Nameyên evînî – 131

Nameyên evînî – 131

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Nameya vê carê taybet e. Rêvebira vê beşa malpera me Nura Şane û berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl di dema amadekirina 130 Nameyên evînî da, ku heta niha di malpera me da çap bûne, ji evîna çanda xwe û hezkirina zimanê xwe, hema bêje bi xwazayî weke ku bûne evîndarên hevdu jî.

Ka belavkirineke Nura Şane a di Facebook da bixwînin, bi xwe biryarê bidin, ka evîndarîya wan çi evîndarî ye. A welat e, ziman e, çandê ye an çi ye.

 

Peyama Nura Şane bo rojbûna Têmûrê Xelîl 

¤¤¤

Mirovê ezîz, dilgerm û bi rehm.
Zana, nefsbiçûk û kûr fikir.
Bi saya medyaya civakî ketî jiyana min lê ji hemî kesên jiyana min zêdetir tesîr li ser min kirî.
Di sohbet, hevdîtin û danûsitendinên me da her tiştên me wekehev e, xênji temenê me û me herduyan jî ferqa temenê xwe jibîr kirîye.
Ku bijmêrim dikarim sed hezar başîyên ku tevî jiyana min kirîyi bibêjim.
Ewqas başî dikare xirabîyên hinek mezin jî peyda bike…
Xirabîya te ya herî mezin ew e ku tu bûyî îdola min.

Rojbûna te pîroz be Têmûrê Xelîl

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev