Ji nimûneyên zargotina me – 242

Ji nimûneyên zargotina me – 242

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilûduduyan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETAKURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. BÊRÎYA MIN

 

Bêrîya min meşîya bêrîya mîya,

La qira şêxşims tê ketayê nava bizina,

Hêlberda bû nava hûr devîya,

Xelqê têlî delal berra dibezîya,

Elba şîr destda diçelqîya,

Morî-mircanê zenda zer qetîya,

Ez xelqê delal –

Emê xwera hûrik-hûrik lê geryan,

Xwera ketin kêf-henek û laqirdîya.

Sive bû heta ser hişê xweda hatim,

Aqilê serê min firîya, pirça serê min weşîya.

Gede lawiko, hevraz çûme, berjêr hatim,

Ez û xelkê têlî delal ber kopratê rast hev hatin,

Avir dida min evdalê xadê,-

Forma gulleke gulla şeşxanê ez hingaftim.

 

Gundê Pampê gîha zer kir,

Xelqê têlî delal mêrga Teyo

Dihat tana dêrê lastîk, min nas ne kir.

 

Gundê Pampê gîha dîne,

Xelqê têlî delal nanê pala tîne,

Nav û dilê min evdalê dişewitîne.

 

 

  1. ÇIYAYÊ BLIND

 

Çiyayê blind ketim, min tişt ne dît,

Dagerîyame deşta gul û çîçek tev seridî, nema-nema,

Bira xwezîya min bê wî merî: çevê xwe dî, dilê xwe zewicî.

 

Minê gulekê xwera gul-guland,

Bacereke sûrê dorê difitiland,

Sîng û berê xelqê têlî delal –

Par van çaxa zozanê me bûn,

Îsal pêra kotîyê mêra qor bergîrê xwe têda ditewiland.

 

Pişta xwe nadim kulavê şivantîyê,

Tûşa melegana,

Kêwrîşka ber zinara,

Ser bêşîka kurîn rûniştîye,

Dilê xwera dihejîne, dilûrîne,

Nema, nema, nema…

 

 

  1. KEÇIKÊ, ÇIYA BLINDE

 

Keçikê, çiya blinde, rê ji bera,

Qîza kerê usa bedewe, çev beleke, birû serra,

Qîza kerê, ezê geryame dinyalikê,

Minê tu dil ne dît ser dilê min û tera.

 

Qîza kerê, çiya blinde, te navînim,

Sorgul sor bûne, naçirpînim,

Ezê tu dila ser dilê xwe û tera nahebînim.

Wey keçikê, zozan xweşe Bîngol berda,

Teyê çawa nav û dilê min kirîye cî-miskenê kul û derda.

 

Ezê gulim, gula serê çiya,

Ezê digerim hemû erda, hemû cîya.

 

Gulim, gula ber kêvirim,

Qenca ez xwestim,

Xirava ez birim.

 

Bejina gede-lawikê min zirave,

Dike bişkê,

Ezê herim şeherê Tiflîsê, qayîşekê bikirim, bidime piştê,

Xadê kurê qomsî-nemama bikuje,

Çawa nehiştîye sala îsalin rûnîm ji kêlekê, bi teniştê.

 

Kavilê gundê me cot zinare,

Sêrî sekinîye cote kewê nêre,

Destê xelqê têlî delal girtine –

Divê sala îsalin dane mêre.

 

Gede lawikê min dike ji mal here,

Darê destê xwe digere,

Kerba girî dev nagere.

 

 

  1. KEÇIKÊ

 

Keçikê, ez bedim digulgulim,

Derê malê difitilim,

Ez ji xortara derd û kulim.

 

Gede, nesekine li ber dêrî, min nenêre,

Te li burî çeva mira şere,

Gede, kotîyê dewarê mêrê min li min digere.

 

Gede lawikê min sekinî li ber dêrî, duşurmîş bû,

Tûncika wîya ser anîya keverda tîş ve tîş bû.

 

Keçikê, derê kavila mala me negere,

Te û bejin-balê minra şere,

Bese, kula dilê min vegere.

 

Gede lawiko, kavilê gundê me dewate,

Binatara mala me sovete,

Tu qesta mala me bike –

Ezê sûretê sor ber te vekim,

Tera kulê giran çê nakim. 

  1. KEÇIK, HERGE TU DIÇÎ

Keçik, herge tu diçî, kotîyê şindokê dewarê mêrê te dipirse,

Bê xadê kavil bike serê bavê teda,

Çûbûm Rewana rengîn,

Cote pol-sapokê te minra bi anîbû,

Ezê çûbûm çayîr-çîmangana hevalê xwera,

Pol-sapokê min teng bûn,

Penîya min kuta bû,

Heval-hogirê minê qîzê xelqê bûn,

Hîvîya min nesekinîn, lema derengî bûm.

 

  1. EZ KULÎLKIM

 

Ez kulîlkim, kulîlka devê rê,

Gede hat min hilde bi dirana,

Ez sedefa nav kevira,

Ez kulîlka ber bêdera,

Ez nexweşa nav nivîna,

Bira gede bê ser birîna.

 

Ez nexweşim, pir dinelim,

Ez ji gedera bê hevalim,

Gede lawiko, çevê min reşin,

Gede sekinîye li ser minra gelek difikirî,

Gede teze poşman bû, teze digirî.

 

  1. GEDE LAWIKO, VÎ ZINARÎ

 

Gede lawiko, vî zinarî şeqe-şeqe,

Min gul çinî, te kir baqe,

Bira xadê kotîyê mêrê, dewarê mêrê te bikuje,

Ramûsanê te li canê min helalke.

 

Keçikê, vî zinarî zare-zare,

Mî dikale, berxe bale,

Çiqa qîz û bûkê vî zemanî hene,

Malê bavêda bê yar nabe.

 

Keçikê, vî zinarî serda sî kir,

Bişkok qetîya, sîng sipî kir,

Keçik ketîye destê kotî şindokê dewarê mêra, xilaz nabe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev