Stêrka min a xuricî: Veysî Bulut

Stêrka min a xuricî: Veysî Bulut

Nivîskarê malpera me bi gotara xwe ra tevayî peyameke ha ji redaksyona me ra nivîsîye:

Min ev bend li ser birayê xwe yê ezîdî Veysî nivîsand. Di demên berê de kî êzdî ye, kî misilman e, di nav civaka me de tune bû. Malbata BULUT rêberên ezîdîyên alîyê me bûn. Em wek malbatekê bûn. Birayê min navê kûrê xwe kiribû “Yezdan”, ku îro doktorekî 45 salî ye… Me bi hev re bi hezaran birayên xwe yên êzîdî ji ber zilmê revand anî Almanyayê…

Êzê di nivîsê xwe li ser Veysî berdewam bim û wê bibe pîrtûk (bi saya Xwedê).

Bi silavên nermîn û germîn ji bajêrê F. Kafka ta ba we.

Birayê we : Yekta

 

”Stêrka ku li asîmanê min xuricîbû, esilzadeyê Kurd ê Êzdî, birayê min Veysî bû” 

Dr. Yekta Uzunoğlu

Ev 29 sal in ez li dibistana gundê Navenda Astrolojiyê dijîm, ku di sala 1895’an de ji hêla Împaratoriya Awusturyayê ve hatiye avakirin. Di sala 1918’an de, dû parçebûna Împaratoriyê Çekoslovakya hat damezirandin. Di sala 1993’yan de piştî ku Çekya û Slovakya ji hev veqetiyan, vêcarê jî Navenda Astrolojiyê ya Zanîngeha Çarlsê li rexê Çekyayê ma. Sedema avakirina navendeke wiha ya li vê herêmê ew bû, ku li tevahiya Ewropayê stêrk herî zêde li vir xuya dikirin û dibiriqîn. Gelemperiya gund ji zanistên li wir dixebitin û ji pisporên berpirsyarên teknîkê, yên wê navendê pêk tê. Min 29 sal berê dermanê wan rojên biêş ên bêdawî yên nefîbûnê/sirgûnê li vê navenda astrolojiye dît. Ev der, ku şevên bêewr bûn stargeha min.

Dema ku zanyarên bi salan piştre me hev nasdikir di nava meh-salên destpêkê de ji min re digotin; “Ev stêrk bi hezaran salan ji me dûr in, ew stêrka hanê bi milyonan caran ji roja me mezintir e”, min di fêmkirina hesabkirina wan hejmarên ku wan qal dikir de zehmetî dikişand. Hem wek kesekî Kurd û hem jî wek kesekî ku bi pirsgirêka Kurd re eleqedar bûm, dema ku min pirsgirêkên xwe yên rojane danîn beramberî tiştên min li navenda stêrkan dîtibûn, yên ku ew ferqa pêkenok a di navbera wan de didît û dijiya ez bûm.

Û min jî ji xwe re gerdûnek ava kir: Mîkro kozmos! Gerdûneke piçûk! Gerdûna min. Min li asîmanê wê dinyayê stêrkên xwe bi cih kiribûn. Ji bo ku hema piçek be jî bi dilaram bim û wê êş û azara giran a hesreta welat a di dilê xwe de hînik bikim, bi şev derdiketim şaneşînê û min li wan stêrkan dinêrî. Min carnan bi stêrkên xwe re sohbet dikir, carnan derd û kulên xwe ji wan re vedigot û carnan jî kêfxweşiya xwe bi wan re parve dikir. Û di hejariya bi sînordariya lebatên têgihîna xwe de, min digot qey dê stêrk her li wî cihê min lê hiştibûn bimînin. Ev têgihiştina min a ji bînî ve xelet, gelo pêdiviyeke nebe nabe ya dinyaya rasteqîn a em tê de dijîyan bû? Ez ji vê yekê tam ne bawer bûm! Belkî jî sedem ew bû, ku min nedikariya xwe ji pirsgirêkên ketûber ên rojane xelas bikim û bi hemdê dilê xwe bi stêrkên xwe re bim.

Veysî yek ji wan stêrkan bû ku min bi îhtîmam li asîmanên dinyaya xwe bi cih kiribû.

Rojekê dema ku bi nivîskî li gel birayê xwe yê hêja Eşref Tarhan diaxivîm, min pirsa Veysî jê kir. Got; “Ew êdî nîne!” Û li ser zêde kir: “Kekê wî Îbrahîm jî êdî tune ye.” “Li pey hev, ji vê dinyayê bar kirin”… Derengiya şevê bû. Ez qurifîm, bêhna min teng bû û bi gavên lez û bez derketim şaneşînê. Li asîmanê dinyaya xwe, li birayê xwe Veysî û Kek Îbrahîm digerriyam…

Navenda lêkolîna stêrkan a herî mezin û ya herî kevn a Ewropayê ya navîn li serê girê gund bû û ez jî hema li jêra wê bûm. Li nav şaxên dirêj ên darên çamê ku derdora malê digirtin, di asîmanê xwe de li wan digerriyam ez. Lê xuya nedikirin… Her yek ji wan bûbû dûvstêrkek û li asîmanê dinyaya min dest bi rêwingiya xwe ya bêdawî kiribûn û ji wir jî bar kiribûn. Dema ew dûvstêrk derketin rêwingiya xwe, li pey xwe çirîskên biriqî hiştibûn, ku di tarîsanka de mîna gûlstêrkan diçirisîn. Ji bo ku bi destên xwe yên lerizok wan neêşînim, min ew yek bi yek kom kirin û danîn nav destmala ku ji hevrîşmê herî narîn yê Hindistanê hatiye çêkirin û bi xemlên herî delal ên kulîlkên çiya, deşt û rexçemên Kurdistanê hatiye xemilandin. Û min xistin sindoqa bi sirr a xwe ya herrî binirx û min bi dilekî tirs derî li ser girt.

Jiyana Kurd gelek caran bi min da jiyîn û nîşanî min dabû ku deriyê wê sindoqa bi sirr a ku min bi dilekî tirs girtibû, li cihekî ku qet ne li hêviyê bûm û di kêliya demekê, ku kesekî nikarîbû texmîn jî bike de, çirîskên wê ronahiyê ji ber xwe ve û ji nişkê ve derdiketin û çavîyên her hevûnekên min dişewitandin û xwîn dikirin.

 

***

 

Di salên berê vexwendnameyek ji Kluba PEN a Kurd ji min re hat. Rojeka wêjeyê bi Sorbenan re birêkûpêk kiribûn, ku Makezagona Almanyayê di dawiya hefteya berê de, bi awayekî fermî eksîstensa wan naskiribûn. Hem mijar gelek nêzî min bû û hem jî bajarê, ku semîner lê çêbûbya. Li Bajarê Dresdenê, paytexta eyaleta Sachsenê, ku bi huner, mîmarî û dîroka xwe gelek bi nav û dengê bû.

Wê rojê ez û Loran bi hev re çûn bajêr. Loran ji Rojava bû, beşa avahîsaziye dixwend û li mala min dima. Em gihiştin avahiya semînerê, ku wê 2 rojan berdewam bikira. Em ji wesayîtê peya bûn û wan sed mêtroyên mayî jî em meşiyan. Dema, ku min bi hevalên xwe, yên bi salan bû me hev nedîtîbû re hal û wextê hev dipirsî, kesekî çend salan ji min piçûktir û xwînşirîn, ku cilên xweşik lêbûn, nêzî min bû û bi zarekî kubar got: “Gelo ti ne Dr. Yekta yî?” Min got: “Belê ez im.” Me destê hevûdin girt, kêfxweşî da hev da. Got: “Ez Cemal Bulut im.” Min jî kêfxweşiya xwe ya bi naskirina wî anî ziman. Xeberdana xwe wiha domand; “Min kekê te yê rehmetî nasdikir.” Min got, gelo dîsa deriyê sindoqa min a çirîskê tê de veşartî vedibe? Lê derfet neda, ku wê tirsê jî bijîm û berdewam kir: “Ez birayê hevalê te Veysî me.” Hêj di saniyeyê de êdî tişta heyî bûbû, deriyê sindoqa min vebûbû, hemû çirîsk belayî hemû çavîyên hevûnên min bûbûn û hemû çavîyên min hem dişewitîn û hem jî xwîn jê diherikî… Li Girava Sînayê çawa ku di bin pileya germê ya 45-50’an de ji bedenekê ji nişkê ve dilopên xwêdanê biherrikin, ev jî di min de xwînîbûyîneke wisa bû.

Dilekî min dixwest ji Cemal dûr bikeve û dilekî min jî dixwest li wir bimîne û wî himbez bike. Ji bo ku germahîya Veysî li ser sîngê xwe hîs bikim, min Cemal hembêz kir. Û nayê bîra min bê ka ez çawa gihiştim wê eywana, ku mase weke tîpa U’yê lê hatibûn danîn. Kesên li eywanê ji min pirr dûr bûn, min geh destê Cemal di nava destên xwe de dişidand û geh jî min milên wî digirtin û ber bi himbêza xwe ve kaş dikir. Di wê kêliyê de ew ji bo min Veysî bû… Rihê min, hevalê min, kezeba min, birayê min, hevalê zaroktiya min û rêhevalê min Veysî bû, ku li asîmanê min bi rêwingiyê bû…

Semînera, ku di rojan berdewam kir, di min de ne ‘zewqa’ sohbetên bi heval û hogiran re û bihevrebûna bi dostên min ên qedîm re hiştibû û ne jî hêz, taqet û hewes-daxwaz bo min hîştibû. 3 saet piştre navberek hat dayîn û ji wan hevalan yekî li ser wê rêya 100 mêtroyî bi awayekî rasthatî destê xwe dirêjî Cemal kir û got; “Bi xatirê te.” Heke ewî kesî ev yek negotibûya, dê min nikarîbûya bi ser hemdê xwe ve bihatima. Nayê bîra min bê ka li wesayîta xwe çawa siwar bûm. Loranê wesayît diajot û heta wê kêliya ku got “Kekê em gihiştin malê” jî ez bi tena serê xwe, bi wan birînên xwe yên xwîn jê diherikî re bûm… Dema ku min 2 roj pişt re karîbû, ku bîranînên xwe yên bi Weysî re ku di nava wan zerreyên ronahiyê de veşartî bûn, ji nava hebûna xwe kom bikim, têxim nava wê destmalka, ku bi tayên rengên Kurdî hatibûn xemilandin û di sindoqa xwe de bi cih bikim, êdî ji kas ketibûm. Ber bi şaneşînê ve beziyam, ew stêrka min xuricî bû û ew stêrka ku li asîmanê min heta hetayê xuricîbû û çûbû, esilzadeyê Kurd ê Êzdî, birayê min Veysî bû. 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev