Ez jî Hrant Dînk im û ez jî ermenî me!

Ez jî Hrant Dînk im û ez jî ermenî me!

Mustafa Aydogan 

Heger îroj kurd mane, ev bi saya zimanê kurdî ye.

Ziman malzaroka neteweyan e. Netewe li wê derê çêdibin.

Hrant Dînk 

Ez ermenî me, lê ez kurdîya xwe dixwazim.

Hrant Dînk

 

Gava min nivîsa xwe ya Mêrdînê ya sêyem amade dikir, min ew xebera nexêrê bihîst. Şerqîneyek ji asmanî hat. Bu giregira ewran. Kevokek li asmanan perpitî. Nameyeka reş gihişt AGOSê û wê rojê rojnameyek seranser reş derket.

 

Bi wê xebera nexêrê ra agir li ber kulînekê hat dadan. Bayekî şînê xwe li deverekê girt. Bi wê nameya reş ra kevoka perpitî hat xwarê, çi heyf, li erdê rast bû. Çavmelûl û bi miradê xwe şadnebûyî… Kevokên din ref bi ref hatin û xwe li ber derîyekî danî ku bîstikeka berê ew tê ra firîyabû. Û niha li erdê veketibû. Bêdeng, bêruh… Hingê hêsir barîyan di ser hinarikên rûyan ra. Hingê çavên melûl li hevdu gerîyan û hingê bi hezaran dilsoz situxwar man…

 

Bûyera ku kevok li asmanan diperpitand, welatek bi carekê di xemgînîyê da dakir. Û hingê dilê min ji yê kevokê bêtir perpitî li ber komputera ku li halê min haynebûyî. Hingê destê min li nivîsê sar bû. Hêrsa min rabû, nefreta min gihişt radeya ku min nema dikarîbû serî bi pê ra derxista.

 

Ji bo çi? Çima kevok? Ewrên reş û tarî dîsan xwe bera ser deverekê dabû ku çirûskên hêvîyê jê diçûn. Hêzên tarî dîsan nîşan dabû ku wan tu caran tehamilî firîna tu kevokan nedikir. Dîsan hatibû dîyarkirin ku asmanê şîn yê bi kevokên spîboz ve xemilandî ji bo hinan hertim xetereka mezin bû, netehamilbar bû. Wan tehamilî çi nedikir? Wan tehamilî jîyanê nedikir. Tehamilî rengên cuda û ronahîyê nedikir…

 

Ew çavnebarên jîyanê bûn. Çavnebarên paşerojeka ewle û rohnî… Ew dijminê kevokan bûn. Kevokên spî. Kevokên ku dixwast li halê xwe û bi dilê xwe bifirin… Kevokên ku bi tenê dixwast ku wekî kevokan bimînin, wekî kevokan bijîn. Kevokên her tim mecbûr dihatin hêlan ku bibin gur û dîsan ji kevokbûna xwe danediketin… Kevokên ku bi kevokbûna xwe dilxweş û serbilind bûn… Û kevokên ku ji ber kevokbûnê wekî hedef hatibûn nîşandan…

 

Lê tevî vê jî kevokek bi serbilindî û bi kevokî li halê xwe difirîya. Bi herkesî ra, bi her rengî ra dibişirî. Xwe ji ber tirsê nedida alîyî. Bi şewqa xwe ya ku bextîyarî û dilxweşîyê dida dora xwe, saw belav dikir. Rewşa vê kevokê ji bo yên din jî halan bû ku dilê wan di firînê da hebû, lê ji firînê ditirsîyan.

 

Kevokek difirîya. Kevokekê mafê xwe yê firînê bi kar dianî. Dixwast wekî xwe bûya, lê ne ku li ser înkara cudabûnên din… Dixwast dilxweş bûya, lê ne ew bi tenê… Dixwast bextîyar bûya, lê ne ku li ser bêparbûna yên din…

 

Li devera ku cudabûn qedexe bû, ev kevok çawa dikaribû bi awayê xwe bifirîya? Li devera ku rengek bi tenê desthilat bû, vê kevokê çawa dikarîbû behsa rengên xwe û rengên din bikira? Wê gavê destekê qirêj ê kirêkirî çû ser nigê devançeyekê û kevokeka qirqilî di xwînê da vegevizî. Kevoka ku digot qey li vî welatî kevokên qirqilî nahên kuştin…

 

Lê Hrantê delal, ji xwe li vî welatî û li welatên weha kevok dihên kuştin…

Hrant Dînkî bi helwêsta xwe ya di warê parastina azadîya derbirînê da, bi wêrekîya xwe ya di her şertî da ku peyiva xwe texsîr nedikir û ew bi bawerîya xwe ya demokrasîyê, bi têgihiştina xwe ya di warê qebûlkirin û lêbixwedîderketina cudahîyan da û bêyî ku zêde di ser xwe ra biçûya, bi israr û bi serbilindîya xwe ya di warê ermenîtîya xwe da, bêşik ji bo civakê nimûneyek bû.

Ew ne bi tenê li ermenîtîya xwe û li mafên ermenîyan bi xwedî derdiket, her weha ji bo neheqîyên din jî xwedîyê helwêsteka bêhempa bû. Wî hê di 29.06.2003yan da li paytextê Tirkîyeyê bi mêrxasîyeka entelektuel digot; “Ez ermenî me, lê ez kurdîya xwe dixwazim.” Hingê jî girîngîyeka mezin dida zimanê zikmakî û heta digot; Heger îroj kurd mane, ev bi saya zimanê kurdî ye. Ziman malzaroka neteweyan e. Netewe li wê derê çêdibin.

Wî her tim digot; Li Tirkîyeyê dixwazin em bi zorê bibêjin kuEz tirk im, rast im, zîrek im.’  lê ez ne tirk im, ez ermenî me.”

 

Min jî îmzeya xwe da însîyatîfa parêzgerên mafên mirovan ku dibêje; “Hrantê delal, wan tu kuştî wekî kesê 1.500.001ê. Em lanetê li wan kesan diînin ku tu kuştî, tu dayî kuştin, tu hedef nîşan dayî. Qirkirin berdewam eDilê me diperite.”

 

Min jî piştgirîya wê diruşmê kir û min jî got ku “em hemû Hrant Dînk in, em hemû ermenî ne!

 

Divê hemû kesên ku xwe Hrant Dînk dibînin, bi her awayî biçin ser vê kuştinê û reaksîyona xwe ya demokratîk û piştgirîya xwe ya ji bo azadîya derbirînê û maf û azadîyên gelên cuda nîşan bidin. Em bi êşa Hrantî û yên mîna wî baş dizanin. Ji ber ku em kurd in û dizanin, bê ev dihên çi maneyê û çi qas giran in, gava ku mirov bihê înkarkirin, ji hêjayîyên xwe yên bingehîn bêpar bihê hêlan û ya herî xerab jî hem welatê wî tune bihê hesibandin em jî hebûna wî…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev