Pirsa we û bersiva me – 186

Pirsa we û bersiva me – 186

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane jibo bersiva Arîan Şeddadîyê birêz bide, alîkarî ji redaksîyona malpera me xwest, malperê jî ji bo bersivê, berê xwe da berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl. Ka mêze bikin, bê çi jê derket.

 

Pirsa Arîanê Şeddadî û bersiva Têmûrê Xelîl

 

Pirs: Lêkoler Taner Akçamê esiltirk ku li Amerîkayê li ser komkujîya filehan dinivîse, di wê pirtûka xwe da ku niha li Tirkîyê bi navê ”Dîroka ermenîyan” derketiye, dibêje ku axayên kurdan zordarî li ermeniyan kiriye û wekî mînak jî behsa mafê şeva yekemîn dike. Ango dema ku ermenîyek dizewicî, jina wî şeva yekemîn para axayên kurdan bûye. Wekî  jêder behsa pirtûka Lazarevî ya bi navê ”Kurdistan û pirsa Kurd (Moskova 1964)” dike û dibêje ku wî di pirtûka xwe da nivîsîye. Gelo haya we ji vê pirtûkê heye? An jî kesên ku dikarin li pirtûkê temaşe bikin, ka bi rastî Lazarevî tiştekî weha nivîsîye?

 

Bersiv: Taner Akçam nikare lêkoler be, ji ber ku bingehê lêkolînan divê belge bin. Li gor belgeyên fermî yên dewletê, di salên komkujîya ermenîyan da li Tirkîyeyê kurd tunebûn, hemû hevwelatîyên Tirkîyeyê bûn, ango gorî dewletê hemû tirk bûn.

 

Taner Akçam nikare lêkoler be, ji ber ku berhemeka prof. Lazarevî (”Kurdistan û Pirsgirêka Kurdan”, sal 1964, Moskva) wekî çavkanî tîne ku ew berhem piştî çapkirinê hatiye qedexekirin, firotina wê hatiye betalkirin û careka din di bin navê ”Pirsa Kurdan” da, di sala 1972yan da çap bûye. Ango Taner Akçam jêderekê ji kitêbekê tîne ku ew kitêb tune ye.

 

Li ser wê meseleyê ku Lazarevî behsa şeva pêşin ya axayên kurd kiriye: ya pêşin, ma qey dewlet, heq û hiqûq tunebûn ku wî axayî ceza bikin? Her sê cildên Lazarevî jî ji alîyê berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîlî ve hatiye wergerandin û çap kirin, lema ew vê meselê baş zane.

 

Em dikarin ji alîyê redaksyona me da van fikiran zêde bikin.

 

Qira miletekî ji alîyê dewletekê û artêşa wê ve dikare pêk bê. Kurd ne dewlet bûn û ne xwedî artêş bûn. Heger hûn rastîyê dixwazin bizanin, di wê qirê da, yên ku li gor hejmara xwe, herî pir hatine qirkirin, êzdî bûn û tu kes behsa wan nake: ne tirk, ne ermenî, ne jî kurd.

 

Sê katêgorî kes û kom behsa tevbûna kurdan di nava qira ermenîyan da dikin: 1.dewleta tirk, 2.nasyonalîstên ermenî, 3.kurdên wekî Ahmed Turkê ku heta ji ermenîyan doza lêborînê jî kir. Em dixwazin li vê derê ji Ahmed Turkî pirsekê bikin: Ji bo çi dilê te li ser ermenîyan diêşe û tu heta lêborînê ji wan dixwazî ku qaşo kurdan ermenî qir kirine (ji xwe tirk jî wekî te dibêjin, lê dîrok û belge tiştên wisa nabêjin, heta ermenîyan jî bi fermî tiştekî wisa negotiye), lê ji bo çi dilê te li ser êzdîyan naêşe (tu di qesira Hisênê Qencoyê êzdî da dimînî) û lêborîn ji êzdîyan naxwazî?

 

Û dawî, ya here ecêb:

 

Taner Akçamê esiltirk berhema M. Lazarevî wekî çavkanîyeka pêbawer qebûl dike û fikireke wê wekî îzbat destnîşan dike ku qaşo şeva yekemîn ya bûkên teze yên xaçparêzan para axayên kurdan bûne, lê bêhemdî xwe tevaya naveroka wê berhemê jî qebûl dike ku ji serî heta binî behsa welatê Kurdistanê dike ku Tirkîyeyê zevt kirîye.

 

Hinek kesên esilkurd jî yên wekî Selim Çürükkayayî, ji bo rengekê bidin bernameya xwe û deng derxînin, bi Taner Akçamê esiltirk ra hevpeyvînê dikin û (https://youtu.be/_DMXF0ZkhkQ) behsa kitêbekê û fikirekê dikin. Lê hemû mesele ew e ku ne ew kitêb heye, ne jî fikireka wisa heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev