Li ser mijara “Êvar baş.” rast e yan “Êvarbaş.”?

Li ser mijara “Êvar baş.” rast e yan “Êvarbaş.”?

Bawer Agirî

 

Em di jîyanê da çi rûbirû çi di telefonê da ji bo pêywendîyê bi hev ra daînin, em di destpêka axaftina xwe da hin peyvan bi kar tînin. Wekî: ‘’Roj baş, dem baş, êvar baş, şev baş’’ û hwd. Ev gotin hema bibêje di hemû zimanan da tên bikaranîn û wekî qayîde cihê xwe girtine. Mirov dikare van peyvan wekî mifteyên ragîhandinê jî bifikre. Ji ber ku mirov nikare bê van pêywendîyeke xurt bi hev ra daîne. Ji ber ku wate û girîngîya van gotinan tê zanîn, zêde  pêwîst nake em nirxandinên nû bikin. Loma jî divê em werin ser mijara xwe ya bingehîn. 

Niha pirsa me ev e, em gotinên wekî ‘’Roj baş, dem baş, êvar baş, şev baş’’ û hwd bi hev ve binivîsin an ji hev cuda? Bersiva vê pirsê her çi qas hêsan be jî, lê ji ber ku sazîyeke me ya hevpar tune, li gelek cihan û ji alîyê gelek sazîyan ve ev gotin cuda tên nivîsîn. Mînak, hin kes van gotinan ji hev cuda dinivîsin. Wekî:  ‘’Roj baş, dem baş, êvar baş, şev baş’’. Hin kes jî bi hev ve dinivîsin. Wekî: ‘’Rojbaş, dembaş, êvarbaş, şevbaş’’. Di îngilîzî û almanî da gotinên bi vî awayî ji hev cuda tên nivîsîn. 

Ji bo em mijarê fêm bikin û bizanin rastnivîsîna van çawa ye, divê em pêşîyê pênase bikin û pişt ra jî li semnatîk û sentaksê binêrin. Peyvên ‘’roj, dem, êvar, şev’’ navdêr in û ji alîyê zayendê ve mê ne; peyva ‘’baş’’ jî rengdêr e. 

Dema ku em dibêjin ‘’Roj baş.’’ em dixwazin çi bibêjin? Heke em ji alîyê semantîkê ve lê binêrin, em dixwazin bibêjin, ‘’Roja te xweş be, roja te ronî be, roja te bê qeza û belayê derbas bibe, roja te berhemdar be.’’ û hwd. Em niha jî hevoka ‘’Roj baş.’’ê bi hev ve binivîsin bibêjin ‘’Rojbaş’’. Em niha ji vê peyvê çi fêm dikin? Her wekî dixuye navdêrek derketîye holê û ji du cure peyvan pêk hatîye. Ji navdêra ‘’roj’’ û ji rengdêra ‘’baş’’. 

Em bibêjin me ji hevalekî xwe ra peyam şand. Me di peyama xwe da wiha nivîsî: ‘’Êvarbaş, em ê roja duşemê bi hev ra biçin Enstîtuya Kurdî?’’ Dema ku em baş bala xwe bidin vê hevokê bifikirin, ev wate derdikeve: Gotina ‘’Êvarbaş’’ wekî nadêr hatîye bikaranîn. Yê ku ev peyam girtîye dê bibêje qey navê wî ‘’Êvarbaş’’ e. Ew kes dibe ku îtiraz bike bibêje navê min Rêşad e, ne Êvarbaş e. Li gorî zanista semantîkê her peyvek an jî her hevokek dikare çend wateyên cude bide. Hevokên bi vî awayî ji ber ku bi nivîskî jî tên bikaranîn, heke bi hev ve werin nivîsîn, wateya navêran didin. Loma jî mirov nikare van bi hev ve binivîse. Lê belê mirov di zimanê devkî da bê gengeşe û pir hêsan dikare bi kar bîne.

Me li jorê mijar ji alîyê semantîkê ve hilda dest. Em niha jî ji alîyê sentaksê ve hildin dest da ku rastnivîsîna van cure gotinan derkeve holê. Bila hevoka me ‘’Êvar baş.’’ be. Her çi qas dixuye ku ev hevok ji du hêmanan pêk hatîye, lê belê ne wisa ye. Ev hevok ji sê hêmanan pêk hatîye: ‘’Êvara te baş be.’’ ‘’Êvara te’’ kirde ye, ‘’xweş’’ hoker e û  “be’’ jî pêveber e. Di nava demê da ji bo hêsan were bilêvkirin bûye ‘’Êvar baş.’’  Piştî vê pênaseyê xweş dixuye ku gotinên wekî ‘’Roj baş., Dem baş., Êvar baş., Şev baş’’ û hwd ne navdêr in, lê belê hevok in. Ji ber vê yek li dûrî zanista watenasî û hevoksazîyê ye ku mirov van wekî navdêr bi hev ve binivîse û bi kar bîne. Ev rêzik ji bo ‘’Dest xweş.’’ û ‘’Beyanî baş.’’ê jî derbasdar e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev