DI VÎ ŞERÎ DE JÎ DIVÊ EM BI SER KEVIN!

DI VÎ ŞERÎ DE JÎ DIVÊ EM BI SER KEVIN!

Husên Duzen

 

Zêdeyî salekê ye şerekî dijwar li seranserê dunyayê li dar e. Vîrûsên koronayê bi rûҫikên cûda derdikevin pêşberî mirovatiyê. Heta niha zêdeyî 3 milyon mirov kuştin û hîn jî tu nêta ku êrîşên xwe rawestîne nexuya ye.

 

Êrîşên vîrusên koronayê ji her derê bêtir li Kurdistanê jiyana mirovan têk dibin. Li her ҫar aliyên Kurdistanê her ku diҫe jimara qurbaniyên koronayê bêtir dibe. Heta niha baweriyek hebû ku tenê kesên kal û pîr û nexweş bi nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest didin. Mixabin her ҫû hejmara kesên ciwan î ku dibin qurbaniyên vê nexweşiya xedar bêtir bû.

 

Bi şev û roj ev babet li ser ekranên televizyonên dunyayê ye. Beşekî mezin ji ҫavkaniyên diravî li dijî koronayê tê dan. Serketinên di warê vaksînê de mixabin hîn jî zahf bisînor in. Ji kampanyayên xwe parastinê pê ve tu ҫekên ku karibin rê di demeke nêz de li dijî êrîşên vîrusên koronayê û mutantên wê yî nû bigrin tune ne.

 

Ji bo parastina mirovên Kurdistanê -bi taybet ên li Axa Azad û Rojavayê Welêt- kurd bi xwe berpirsyar in. Heta niha ji alî min ve nayê dîtin ku desthilatdariyên van herdu beşan bi berpirsyariyên xwe radibin.

 

Ji bîr nekin ku di vê kêliya ez van hevokan dinivîsîm de, bi dehan, bi sedan hemwelatiyên me li Qamişlo, Hewlêrê, Amedê û Mahabadê dimrin; ne tenê kal û pîr û nexweş, lê belê kesên ciwan jî, qe nebe van ҫend hefteyên dawî rewş ev e.

 

MIN JI WE TIKA YE

-Bê maske tev negerin,

– Serdanên malan kêm bikin,

-Şahiyên mezin li dar nexin,

-Neҫin limêja camiyan ku gelek mirov li hev kom dibin.

– Ger hûn neҫar man bi kesekî re biaxivin, qe nebe 1,5 m bixin navbera xwe û kesê hun pê re diaxivin.

 

MIN JI WE TIKA YE

Ger bi dest we ket, vaksînê, derziya li dijî koronayê li xwe bixin. Min bi xwe berî 2 mehan ew li xwe xistiye.

 

Ji bîr nekin, li tevahiya dunyayê şer e. Di vî şerî de jî divê em bi ser kevin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev