Berhemên kurdzanên me – 242

Berhemên kurdzanên me – 242

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa yanzdehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -11

Bi salixên Jean Pierre Viennot ku endamê kafêdra zanîngeha Sorbonê ya dîrok û çanda kurdî bû (224, 1971, No 2, r. 8), ew perça PDK di sala 1967 da hatibû saz kirin. Hîmdarekî wê, parlementerek ji Urfayê, Faik Bucak, bi nemamî hate kuştin. Viennot usa jî navê çend rêxistinên Kurdan ên dizî li Tirkiyê, wek Partiya Xelasiya Gelê Kurd li Tirkiyê, Rêxistina Azayê, usa jî Rêxistina Şervanên Kurdistanê (254, 1971, No 40) dide. Van hemû rêxistinên Kurdan bi dizî kar dikir.

 

Ji bo serketina Kurdan pêwîst bû ku ew rêxistinên dizî yên Kurdan di karê xwe da yek bibûna. Loma jî, wek ku nûnerekî PDKT di hevpeyvîna xwe ya di kovara lubnanî “El-Hedef” da dibêje, di sala 1970 da kongreya yekemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistana Tirkiyê ya ku hemû komikên rêxistinan gihandine hev û kirin yek hat derbas kirin. Ew komik hela di sala 1950 da dest pê kiribû saz bibin. Kongrê bernama partiyê ku tê da nuqteyek di derheqa mafê milletan bona bixwe biryarkirina bextê xwe û destûrdayîna gelê kurd ku bixwe qederê xwe di goveka Komara Tirkiyê da safî bike hebû qebûl kir (242, 1975, No 284, r. 16-18).

 

Tevî partî û komikên Kurdan ên siyasî yên dizî di dawiya salên 60 da, rêxistin û komeleyên cuhanan û yên mirovî yên mayîn ên lêgal dihatin saz kirin. Ewha, bi pêşniyara fraksyona Kurdan a Partiya Tirkiyê ya Karkeran di tebaxa 1969 da Ocaxên Rohilatê yên çandî yên şoreşgeriyê (ORÇŞ) ku li hemû bajar û wargehên jiyînê yên mezin ên Kurdistana Tirkiyê hebûn hatin saz kirin.

 

ORÇŞ, yên ku li Ankara, Stembol, Diyarbekir, Silvan û bajarên Anatolya Rohilatê yên mayîn hatibûn saz kirin, fêdêrasyonên serbixwe yên xwendekarên kurd û rewşenbîrên wan bûn û bi huqûqî ne hatibûn testîq kirin. Di ORÇŞ da weke 20.000 mirov hebûn (174, r. 46).

 

Dokumentên anegor isbat dikin ku ew “rêxistinên ku bingeha wan hevra karkirin, hevalbendî, ronayîdariya xwendewariyê, karê tevayî ji bo xwendekarên cuhan e. Usa jî ew ya nûnerên rewşenbîran e û dicedîne ku idêolojiya şoreşgeriyê pêş da bibe û belav bike … Hemû endamên wê baweriya xwe bi fikirdariya aza ku di destûra Komara Tirkiyê û daxuyaniya navneteweyî ya hemcihanî ya bona mafên gelan da heye tînin … Bona pêkanîna armancên xwe, rêxistin ewê civînan, lecan, temaşegehan bide derbas kirin û teşkîl kirin û ewê mecalên ronayîdariyê Û çandî yên cihê-cihê yên ku di goveka zagonê da ne pêk bîne” (121, r. 451).

 

Bi awakî din, ORÇŞ kar dikir ji bo alîkirina pêşdaçûyîna zimanê kurdî, folklorê, usa jî dîrok û edebiyata Kurdan. Nûnerên wê rêxistinê, ra s t e, mecbûr dibûn ku di nava gotinên xwe yên zar (devkî) da xwe hinekî xwedî fesal bikin, dest pê kir çend gotarên gelek culet biweşînin – ew jî di qewl û şertên siyaseta Tirkiyê da – . Wan bulteneke ku tê da di derheqa gelê Tirkiyê da û di derheqa karên cezakirinê li Kurdistana Tirkiyê, ku desteyên “Komando” û cendirme didan derbas kirin, da dihat gilî kirin çap kir (254, 1971, No 40).

 

Salên 1969-1970, tenê rêxistinên Ankara û Stembolê 9 bulten û 24 dokumanên mayîn derxistin, her weha çend bangên ku kopyên wan ji serok û serekwezîr ra dişandin (33, r. 24-25).

 

ORÇŞ karê xwe bi Partiya Tirkiyê ya Karkeran (PTK) ra dikir û rêxistinên wê partiyê li Kurdistana Tirkiyê jî hebûn.

 

Di destpêkê da PTK di pirsa Kurdan da xwe tebiya zelal ne girtibû. Tenê çend nûnerên wê (nemaze mirovên kurd) bixwe siyaseta resmî di hindava Kurdan da rexne dikir û dijî wê yekê bûn ku li “pirsa rohilatê” wek pirsa “pêşdaçûyîna kapîtalîzmê ya newekhev” binihêrin. PTK bere-bere hat ser wê baweriyê ku safîkirina pirsên rohilata welêt ên

 

civakî-aborî bi gelek tiş tan va safîkirina pirsa Kurdan a millî va girêdayî ye. Cara pêşîn ev girêdan M. A. Ayber di nava axaftina xwe ya li civîna komita karkirinê ya sereke ku di 12 adar 1963 da li Gaziantepê hat derbas kirin da nîşan da “115, r. 275-285).

 

Lê di bemama PTK ku di sala 1964 da hatibû qebûl kirin girêdan tam ne hatibû xuya kirin. Lê tevî wê yekê, bemama PTK wekheviya bajarvanan, bê cihêtiya millet, dîn û ziman, nas dikir. Usa jî ew ji bo parastina mafên gelên biçûk ên mayîn pêş da dihat û li ser wê baweriyê bû ku hemû jî wek hev in, bê hesabhildana ziman, ol û baweriyên siyasî (60, r. 80-82). Ew yek gelek mîna naveroka miqala destûra Tirkiyê ya 12an ya 1961 bû.

 

Di şertên hişkbûna pirsa Kurdan li welêt da, ev hemû tiş t hindik bûn, tê r ne dikir. Ji PTK ra pêwîst bû ku di hindava pirsa Kurdan da xwe bi tebiya firehtir û zelaltir bigirta. Di novembra 1966 da, li Meletyê kongreya PTK ya duda hate derbas kirin. Li kongrê pirsa di derheqa rewşa li wilayetên rohilatê hat bilind kirin. Ewha, serokê rêxistina partiya Tunceliyê, Kemal Burkay, nîşan da ku li rohilatê hela tesîra tradîsyonê pirr e, hela gel nikare li pirsên xwe di neynlka civakî da binihêre. Divê usa jî hildin ser hesêb ku ew gel di hêla dîndariyê da hatiye pîre-pîre kirin. “Komên hukumdar vê yekê bi kar tînin” (240, 1966, No 192). Loma jî Kemal Burkay pêşniyar kir ku xebata partiyê li wilayetên rohilatê bidin xurt kirin.

 

Kongrê, ku ew pirs enene kir, ev biryar qebûl kir : “PRP, karkerên me, rewşenbîrên me yên sosyalîst li ser wê bîr û baweriyê ne ku pirsa Rohilatê wek her pirseke aktuel (giring), ku bi maddî û moralî tê zêrandin, hewcê lêhûrbûn-lêhînbûnê ye”. Girêdayî vê yekê, kongrê sipart organên partiyê yên serkarîkir ku bi wê pirsê va mijûl bibin (240, 1966, No 192, r. 16).

 

Di kongreya PTK ya 3an da jî, ku di novembra 1968 da hat derbas kirin, dîsa pirsa di derheqa wilayetên rohilatê da hate bilind kirin. Tevgelê wê Naci Kutlay, ku di kongrê da peyivî, nîşan da ku di nava dokumana M. A. Ayber da guhdariya pêwîst li ser rohilata welêt û pirsên wê ne hatibû danîn. Paşê wî karkirina parlementerên meclisê yên ji Kurdistana Tirkiyê yên ku qet ne dihatin navçeyên ku ew tê da hatin hilbijartin berk rexne kirin. Di dawiyê da Naci Kutlay bangî PTK kir ku bi pirsên Rohilatê ku bineciyên wê nikarin herin nexweşxanan bitenê ji bo ku ew bi zimanekî mayîn dipeyivin va mijûl bibe (201. 1968, N* 3512, r. 4).

 

Kongreya 3an, ku tevî pirsên mayîn problêma Rohilatê jî enene kir, di nava biryamama xwe da nlvîsî : “Di hêlekê da di nava destûrê da nivîsiye ku wekhevtî di nava hemû bajarvanên welêt da – bêy hesabhildana ziman, ol, bîr-baweriyên siyasî, bawermendiya felsefî û dînperestiyê – heye. Di hêla mayîn da jî daxwaziyên wan mirovên ku bi kurdî û erebî dipeyivin û li wilayetên rohilatê û rohilata başûr wan dizêrînin bendî tiştekî hesab nakin … Divê şertên psîkolojîk û sosyolojîk jî hildin ser hesêb, ji ber ku tenê bi wî awayî dikarin rewşa sazbûyî tehlîl bikin û hel bikin” (232, 1969, No 25, r. 4).

 

Paşê di dûmayîka biryamama kongrê da tê gotin ku PTK, ku qedrê bawermendiyên karkeran û hurmeta dînê wan digire, eşkere dijî zêrandin û pelixandinê derdikeve û pêwîst dibîne ku serwêrtiya daîran di aliyê karên olperestî-dîndariyê da hemû dînan weke hev bibîne û di nava wan da di hemû derecan da wekhevtiyê biparêze (232, 1969, No 25, r.4)

 

Eserên kongreyên 2an û 3an şehadet didin ku PTK hetanî sala 1969 di dereca pirsa Kurdan da xwedî bemameke karkirinê ya fireh nîn bû. Gava biryar di kongreya partiyê ya 4an da, ya ku di 28-31 oktobr 1970 da li Ankarê hat derbas kirin, hat stendin, kongrê biryara xusûsî ya di derheqa pirsa Kurdan da qebûl kir. Ew gelek zelal û culet bû û kemala wê ya dîrokî jî hebû, ji ber ku ew nîşan dida ku dest bi merheleke nuh di nava danûstendinên Kurdan û Tirkan da dike. Em li jêr metnê wê biryarê yê tam tînin :

 

“Kongreya Partiya Tirkiyê ya Karkeran a çaran eşkere îlan dike ku li Rohilata Tirkiyê gelê kurd heye; hema di destpêkê da rejîma faşîst ku bi civakên hukumdar hatiye damezrandin, di hindava gelê kurd da siyaseta bindestkirin, teror û helandinê, ku gelek caran binyatê xwînrêtinê bi dest aniye, daye derbas kirin; sebebeke sereke ya şûndamayîna wê navçeya ku gelê kurd tê da dijî ew siyaseta civakên hukumdar ên civakî û aborî ye; loma jî wê rejîmê kêm tiş t kiriye bona pêşxistina rohilatê û di wî karî da sÛcê idêolojiya civakên hukumdar a milletçîtî-şovînîst gelek e; piştgiriya partiya me borc û deynê tebîî ye, ji ber ku partiya me dijmina her diyarbûneke dijdêmokratîk, faşîst û milletçîtî-şovînîst e; ew alîgira şerkariya gelê kurd bona naskirina mafên wî yên bi destûrê testîqkirî ye Û terefdara razîkirina hemû daxwaziyên dêmokratîk e; pêwîst e ku sosyalîstên kurd û tirk di cêrgên partiyê da bi hev ra kar bikin, ji ber ku şerkariya bona pêkanîna daxwazî û armancên gelê kurd ewê têkoşîna bona şoreşa sosyalîzmê xurttir bike; bi saya wî şerrê şoreşgeriyê yê yekîtiyê saz bibe û ewê serokatiya wê sinifa karkeran û rêxistina wê ya pêş – ew jî partiya me ye – bikin; di nava bîr-baweriyên karkeran û sosyalîstan da kuştina idêolojiya rasîzm, burjuwazî û milletçîtî-şovînîsmê di hindava gelê kurd da, şertekî sereke bona pêşketina partiyê û şerkariya wê ya idêolojîk hesab dibe. Partî pirsa Kurdan bi neynika şerkariya sinifa karkeran a şoreşvanî û sosyaiîzmê dibîne” (53, r. 205-206).

 

Biryara kongreya PTK a 4an di derheqa pirsa Kurdan da di nava komên mirovan ên pêşverû da, hem li welêt, hem jî li derve, bi dilgermî hat qebûl kirin û gelek deng da. Ew merheleke nuh bû di nava danûstendinên Tirkan-Kurdan da, di nava dîroka pêşdaçûyîna pêwendiyên wan da, ku di bingeha wan da ne ku durûtiya hukumdarên her du aliyan bû, lê yekîtiya hêzên gelên kurd û tirk ên pêşverû yên şoreşgeriyê ku armanc daniye pêşiya xwe ku her cûre zêrandina millî û civakî ji bin kok va pûç bike, bûn.

 

Komela Xwendevanên Kurd li Ewropayê piştgiriya biryara kongreya 4an, a ku di 1 çileya pêşîn 1971 da agahdariya xusûsî ya girêdayî wê yekê weşand, kir. Tê da dihat gotin ku Komela Xwendevanên Kurd li Ewropayê ku li ser bîr-baweriyên komunîzmê ye … îlan dike ku piştgiriya xwe ji PTK ra dike û silavên alavî ji şervanên partiya karkeran ya ku di destpêkê da gelek xebat rê t bona bi heqî safîkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê ra dişîne. Komele bangî hemû rêxistinên marksîst-lênînîst ên pêşverû û partiyên dêmokratîk kir ku di pirsa Kurdan da xwe tebiya xurt bigrin û di şerkariya gelê kurd a millîazadarî da alîkariya wê bikin (binihêre 243, 9.4.1971, 174, r. 60-61).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev