HESTIYÊ PITEW

HESTIYÊ PITEW

Kurê Reşîd 

Hestiyê pitew (bi îngilîzî: compact bone) yek ji du corê şaneya hestî ye.

Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.

Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê. Kêlena nav doxa hestî, moxê hestî li xwe digire. Hestiyê pitew li bin bergê hestî de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê. %80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê.

Pêkhateya hestiyê pitew di bin mîkroskobê de.

Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: lamellae) li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: osteon / Haversian system) tê navkirin. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin. 

Beşên sîstema Haversê

Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê. 

Coga Havers

Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi îngilîzî: Haversian canal, central canal) tê navkirin. Di nav coga Havers de, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo xaneyên hestî tê dabînkirin.

Perikên yeknavendî

Perikên yeknavendî (bi îngilîzî: concentrîc lamellae), xelekên bestereşaneya hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen li xwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî mînak heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyê dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike. Xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes) di nav kelênan(lacunae) de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî li xwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e. 

Cogik

Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik(bi îngilîzî: canaliculi) Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên sîtoplazmaya xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayî di navbera xaneyan de ragihandin çê dibe. Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî xaneyên hestî bi coga Havers ve girê didin.

*Ev xebat li ser wîkîpediya ya kurdî jî hat zêdekirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev