Nameyên evînî – 134

Nameyên evînî – 134

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

¤¤¤

Piştî te ez hinekî bûme bawermend, heta dîndar jî. Ji ber ku yê tu kirî evîndara min, ne ez bûm, ango ewqas hêza min tunebû.

 

¤¤¤

Tu evîna min î, tu doxtora min î, tu psikologa min î, tu mala min î û ez di te da dijîm, tu xwerina min î, tu ava min î, tu hewa min î.

 

¤¤¤

Ez te wek evîndar, wek jina xwe, wek keseke ji xwîna xwe, wek bedewîyeke Xwedayî, wek namûseke mînanî zara tezebûyî hez dikim. Ez zanim, ku hezkirina te jîyana min e. Eger hezkirinek din an jîyaneke din hebe, ez nizanim. Eger zanibim, wê demê emê vegerin ser vê pirsê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev