Mirin

Mirin

Husên Duzen

 

Bûyereke kirêt e, mirin. Divê tuneba, lê bêyî wê jî nabe.

Bi qasî ku nayê kişandin jî, bi qasî ku dijwar e jî bi rêzdarî tê bilêvkirin peyva mirinê; mirî tên şuştin bi şêweyekî paqij termê miriyan tên veşartin. Di gelek ҫandan de seremoniyek tê li dar xistin ji bo miriyan.

 

Berî bi kêliyekê ҫend peyvên min î ku min berî du salan li ser facebooka xwe belavkiribûn ber bi ҫavên min ketin:

 

„Birêz Recep Maraşlı, ji kerema xwe re gotiye ku kesên li dijî xwekuştina çalakvanên di grêva birçîbûnê de ne gelek tiştan dibêjin, lê mebesta wan ew e ku ji çalakvanan re bibêjin: ”Bi xwekujtina xwe aramiya me têk nebin!” Wî!? Ma tu bi mirina van ciwanan naêşî, kek Recep?”

 

Berî bi du salan gelek girtiyên PKKê yên zîndanên Tirkiyê di grêva mirinê de bûn. Ez yek ji wan kesan bûm ku min bang li wan û berpirsyarê PKKê dikir ku rê li ber mirina wan ciwanên dîl bigrin. Wer xuya ye ku wan rojan birêz Recep Maraşlı ew gotinên li jor ji xwe berdane. Xweşbextane ku Abdullah Öcalan –sedem ҫi dibe jî- bang li girtiyan kir ku dev ji girêva mirinê berdin û wan jî yekser dawî lê anîn. Nîv şoreşger û nîv ronakbîrên ku ji mirinê re li ҫepikan dixistin jî mîna kesên ku hay ji kirinên xwe hebin, vegeriyan malka xwe bi seriyekî pêl.

 

Yek ji tiştên min diêşînin û gelek caran jî hêrs dikin jî bêrêziya bilêvkirina “mirinê” ye. Bi qêrîn û şêweyekî beloq bahsa mirinê dikin, gelek ji hemwelatiyên min. Bi şêweyê şabaşên mirtiban bahsa wê dikin.

 

Van rojan bi şêweyekî dorfireh bahsa biryaya kuştina kek İbrahim Güҫlü dibe; li gor agahdariyên kek İbrahim, polisên Tirkan jê re gotine ku wan di lêgerînan de belgeyek bi dest xistine, ku tê de biryara kuştina wî ji alî rayedarên PKKê heye. Ji ber ku pirêza PKKê ne paqij e, kek İbrahim û gelek kesan ev mîna rastiyekê pejirandin û ketin nava şermezarkirina vê biryarê. Ji ber ku heta niha tu deng ji rayedarê PKKê derneket, baweriya ku ev nûҫe rast be xurttir bû.

 

Bêyî ku ez li bendî daxwiyaniya PKKê bimînim, ez vê biryarê şermezedar dikim û ku sibe dusibe PKK derkeve û bibêje biryareke wisa tunebû, ez ji niha de vê bêdengiya rayedarên wê şermezar dikim.

 

Ji hemû gelan bêtir pêdiviya kurdan heye ku bi tundî li dijî kuştina mirovan bin. Mirin divê li gel kurdan ji herkesî bêtir tiştekî kirêt bê dîtin, lê di axaftina li ser wê jî ji herkesî bêtir bi rêzdarî tev bigerin. Mirinê li welatê me bi dirêjahiya salan kezeba gelek dê û bavan şewitandiye.

 

Wisa bê berpirsyarî ne bahsa mirinê bikin û ne jî bibin sedemê mirinê. Ҫavê mirinê jî yê ҫepikvanên wê jî kor be.

 

Ez li nik kek İbrahim Güҫlü me; destên dirêjî wî bibin dê bişkên!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev