qetîyam, mame tenê,

Gede lawikê min çû eskerîyê,

Xudêyo, tu xaykî ji top û tivinga, sur û sermayê.

Weylê, weylê.

Konê me danîne devê dev gelîya,

Ez dû kawa xwe ketime,

Minê salix-sûlixê kawa xwe hildaye,

Nava êla Hesinîya, Tendûrekê,

Weylê lê, weylê lê.

 

 

* * *

 

Pezê nîvro berbi mal bû,

Koz filitî, berodan bû,

Lawikê min merûmê tenê bû –

Navda tengezer bû.

 

Te şivano, bi kêrîva,

Pezê xwe berdaye rex gêlîda,

Xuzla ez kulîlk biyama,

Derketama rex sêrîda.

 

 

  1. HESO

 

-Heso, îşev şeve, şeve bi şilîye,

Guhêra hogeçê te ave, avherîye,

Were têkeve nava deste orxan-doşekê qaztûkîye,

Hergê qîma te deste orxan-doşekê qaztûkî nayê,

Ber serê te cote zer memikê serî sorî, binî sipîye.

 

-Meyayê, ha Meyayê,

Raste şeve, şeve wê bi şilîye,

Guhêra hogecê te ave ne herîye,

Cîkî çirdarî blindcîye,

Min ne hewcê memikê te serî sorî, binî sipîye,

Binrexa min lemendê sipîye,

Ezê bikşînim serê xwe apincîyê qazaxîye.

 

-Heso, teyê di vî gilîyê handa xeberek ne çê kir,

Çiyakî mîna çiyayê Cûdê ser konê mala bavê minda

Mêl û kêr kir,

Te anî paxirê xwe beranberî zêr kir.

 

Heso, heyrano!

Ezê li hogeçê te dinhêrim zefî zef hindike,

Tevî karî, kurî pişt qapûtî, ling xirxalî, stu darike,

Îro sê roj û sê şeve ji Şama şewitî cava têcira, têcirbaşîya ji minra cavek hatîye,

Divê: Qiranê hogec nava Şamê biha nake,

Heso heyrano, heyrano!

 

-Meyayê, ha Meyayê!

Dergîstîya Taharxanê Ecem,

Qîza Zor Temir paşayê Milanî,

Ezê li qiranê hogeçê xwe dinhêrim

Neyî hindike,

Zefî-zef geleke,

Tevî pişt qapûtî, ling xirxalî, situ darike,

Îro sê roje cava têcira ji minra hatîye – Şama kavil,

Divê: -Qiranê hogeç nava Şamê bi degerê xwe biha dike.

 

-Heso, heyrano!

Ez zanim, tuyê herî Şama şewitî, nava heval-hogirêd xwe,

Wê bên – Heso, riya du qonaxa çira paşda ketî?

Ez zanim, tuyê bêjî: -Dergîstîya Taharxanê Ecem, qîza Zor Temir paşayê Milla,

Li serê kanîya Payê minê bi kilamekê zê cara ramûsaye,

Wekê ji te dipirsin ka heval-hogirê te, bê:

-Ezî xam bûm, min riya Şamê şaş kiribû,

Berê hogecê min ketibû şiherê Kabitlayê.

 

 

  1. QÎZXALÊ

 

Qîzxalê, malê me çûn ber ziyaretê,

Kalîna berxa qurbanê li pey me tê,

Bira xadê bike mirazê mirazxaza –

Mirazê qîza xalê, kurê metê,

Sîng û berê qîzxala min usane,

Forma sûra hewşê dor cinetê.

 

Qîzxalê, derdê dilê min agire,

Dêrî veke, tu megire,

Ezê ji xadê neyaz bikim –

Sebebê min qîzxala min

Belkî gora xweda nesitire.

 

Qîzxalê, serê xwe bişo ha di berda,

Bira kefa sabûnê bê ser sîngê teyî keverda,

Tu were kotîyê mêrê te me bihese,

Te bikuje, min bi serda,

Gelo kengê hebûya,

Min û qîzxala xwe dêrizê gundê meda têr xeberda.

 

Qîzxalê, herçê dostê wan di gundda,

Forma sîtila çarçemile agir binda,

Qîzxalê, çare li derdê min nabe,

Agirê dilê min usane,

Forma loda kude.

Agir vêkeve, ba lê rabe.

 

Qîzxalê, derdê minî geşe,

Ava çema natemire,

Ezê ji xadê neyaz bikim,

Yekê sebebîya min û qîzxala min kirîye,

Belkî kurê wan bimire.

 

  1. XANÊ, BA TÊ

 

Xanê ba tê, baran dilîlîne,

Xana min cem Ozman paşa sekinîye,

Hêsira ser sûretê sorda dibarîne.

 

Xana min, Xanê, derdê bê dermanê.

Xana min hêsira ser sûretê sorda dibarîne,

Ezê dikim Xana xwe birevînim,

Bivim bavêm welatê Serhedê,

Bira xadê xirav bike kesîbîya malê dinyalikê,

Tu were gemîçî ji ber heqê gemîyêva

Xana min ji min bistîne.

 

Xana min, Xanê,

Kula giranê,

Ji minra derdê bê dermanê.

 

Kuro, kulmalo,

Tu şayîşa mekişîne,

Were min birevîne,

Bive rêrista gemîyê,

Zêrê serê min zefin,

Qole zêr bide bilêta min û xwe bistîne,

Min bive bavê welatê Serhedê, hergê mêrî,

Talaşan – şayîşa mekişîne.

 

Xana min, Xanê,

Kula giranê,

Ji minra derdê bê dermanê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev