Kilam û Evîn

Kilam û Evîn

Zerdüşt Öztürk

 

Di çevkanîyên qedîm de behs dibe, dibê du derîyê dilê însan heye: Ya yekemîn, derîyê ber rêya Yezdan e. Tenê ji Yezdan re vedibe û jixwe ji bo Wê ye. Derîyê kê ji Yezdan re vebe ew cinnetî ye û meqbûl û bimbarekê Xwedê ye. Gunekar ti car nagihîjine wî derîyî û tenê agirê wan gurr dibe. “Şewat ji bo wan e!”

 

Ya duyemîn jî derîyê evînê ye. Evîn û eşq hêz û qudûma xwesteka jîyanê ne û her li ber derîyê dilane. Dîyarîya herî mezin ya ji bo însana ye.  Ew derî ji kê re vebe, kê bikaribe ji şêmîka wî derîyî derbas be ew bextewar e. Jîyan ji bo wan e.

 

Jin û mêr du baskê bingeh û yekta ya evînê ne. Di serdema 4. ya BZê de,  Arîstophanes eşqê bi efsaneyek ve vedike:

 

“Gava însan afirîye, çar milê wî/wê, çar lingê wî/wê hebûye û di qafek de xwedîyê du rûyê ji hev cûda bûye. Însan ewil hermafrodît (Hermes/Afrodît) bûye û yek rihê wî/wê hebûye û gelek bihêz bûye. Bixwe têra xwe kirîye û ji bo ku bihêz bûye li hember yezdana ji xîretê dûr ketîye.

Rojek zehf hêrsa Zeûs tê û însan di ortê de dixe du qeta. Qetek dibe jin, qetek dibe mêr. Ew parçên ku  bûne du qeta wisa tirsîya ne, ji tirsa hev hemêz kirine.

Yezdan dîtine ku wiha nabe, wan bedena ji hev qetandine û her bedenek avîtine cîhekî û her wiha li ser rûyê gerdunê reşandine. Her parçeyek çûne li quncek dinyayê ketine.

Ew roj ev roj e, parçeyên ku nivcî mane ji bo ku xwe temam bikin li qetê xwe yê din digerin.”

 

Dinav wan da yên ku winda bûne gelek in. Lê yên gihîştine hev jî…  Jixwe jîyan ji bo wan e.

 

Li ser maceraya jin û mêrê, li ser eşq û evînê çîrok û mitolojî, qewl û destan, gotin û heyranok zehf in. Lê yên herî bitesîr û sereke kilam û sitranin. Bêguman di her çand û kulturê de hemanin. Trajedî û bextewarî, lîyan, gazî û gazin di nav hevdanin.

 

Geh mêr gazî dike, sond dixwe, li pey sonda xwe şer dike, geh jin diqehire, şîn dike, reş girdide. Ev govenda qedîm tê diniqute nav wêjeya Kurdî jî: Her wiha em carna bi Xecê re ji kendalan dikevin, carna bi Zîn re ji jîyanê, carna jî bi Edûlê re ji hêvîyê dikevin, winda dibin.

 

Lê kilam me diparêzên, yekser kilamên dengbêjan me vedijînin. Me di nav pelên hêvîyê de diparêzin, li pey qetê din ya rihê me direvînin, tîrêjin royê li ser enîya me digerînin. Me dihewînin.

 

“Lo rebîyo, Xwedê xirab bike dilê bêdil.

Fenanî gakî bêwerîs, bêcil

Fenanî kirasî qolî bêmil,

Fena dara bêşelûl û bilbil

Fenanî xasbaxçeyek rûtî bêgul…

Bra dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be,

Parsa meriv ne li vir be, nava danzdeh duwalê ecnebî, Ûrisan, li mala Amerîkayê gawir be.”1

 

Çend Mînak Ji Kilamên Evînîyê

 

Armanca evînê, helbet serketin e. Lê em dibînin ku di kilaman de kêm kilam hene ku axirîya çîroka wî bi serfînazî û bextewarî bidawî bûbe. Kilam bi piranî her behsa evînên têkçûyî dike. Kilama “Rizgan û Nurê” û gelekên din mînakên bihêz ya vê mijarê ne.

 

Rizgan û Nûrê

Rizgan û Nûrê ji hev hez dikin. Di heman gundê de dilketîyê hev in. Çîrok li gundek ji gundên derûdorên Zetka, di navbera salên 1870-80an de, ji nav êla Sîpkîyên Êzdî de derbas dibe. Rizgan û Nûrê du evîndarê çê û çeleng in. Hezkirina wan him têra emrê wan ê li ser rûyê dinê him jî bi qasî qewlê axîretê bihêz bûye. Bavê Nûrê, qîza we nade Rizgan, her çiqas bi eşk û evîna wan ê zexm beled bûye jî, lê çavê malê dinê derê, ji ber feqîrî û tenêtîya Rizgan qîza xwe layîq nabîne, riya mala xwe dide xwezginîyên din. Lê ser vê Rizgan biryar dide ku Nûrê birevîne. Diçe biryara xwe ji Nûrê re dibêje. Nûrê dixwaze, eşq e, melûm e, dil heye lê ditrse.

 

Demsal serê zivistanê bûye. Berf barîye, der û dor, çol û deşt, çil û çîya spî çîl bûye. Ne waxtê revê bûye ne jî demsala rihetîyê, lê Rizgan çi bike, bavê Nûrê rêya mala xwe ji Rizgan re girtîye ji xwezginîyan re vekirîye. Nûrê daye mêr, sibê dewat e, dewata piştî bêdera, payîza dereng, serê zivistanê ye. Divê hengî ku desmalek sor li serê Nûrê nealîya be, birevîyana, bext û mirazê xwe ji Xwedê re bihîştana.

 

Lê wek me got, Nûrê ditirse, dibê:

“Me barî berfa nerm e,

Rûkê erdê kirîye weke çerm e,

De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe şikefta Kulê,

Qoço yê kurapê min nêçîrvan e, sibê zû radibe pey kêvrûşka digerîne,

Tu were îzê bîne ser me min bikuje, te jî ser de. “

 

De Rizgan e, nahewe, xwîn di tamar de, dil di qefes de, Rizgan di gund de nasene êdî, xwe nagre. Ew şev Nûrê direvîne. Diçin çîyê, dikevin şikevta Kulê.

 

Di şikeftê de Rizgan, serê xwe datîne ser çoka Nûrê, radizê. Her wiha şev li ser wan derbas dibe, Nûrê sibê zû radibe, dertê derê şikeftê. Dibîne ku tişta ji ditirsîya va tê serê wan. Qoço li ser berfa nerm şopa wan rast kirîye, wa li jêrê ye, ber bi wan tê. Nûrê direve diçe jêrê, xwe diavêje ber bextê Qoço, jê re dibê :

 

“Tu were min porkura Xwedê bikuje,

Poz û guhê min jêke, têxe berîka xwe, bibe nav eşîrê,

Him te re nav e him namûs e,

Lê tu were Rizgan nekuje, ew e, xortekî heyf e, takî bi tenê ye…”

 

Lê bi gotinên gotinbêj û dengbêja Qoço herda jî efû nake.

 

Sosin û Ferzê

 

Yek ji mînakên evînên têkçûyî jî helbet kilama “Sosin û Ferzê” ye. Li gundekî Mûşê ku li devê çemê Mûradê ye, du evîndarê bêşansin. Dilê Sosin di Ferzê de ye lê bavê wê tîne ewê dide yekî din. Lê çawa di kilam de salix dide, dilê gede jî di Sosin de tunebûye. Di kilam de wiha derbas dibe:

 

“Hewar Xwedê tu sêr bike Gulê digo Sosin xweyê,

Tu rabe gustîla nîşanîyê ji tilîya Sosina xweynga min re anîne

Çi bikim mêrê wê bê dil e hewar Xwedê

Gustîla nîşanîyê ji tilîya berxa min re teng e.”

 

Kilam bi lîyan, gazin û xwezîyên Sosin ve dirêj dibe diçe. Lê di kilam de balkêş e ku  gava Sosin gazî Ferzê dike, carna dibê “lo lo şaîro…”

 

“Sosin dibê lo lo şaîro vê sibengê malxirabo gelo

Dilê min keçikê fenanî belekîya berfa Kurtikê çîyayê Mûşê

Hey bêbexto gelo vê sibengê tu were qasekî rûnê li ber sîka bejna min keçikê…”

 

Wek tê zanîn li herema Mûşê Ferzê dengbêjek bi nav û deng e. Heye ku di vê kilamê de şaîra ku Sosin gazî dikê, ew bi xwe be.

 

Salih û Nûrê

 

Lê ku behsa evînên têkçûyî dibe, meriv “Salih û Nûrê” ji bîr neyne nabe. Di kilam de çawa tê gotin Salih “Piçûkê bira, qantar û qatîlê neh mêra ne.” Li hepsa Dîyarbekrê girtî ye û jê re cezayê idamê hatîye.  Nûrê dotmam û helala wî, “serbizêra” wî ye. Nûrê tê Dîyarbekir li derîyê dewletê digere û efûya Salih dixwaze. Wekî ku di kilam de behs dibe, “cezareîso dide xatirê Xwedê û pêxembera, xatirê Nûrê yê jina çê ye…”

 

Her wiha Nûrê, Salih ji idamê rizgar dike lê Salih “di sanîyê de bi Nûrê re xayîntîyê” dike.

 

“Salih digo lê Nûrê

Bejna te zirav e ji tayê rihanê ji têla vê kewretê piçûk im lê

Sêr bike hêşîn dikir li bajarê Dîyarbekir

Li derê Ûlû Camîyê lo vê  mizgeftê, serbizêrê lê

Ez ji te re sond bixwim bi sonda qesemê

Bi navê Quranê, bi sûretê vê Beratê, domamê lê

Ezê te bikujim ji bona tu çima ji bona ceza û îdama min gerîyayî

Li qapîyê hukumetê ve dewletê, serbizêrê lê…”

 

Di dawîyê de Nûrê gazî dike, dibê, “ax xayîno lo lo…”

 

Feqî û Têlî Eyşan

 

Kilama dîyaloga “Feqî û Têlî Eyşan” jî gelek hêja û balkêş e. Hêjatî û balkêşîya kilamê ji rûdana di navbera herda zêdetir, ji alî edebî, wêjeyî ye. Teswîrên zexm û kafîyeyên li hev hatî li pêş in. Feqî wiha gazî Têlî Eyşan dike:

 

“Feqî digo de lê lê keçikê ez gul im tu rihanî

Berxê ez şûşe me tu fîncan î

Sebrs dilê min gelo ez sedef im tu mircan î

Berxê ez sûk im tu dikan î

Malxirabê ez bax im tu bostan î

Gidîyê ez lêv im tu diran î

Malxirabê ez zar im tu ziman î

Tu sêr biki ez ber im tu bistan î lê lê ..”

 

Wekî di kilam de behs dibe, Feqî rêwî ye. Li Çuxurê, jêra gundek Norşînê rastî qîza Mele Miheme, Têlî Eyşan tê. Ji hev esil û esaletên hev dipirsên. Têlî Eyşan pirs dike, dibê : ”ocaxkoro gelo vê sibengê xwezila min bizanibûya tu ezeb î yan zewicî yî?”

 

Feqî bersîv didê, dibêje:

 

“Lê lê keçikê ezê ji teyra teyrê per spî me

Li ser çît û perdê konê mala bavê te rûniştî me

Ezê îsal û çend salê min temam bû ez bilind firîm alçaxî ketime

Ez nizanim şansê te bû talîha min bû

Sala par vî çaxî li Çuxura Bazîdê zewicî me…”

 

Li ser vê bersîvê, Têlî Eyşan îcar dewa hêvîbûnê li Feqî dike. Dibû “ezê sedema çev û birîyê reş belek, çend saleka ji xwe re qebûl bikim qar û bêgarê hêwîtîyê… ”

 

Lê Feqî qebûl nake, dibê “malxirabê here tu li ser doşega Resûlê Ekrem dê û xweyêmin î. ”

 

Emerkê û Qîza Tucar Axa

 

Emerik zavê Tucar Îskender e. Pê re baziganîyê dike. Bo wî diçe Helebê kewranîyê. Dilê wî û Qîza Tucar Îskender di hev de bûye. Soz û qirarên wan yek bûye û zewicîne.  Di serê kilam de bi taybetî Qîza Tucar Axa bêrî û hîsên xwe yên hezî û xwestekîyê tîne ziman:

 

“Te berê xwe dabû Heleba şewitî ji Tucar Îskender re diçû kewranîyê

Îro çendê me temam bû te ez dîn û har dikirim birîndarim

Bûbû meraq ketibû can û cîgerê min keçikê lo min zerîyê

Lo lo gidî gelo vê sibengê tu îro rêka xwe nivî kir

Zivirî hatî taxima sing û berê min  gulîbirî bi mêvanî…”

 

Lê rojek, gava Emerkê diçe kewranîyê, dibîne ku Qîza Tucar Axa jê re bêbextîyê dike. Di kilam de wiha tê ziman:

 

“Gidî gelo vê sibengê ezê ji bavê te re diçûm Helebê lo kewranîyê

Gava ez ketim binîya êlê min dî te li xwe kiribû çekê xwe yê bûkanîyê

Te li dostê xwe kiribû çekê minê zavatîyê

Ocaxkorê ez ne nexweşim tu îna bike ez batime casûsîyê. ”

 

Qîza Tucar Axa berê înkar dike û  dixwaze bi malê dune, bi pere û serweta bavê ve Emerkê îdare bike. Hildide dibê:

 

“Emerkê ez bi qurban, sibe bû li me derketîye stêrka sibê, lo stêrka zer e

Şewq û şemalê dabû qesir qonax koşka seraya Tucar Îskender e

Hey malmîrat tuyê bi gotina fesad û şeytana neke

Malê bavê min pir gelek e

Bibe ji min û xwe re li Helebê bike zêr û pere

Emerkê her tim car ser çevê min û bavê min re were. ”

 

Lê Emerkê şan û şerefa mêrkî eşîr, bi mêranî û camêrî qebûl nake. “Ez ti cara malê bavê te bi bêbextî nafroşim, ji xwe re nakim zêr û pere. Ez ji te re sond bixwim îro di ser serê te û dostê te ve dikim herb û sefer e.”

 

Qîza Tucar Axa dibîne ku Emerkê bi biryar û bi qirar e, idî înkarî bêfayde ye, dibêje: “Emerkê fenanî kelbekî ji kulîna mala bavê min derkeve dev bi mast e, ez ji te re sond bixwim herçî gotinê te gotine temam rast e.”

 

De idî tîr ji kevan derketîye. Camêrek ku rastî kotîbûn û xirabîyek wiha were, divê çi bike? Wê helbet qaîde û ûsûlên dê û bava, qalik û mezina û zagonên eşîra bihata cî, wê rûdanek ku li cem rûspî û maqûla, mezin û cahila, jin û mêra bihata pejirandin rû bida.

 

“Qîza Tucar Axa, sibe ye ez Emo me, Emongê delodîn im

Ezê vê sibengê malxirabê bi quweta min nîne, bi quweta Rebê  li jorîn e

Ezê çek û sîlahê xwe li xwe kim, qema qabirme zîvîn li bejna xwe bişidînim

Tu derî baca kilît bike, ezê dugma zirzê bişkênînim

Bi quweta Rebê Jorîn serê te û dostê te va bi hev re difirînim.”

 

Wekî me li jorê jî got, di çevkanîyên qedîm de behs dibe, dibê du derîyê dilê însan heye: Ya duyemîn derîyê evînê ye. Evîn û eşq, hêz û qudûma xwesteka jîyanê ne û her li ber derîyê dilane. Dîyarîya herî mezin ya ji bo însana ne.  Ew derî ji kê re girtî be,  kê di şêmika wê de asê be ew bedbext û kesas e. Kilam ji bo wan in.

Jêrenot:

  1. Wey Dil – Şakiro

 

Çavkanî:

Antolojîya Dengbêjan 2 Şakiro- Ö.Güneş/I.Şahin, Nûbihar

Kilam û Jin- T.Çiftçi, Nûbihar

 

Wêne: Rebwar K Tahir

 

 Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev