”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 37

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 37

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Xanîyên kurdan”.

Em îro para wê a duduyan raberî we dikin, beşa yekê me berî heftêyekê çap kiribû.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

XANÎYÊN KURDAN -2

 

M. Rewendî-Fedaî

 

Malên ji kevir, ji agûran (kelpîçan) û ji xwelîya kaxçînê çêkirî bona jîyîna herdemî

Malên bona herdem lê bijîn (mal, xanî, xane, xan, co, menzîl) ji keviran, kelpîçên xav, xwelîya kaxçînê, carina jî ji kelpîçên şewitandî – acûran – dihatin çêkirin. Hîmê malan ji kevirên ku bi xwelîya kaxçînê va hatibû zexmkirin, çê dikirin. Erdê malê piranî ji xwelîyê, axê bûn, xalîçe li ser wan dihatine raxistin, lê li malên kesên dewlemend qamîş datanîn ser erdê û bi xalîçeyan va ew dinixamtin.

Di orta malê da ji erdê hetanî arîkê sitûnên darîn datanîn bona xanî mehkem be. Carina kevirekî mezin dikirine bin sitûnê. Jimara sitûnan bi mezinaya malê va girêdayî bû. Li ser kênarên ser ban, bi awayê xaçkî darên sivik û kurt radixistin. Piştî van hemûyan, pêşî gîha û qamîş radixistin, paşê qatek ax û xwelî dikirine ser. Li ser dîwarên hundurê malê gelek dexle hebûn. Pir caran dîwar bi kilsê va sîwax ne dikirin.

Li ser ban qulek wek çalê çê dikirin bona dûkêşkê li wir bi cî bikin, dora wê xwelî direşînin û ew dişibe qubeyeke biçûk.

Mal ji çend beşan e, jimara wan û menzîla wan bi wê yekê va girêdayî ye, ka rewşa malbetê a aborî çawan e û çend neferên malê hene. Ode dikaribûn çargoşe û sêgoşe bûna, pêşberî derî texteyekî darîn an hesinî – sitêr – hebû, ku lihêf û doşek li ser radixistin. Sitêreke wisa di konan û çadiran jî hene. Neferên malê li ser erdê, li rex ocaxê radizan, ku ew jî di eynî odeyê da bû. Hema li vir xwerin çê dikirin. Li rex odeyê tewleya hespan hebû: odeyên jîyînê û yên malhebûnî piranî di bin banekî da bûn. Di malên kurdên dewlemend da him kîler hebû, him jî otaxa mêvanan, ku jê ra ode digotin. Li wê odê bi dirêjaya dîwêr kursîyên ser erdê hebûn, ku ji kulavan û xalîçeyan bûn. Ew cîyê bo hêsabûnê bû. Ode herdem li rex tewleya hespan dihate çêkirin, bona mêvanê hatî bikaribûya hespê xwe bibîne. Di malên herî feqîr da malbet û pez-dewar di odeyekê da bûn, ku bi perdeyekê ji hev hatibû cudakirin.

Di nîveka sedsala buhurî da êtnograf û antropologê Danîmarkê H. H. Hansen guhdarî danî li ser taybetmendîyên malên gund û bajarên Kurdistanê. Bi gotina wî, ”di malên gundan da odeya tevayî ya sereke heye, hinek caran ew odeya di qata duduyan da ne, lê qatê pêşin wek kîler bi kar tînin. Ew odeya sereke, ku jê ra hêywan dibêjin, di tevaya malê da wek mezîleke mezin xuya dike. Dîwarê wê yê çaran tuneye (qesta me ew e, ku mezîla ku ji alîyê derî ye, vekirî ye, dewsa wî dîwarî pir caran perde darda dikin. –Not ya L. M. Rewendî-Fedaî), lema jî dema hewa germ e, li vira him sî ye, him jî hênik e. Taybetmendîya duduyan – ew sitûn in, ku pir caran perçeyên daran e, ku li rex hev têne danîn, ew ji kêranên zirav in û qalikê ser wan ranakin”6.

Malên gundan pir caran li berpalên çiyan tên çêkirin, lema jî du qatên wan malan alîyê pêşî tê çêkirin, lê qatek jî ji alîyê piştê çê dikin. Neferên malê bi nerdewanên teng yên ji textên darê sipindarê çêkirî hildikişine ser banê xwe, ku pahn in. Pir kêm caran dibe, ku di navbera qatê yekê û qatê duduyan da pêpelîngên ji kaxçînê çêkirî hebe, ku bikaribe wan herdu beşên malê bi hevdu ra bide girêdan.

Li Suleymanîyê, ku H. H. Hansen di dawîya salên 1950î li wir jîye, hinek mal di wan deman da ji kelpîçên xav hatine çêkirin, hinek malên dinê bi kelpîçên qemirî (sotî) hatine lêkirin. ”Piranîya wan yekqatî ne û banên wan ji xwelîyê ne û pahn in, eynî wek xanîyên gundan…Di malên duqatî da pêlekanên bi pêpelîngên bilind va hene, ku dikarin te ji hewşê bibine qatê duduyan, ku odeya here mezin li wir e”7.

 

Raxistina hundirê malê

Di malên kurdan da hema bêje mobîlye tunene. Xwerin li ser sinîyeke gilover a mezin tînin. Cem kurdên dewlemend herdem jî bona mêvanan gelek doşek, balgî û lihêf hebûne. Balkêş e destnîşan bikin, ku semewara (wergera ji rûsî: xwekel.- Not ya redaktor e) rûsan – ku hela di dawîya sedsala XVIII li Farizistanê gelek hebûn – meriv dikaribû di pir malên kurdan da bibîne.

Semewar berê jî, niha jî, aletê herî navdar e di aspêjxaneyên malên kurdan da. Balkêş e, ku ew çawa ewqas bi hêsanî ketîye nava jîyana kurdan, îranîyan û gelên din yên Rohilata Nêzîk û bûye beşeke tradîsyona çayvexwerinê. Ew derdanê hesinî yê zexm û di bikaranînê da gelekî sade him ji bo vexwerina çayê li malan, him jî li derva, di nava xwezayê da pir destdayî ye. Semewar hema bêje te teglîfî sohbetê û xeberdanê dike (xwesma di nava neferên malê da) û ev yek qîmetê wê diha bilind dike. Lema jî ew tê hesibandinê wek sîmvola aramîyê, rehetîyê û qencîxwezîyê.

Xanimeke Brîtanî Frêya Stark dema seredana xwe ya li Kurdistana Îranê ya sala 1931ê li bajarê Meregê, ku li rex sînorê bi Îraqê ra ne, bûye mêvana kalemêrekî kurd yê zane. Em mêze bikin ka ew derheqa demûdezgehên mala wî da çi dinivîse: ”Ew li odeya bi dîwarên bi kilsê va sipîkirî, bi xalîçeyan va raxistî û di nava lihêfên ji hirîya xas, di nava qutîyên bi hesinên giranbuha yên zêrkildayî va rûbendkirî, bi nexş û nemûran va xemilandî da rûniştibû. Di nava çalikên dîwaran da lempeyên ji camên xas, dudu di rengê gulê da û dudu di rengê kesk da, danîbûn. Sinîyên bona çayê yên bedew û kaw neqişandî di navbera wan çalikan da dardakirî bûn. Semewara bedew danîbûn cîyekî ber çavan”8.

Li ser erdê odeya sereke, ango a ku li wir pêşwazî li mêvanan dikin, xalîçe, carcim û kulavên bi nexşan va xemilandî radixistin. Bona hilanîn-parastina kincan, derdanan û aletên malê xurcên ji rîs çêkirî, dolabên darîn, qutî û çalên dîwaran hebûn. Qutî di mala kurdan da demeke dirêj perçeyekî mobîlyayê yê herî sereke bû. Em wê jî bêjin, gotina ”sûndûk” (”сундук”) bi xwe ne rûsî ye, lê ji zimanên turkî hatîye, li Rohilatê ew tê naskirinê wek aleteke ku rûsan hinartîye. Mesele di wê yekê da ne, ku ”sûndûkê rûsî” (bi forma xwe a kevinare) hema ji Rûsîyayê, di sedsala XVIII ketîye bazarên Rohilata Nêzîk û nava kurdan. Bazirganên Împêratorîya Osmanîyê tucarîya wî aletê bo malê gelekî giring dikirin, ya ku di nava demeke kurt da li tevaya Rohilatê hate begemkirin, lema jî kesên ku dikirîn, digotin “ya rûsan e”. Di destpêka sedsala XX rêwîyê Brîtanîyayê E. B. Soane odeya xwedîyê karvanseraya li Suleymanîyê ha raber kirîye: ”Li ser erdê xalîçeyên ji Hemedanê raxistibûn û [malxwê] li ser yekê ji wana rûdinişt, ser ewa ku li rex devê derî bû, ku pêşberî wê qutîyeke rûsan hebû, ku bi kilîteke terikî vedibû, weke kilîtên gardîyanên li ser dikên şanoyê. Dema vekirina qutîyê sê caran dengê zengilê zengelûkê dihat”9.

Lê êdî di destpêka sedsala XX di malên kurdên dewlemend da meriv dikaribû kursîyên nimiz yên ne mezin bidîta. Lê di nîveka sedsalê da êdî mobîleyên din xuya bûn, him yên bi destan çêkirî, him jî yên di fabrîkayan da dihatin çêkirin, herwiha aman, cî-nivîn, wek lihêf û doşek û h.w.d. Lê dîsa jî hinek edetên berê dihatin parastin: li ser dîwarên malên kurdan heta niha jî qoçên heywanan dardakirî ne (gorî bawerîyan, qoçê tûj “çavên xirab kor dike”). Lê li ser banê xaniyên nû pir caran nalên şikestî datanîn, ku çav li wan nekeve, ango wana çavînokî nekin.

Êtnografê kurd Reşad Sebrî Reşîd dinivîse, ku li Kurdistana Îraqê di rojên me da cem kurdên musulman ”di piranîya malan da Quran heye, ku datînin cîyekî berbiçav. Li odeya ku Quran tê da ne, gerekê li wir her kes bi terbîye be. Musulmanê ku paldaye an rûniştîye, nabe ku lingên xwe alîyê Quranê da dirêj bike. Li ser dîwaran ayetên Quranê yên bedew nivîsî an jî çapkirî darda dikin10, ku li dikanan bi navên Xwedê, Muhemed û Elî difiroşin”11. Herwiha portreyên Elî jî darda dikin. Lê wêneyên wisa dikarin piranî di malên xizmetkarên ruhanî da bibînin”12.

Malên êzdîyan bi wî awahî têne çêkirin wek hemû malên li Kurdistanê: ewana an ji xwelîyê ne, an ji keviran in û têne binavkirinê wek kalegî.

Di her maleke kurdan da, heta li wan gundan jî ku tê da firne heye, malxêyên malan bi xwe nan lê dixin. Lema jî di her maleke kurdan da derdana bo sitirandina hevîr, desterxana darîn, ku gilokên hevîr li ser distirên, tepikê taybet ku hevîrê vekirî-raxistî pê va bikin û li dîwarên tendûrê xin, û h.w.d. hene. Xênji wê, cêrên ji sifir û ji kaxçînê yên bi formên cuda-cuda hene. Li deşta Araratê meriv pir caran rastî cêran û kurnan tê (derdaneke çargoşe ye, ji kevir e û hundurê wê hatîye kolan, av li wir tê parastin).

 

Dîwanxane

Kurdan bi mêvanhizîya xwe va deng dane, û li gundên kurdan ji bo rêwî û gerokan malên mêvandarîyê yên taybet çêkirine, ku hinek cîyan ji wan ra dibêjin ”xan”. Nivîskara ji Brîtanîyayê W. R. Hay di destpêka sedsala XX nivîsîye: ”Mala bo mêvana li gundan li cîyê herî berçav dihatin çêkirin… Di wan da ji odeyekê heta sê odeyan hebûn, ew jî bi wê yekê va girêdayî bû ka serek-xwedîyê gund çiqas dewlemend e û qedir û hurmeta wî di nav gel da çiqas e. Hema bêje di hemû malên bo mêvanan hatine çêkirin da mizgefteke biçûk heye û li gelek waran mala mêvanan herwiha mizgeft e jî. <…>

Di rastîyê da mala mêvanan weke xanîyê bo berevbûna gundîyan e. Merivên sere, yên salmezin her êvar berevî wira dibin, cixare dikişînin, behsa hewayê û ekin dikin, nûçeyên dawî minaqeşe dikin”13.

Mêvanhizî yek ji rûmetên kurdan yê herî hêjayî qedirê û pesinê ye. Û, wek ku W. R. Hay bi heqî texmîn kirîye, kurd mêvanhizî gîhandine ser dereceya hunermendîya şimşatkirî ya here bilind. 

ÇAVKANÎ

1) Сабри Рашид, Рашад. (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 252.

2) Гагарин А. Г. Персидский Курдистан // Записки Кавказ-ского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1852. Кн. 1. С. 257–258.

3) Hekkarî îro — herêmek li başûr rohilata Tirkîyê li rex sînorê bi Îraqê ra

4) Лерх, Петр. Исследования об иранских курдах и их предках северных халдеях. Кн. 1. СПб., 1856. С. 23–24.

5) Гордлевский В. А. Избранные сочинения. Т. 3. М., 1962. С. 450.

6) Hansen, Henny Harald. The Kurdish Woman’s Life: Field Research in a Muslim Society, Iraq. Copenhagen, 1961. P. 27.

7) Hansen, Henny Harald. The Kurdish Woman’s Life: Field Research in a Muslim Society, Iraq. Copenhagen, 1961. P. 27.

8) Stark, Freya. The Valleys of the Assassins and Other Persian Travels. New York, 2001. P. 195.

9) Soane, Ely Banister. To Mesopotamia and Kurdistan in Disguise. London, 1912. P. 227.

10) Ayet  — perçeyekî ne mezin ji  nivîsên Quranê.  

11) Ali ibn Abu Taliba û zureta wî musulmanên şiyî nas dikin wek kesên ji nifşa pêxember Mihemed û peyhatîyên wî yên ruhanî yên tekane û qanûnî.

12) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран).Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 53.

13) Hay, William Rupert. Two Years in Kurdistan: Experiences of a Political Officer, 1918–1920. London, 1921. P. 49.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev