Heyfa te merdemêrî!

Heyfa te merdemêrî!

Antonê Otar Mîrzoyêv jî ji nav me bar kir…

 

Roja 27ê nîsanê sala 2021ê, li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê, di temenê 71 salîyê da wênekêşê navdar Antonê Otar Mîrzoyêv kiras guhast, em û malbeta xwe, hezkirîyên hunera xwe bi tenê hîştin û serê xwe danî ax û berên sar.

 

Antonê Otar 6ê cotmehê sala 1950î li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye, ku miletê me ji wî bajêrî ra Tilbîs dibêje. Wênekêşekî profesyonal, xwedî dîploma zanîngeha wênekêşîyê bû. Çend salan bûye mamostayê wênekêşîyê li zaniştgeha ser navê Toîdzê.

 

Wênekêşê xwedî şureteke pir bûye tevgelê Pêşengehên wêneyan li Gurcistanê, Yekîtîya Sovyet û welatên dereke, hunermendîya gelê me nîşanî gelek miletên cihanê daye.

 

Sala 1980î Pêşengeha berhemên wî yên şexsî li Tbîlîsîyê hate vekirin, li wir wî hunermendîya xwe ya wênekêşîyê ya bi ruhê kurdî va dagirtî raberî maşoqên hunera xwe kir.

 

Sala 2011an li Mala Êzdîyan ya Gurcistanê Pêşengeha wênekêşên êzdî hate vekirin, li wir herwiha berhemên Antonê Otar jî hatine nîşandan.

 

Antonê Otar Mîrzoyêv endamê Yekîtîya Wênekêşên Gurcistanê bû.

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dilekî kovan û bi xemgînîyeke heznî serxweşîyê dide malbeta Anton, hezkirîyên wî û hunera wî : Bira rehme li wî be, wek dibêjin – li vê dinê bûye, bira li wê dinê nebe, cîyê wî li buhuştê, di qata herî jorîn da be.

 

Li jêr dîna xwe bidine hunera wî.

https://youtu.be/Qel6lplFy5Y

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev