
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane bi awayekî serketî berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
¤¤¤
Yanî, ez her ro li benda te bûm û ew bendemayîn maneyek dida jîyana min, ku berê ew mane tunebû. Hema zewqên derew bi kesên derew ra hebû, me herdu jî hev dixapand û kêfa me herduyan jî dema peyaman dihat, lê hema peyam xilaz dibûn, weke ku her tişt vala dibû.
¤¤¤
Ez zêde ji te hez dikim, ji hebûna te, ji hîsên te, ji çavên te, ji pozê te, ji kenê te, ji hişê te, ji hezkirina te, ji namûsa te. Mêze, min behsa nameyan nekir.
¤¤¤
Heta tu a min bî, dilê min rehet e û ez kesê herî bextewar im li cihanê. Ferq nake tu çawa a min î: bi nazikî, bi hêrs, qelew, zeîf, dirêj, kurt. Di van hemû rewşan da wê çavên te bibiriqin û biçûrisin. Ew jî nîşana bextewarîya te ye… Ji ber ku ez yê te me…
Xemilandina wêneyê: Alen Ayşan
Riataza