EFSANEYA HER HEFT XEWARAN

EFSANEYA HER HEFT XEWARAN

Gird Elî

 

Di nav gelek efsaneyên bêhempa yên ku di dîroka dêrê da hatine gotin, ez hîs dikim ku çîroka bîrawer ya heft xewaran hilbijêrim, ku li gorî vegotina xeyalî, di dema desthilatdariya Theodosiusê ciwan da dê qewimî be, hema hema di heman demê da bû ku vandalan Afrîka dagir kir.

 

Gava Qeyser Deciusî zordarî û teqîbat li Mesîhîyan dikir, heft ciwanên esilzade yên ji Ephesosê di şikefteke fireh ya li tenişta çiyayekî nêz da xwe veşartin, zilmkar heman gavê li wir tawana wan birî û ferman da ku derîyê şikeftê bi komek kevirên mezin ve were girtin. Ew di cih da ketin xewek kûr ku bi mucîzeyekê û bêyî ku bandorê li ser zindîtiya wan bike sed û heştê û heft salan dom kir. Gava ku ev dem derbas bû, Adolius, ku çiya jê ra mîrat mabû, emir da xulamên xwe ku keviran rakin da ku avahiyek hêsan û vekirî li gund ji wan ra çêbikin.

 

Dema ku tava rojê ket şikeftê û li wan da her heft xewar şiyar dibin. Piştî xewa ku wan digot qey çend demjimêran dom kiriye, ew birçî bibûn û biryar dan ku Iamblichos, yek ji wan, bi dizî biçe bajêr da ku nan ji wan ra bikire. Lêbelê, zilamê ciwan (heke di bûyerek bi vî rengî da mirov bikaribe navekî wisa bi kar bîne) bala xwe dayê ku war û cihê wî yê ku jê ewçend nas bû ji wî ra bi tevahî biyanî bûye. Matmayîna wî hîn zêdetir bû ,dema ku çavên wî bi xaçeka bêhawe mezin ket ku li ser dergahê bajarê Ephesosê rakiribûn.

 

Cilûbergê wî yên xwerû û zimanê wî yê kevn şikê li ba yê nanpêj çê dike û gava ku dixwaze deynê xwe bi polikekî kevn ji demên Decius (ku di piyasê da nema dihat bikarhênan) jî bide, wî digrin û bi gumanbarîya ku xezîneyan vedişêrî wî dibin dadgehê. Lêpirsîna di derheqê wî da ev ecêb eyan kir ku ev nêzîkî du sed sal di ser bûyera Iambichos û hevalên wî ra derbas bûye, teqîbata zilmkerê pûtperest sed û heştê û heyşt sal berê bûye.

 

Metranê Ephesosê, tevahîya keşan, karmend, gel û, tê gotin ku, împeretor Theodosius bixwe, bilez dicivin û diçin serdana şikefta her heft xewaran, û ev bi dilxweşî ji civatê ra çîroka xwe dibêjin, û li ser vê yekê ew bi aştî bergirtîya wan dikin û wan pîroz dikin. Koka vê efsaneya bêhempa divê ji dilnizmîyekê, ji yewnanên nûjen yên xapînok ra neyê hesibandin lewra agahdariya li ser vê mûcîzeyê cara yekem, piştî bûyerê bi pêncî salan eşkere bûye.

 

Jakobê ji Sarug, metranek ji Sûrî bû ku bi tenê du sal piştî mirina Theodosiusê piçûk hatiye dinyayê, yek ji du sed û sih qesîdên xwe ji bo pesnê xortên Ephesosê gotîye. Berî dawiya sedsala 500-an jî, efsaneya wan ji hêla Gregorius ji Tours ve hatiye wergerandin bo Latînî. Civatên dijminê Dêra Rojavayî ên şerqî bi heman şiklî bîranîna wan bi rêzdarî diparêzin, û navên wan di salnameyên romî, etopî, û rûsî da xwedî cîhekî bi rûmet in.

 

Ev çîroka populer ya ku Mihemed dibe ku fêr bûbe dema ku wî deveyên xwe dihajotin bazarên Sûriyê, di Quranê de wekî vegotinek xwerû hatîye gotin. Çîroka her heft xewaran ji Bengalê heya Afrîkayê, li cihê ku ola misilmantiyê lê hatiye pejirandin, û ji hêla gelek kevneşopiyên bi vî rengî ve peyda dibe, heta bi li Skandînavyaya dûr jî hatiye vegotin û xemilandin. Di rastiyê da ne ecêb e ku vê efsaneyê li deverên mezin ên cîhanê qedir û qîmet girtiye, ji ber ku ew gelek ramanên balkêş dide derva…

 

( ji dîroka: Daketin û hilweşîna Împeratorîya Romayê, Edward Gibbon)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev