”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 38

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 38

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”Kronolojîya bûyerên sereke yên dîroka kurdan”.

Em îro para wê a pêşin raberî we dikin, beşa duduyan piştî heftêyekê bixwînin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Kronolojîya bûyerên sereke yên dîroka kurdan ji demên kevinare hetanî destpêka sedsala XX -1

V. Vertyayev

Reng û rûyê etnîkî yên gelê kurd bi tevahî ji demên kevnare û heya roja îro hatîye parastin. Bandora gelek gelên Asîya Roavayê û Rohilata Nêzîk li ser avabûna kurdan wek netewe hebûye, ku piranîya wan di zû da ji rûbarê dinyayê hatine hilanîn, nemane. Di dîroka esilê kurdan da, wek ku di dîroka gelek dewletên Mesopotamîyayê da, hela gelek deqên sipî hene. Zanyar gerekê li ser bingehê lêgerînên arkêologîyê û wergerandina destxetên kevinare wê kêmanîyê bidine hilanîn. Paytextê dewleta Mîtanîyan a kevinare (Sedsalên XVI – XIII berî Zayînê) bajarê Vaşşûkannî (Kurdistana Rojava) hetanî niha jî li benda lêkolînan e, kompleksa megalîtîk Göbekli Tepe (Tirkîye) ya di serdema neolîtîk da, rind nehatîye lêkolanê.

——————————————

Pirsgirêka derheqa esil-esasê êtnosa kurdan da heta niha jî cîyê minaqeşeyê ye. Şika zanyaran ser wê yekê tune, ku kurd binecîyên esilî yên Mesopotamîya Bakur in. Kurd wek milet berî weke ji du hezar û nîv heta hezar û nîv salan û vir da li axa xwe ku anaha ser dijîn peyda bûne – li rêzeçiyayên Zagrosê û hewza çemê Ferat ya mezin. Netewe û Împêratorî bi sedsalan û bi hezaran salan hatine û çûne û dîdema Kurdistana êtnîkîyê ya niha saz kirine, nitirandine.

=============================

KRONOLOJÎYA BÛYERÊN SEREKE YÊN DÎROKA KURDAN

=============================

Selê kevirî yê bîranînê ”Serketina Naram-Suen himberî lûlûbeyan”. Nêzîkî sedsala XXIII berî zayînê.

Koleksyona Louvre

Efsaneya derheqa xuliqîna kurdan da

Yek ji efsaneyên derheqa xuliqîna esil û esasên kurdan da di berhemeke êpîkîyê ya helbestvanê faris Fîrdousî ya bi sernavê “Şah-Name, sedsala X” da heye. Di wê da behsa wê yekê tê kirinê, ku çawa padîşah Cimşîdê ji binemala “Şahên esilî yên mirovatîyê” ji alîyê padîşah Dehaq da hate kuştin. Ser girmilkên Dehaq du mar şîn dibin, ku xwerina wan mejûyê merivan bû. Lema jî her ro du xort dianîne dîwana qesira Dehaq bona wana bikujin û mejûyên wan bikine xwerina maran. Lê dused xort karibûn xwe xilaz bikin, ewana di şev nîvê şevê da ji qesira Dehaq revîn. Niştecîyên herêmê mî û berx dane wan bona ebûra xwe bikin û ji wana soz hildan ku ewê herin çiya û banîyan bijîn û wê tu caran venegerin bona hêrsa Dehaq ramekin. Û wek tê gotinê, gelê kurd da dû wan û tevaya milet rabû ser pîyan.

Mîtolojiya çîroka Fîrdousî bi eslê xwe va pir kevnare ye. Dehaq herwiha di mîtolojîya ermenîyan, turkan û tacîkan da jî heye. Ne dûr e, ku efsaneya derheqa Dehaq da j idem û dewranên hukumdarîya padîşahê Akkadîyan Naram Suen tê (sedsala XXII, berî Zayînê).

Di çavkanîyên Akkadîyan yên sedsala XXIII berî Zayînê herwiha navê eşîreta Menda derbaz dibe, ku akadîyan şerê wan dikirin. Wisa xuya ye, ku esilê van eşîretan hindoawropî bû: navê wan dişibe gotina hindoawropî “mendala”, ku tê maneya him “welat” û him jî “netewe”.

Salên 10000-4000 berî Zayînê Serdema Neolîtê, vejînê ye. Li Mesopotamîyayê şoreşa xwelîbêcerkirinê qewimî: cara pêşin di dîrokê da li vira dest bi cotkirina erdê kirin. Di dema erdvekolanên li Kerîm-Şahirê li rex Kerkukê (Şanîdar-kerîm-çandinî-şehîr, sala 9000 berî Zayînê) li malan hebên genim hatine dîtin.

Salên 7090 – 5800 berî Zayînê. behsa çanda arkêolojîyê ya Cermê tê kirinê, û ev yek bi saya vekolanên li warê Cermo, rohilata bajarê Kerkukê hate dîyarkirin. Di hêla wext da ew di dema gulvedana çandinîyên Neolîtê yên li Çetel-Gûyûkê (Çatalhöyük) û berî wê Îerixonê (Jericho) bûne. Jimara niştecîyên Cermo weke 150 kes bûn. Arkêologê Rûsîyayê S. A. Grîgoryev li ser keramik, erebên darîn, nimûneyên arkîtekturî yên wê demê lêkolîn kir û hate ser wê bawerîyê, ku pêşîyên hindoawropîyên tevaya Awroasîyayê li ser axa başûr-rohilata Anatolîyayê û Kurdistana Rojava, li rex çemê Ferat diman.

Sala 5000î berî Zayînê. Îzbatîyên ku meriv li Erbelê (Erbîla îroyîn) mane. Erbîl (bi kurdî: Hewlêr. – Not ya redaktor e) yek ji bajarên cihanê yê herî kevinare ye, ku li wir meriv ji wan deman heta roja îroyîn dijîn.

Sala 2750î berî Zayînê. Medenîyeta bi cûrê destxeta here kevin li rûbarê dinyayê – ya Şûmêrîyan – li Mesopotamîyayê hatîye dîtin. Ji şûmêran ber bi rohilatê (Îrana Rohilatê) eşîretên ku merivên hev in, ango ji esilekî ne dijîn: elamît, kassît, lûlûbêy û kûtî.

Salî 2400î berî Zayînê. Hilperîna Qiralîyeta Akkadîyan, ya ku axên şûmêran û semîtên rohilatê (akkadîyan) gîhande hevdu. Cara pêşin navê bajarê Arrapxê bêlî bû, ku eşîretên kûtîyan li rex Kerkuka niha hate avakirin.

Sala 2300î berî Zayînê – nîveka pêşin a hezarsalîya II berî Zayînê. Li der û dorên Zagrosê û Tavrê, li bestên Mesopotamîyayê û rêzeçiyayên Îranê hûrî dijîn, ku zimanê wan, bi texmîn, yek ji zimanên koma bakur-rohilatê ya malbeta zimanên Kavkazê ye. Hinek êlêmêntên hûrîyan di navên eşîretên kurdên ku îro li Kurdistanê dijîn hene, lê ewana nikarin bêne hesibandinê wek pêşîyên kurdan.

Salên 2237–2200 berî Zayînê. Rêvebirîya padîşahê Akkadîyan Naram-Suen û êrîşên wî yên zevtkarîyê. Şerên akkadîyan-kûtîyan, êrîşa kîtûyan li ser Akkadê.

Sala 2200 berî Zayînê. Rêberê kûtîyan Êrrîdûpîzîr zora padîşahê akkadan Naram-Suen dibe û li Nîppûra şûmêran xwe padîşah îlan dike.

Sala 2109 berî Zayînê. Rûxandina desthilata kûtîyan û avakirina Qiralîyeta Şûmêrê û Akkadê (binemala Ura ya III). Navê Arbelê (Erbîlê) cara pêşin di nivîsên mixî yên padîşahê Akkadê Şûlgî (di salên 2094 – 2046 berî Zayînê) da xuya dibin.

Di salên 1894 – 1595an da berî Zayînê. Hilperîna Asorêstanê. Di encama êrîşên zevtkarîyê yên Hammûrapî (di salên 1792 – 1750 da, berî Zayînê) şûmêrî û akkadî ketine nava qiralîyeta Babîlonê. Qiralîyeta Babîlonê pêşî ji alîyê hetîtîyan (sala 1595an berî Zayînê) hate zevtkirin, lê paşê jî ji alîyê eşîretên hindawropîyan (kassîta) da. Ji nîveka duduyan ya hezarsalîya II berî Zayînê hûrî-sêmîtî cînarên Mesopotamîya Bakur bûn, lê paşê (ji sedsala IX berî Zayînê) eşîretên hindawropî (îranî), ku ji der û dorên kenarên çemê Kaspîyê (Xezerê) bûn, hatine vira. Karê ji hev zêdekirina hespan pêş dikeve, ku hindo-arîya anîbûn vira: siyarî di şeran da dibin hêzên gelek giring.

=============================

Sala 1560î berî Zayînê. Eşîretên hûrîyan û sêmîtîyan dewleta Mîtanî (Xanîgelbet) bi paytextê Vaşûkanî saz kirin (di salên 1560 – 1260 da berî Zayînê). Mîtanîyan hesp xwedî dikirin û fêrî teknîka çêkirin erebe û firxûnan dibûn, ku di şêr da ji şervanan ra serdestî dianî. Bi saya serê wê yekê di salên 1500 – 1300î berî Zayînê sînorên dewleta Mîtanî bi lez dihatine firehkirinê. Padîşahên Mîtanîyê berevajî hûrîyan û sêmîtan, hindawropî bûn, şerê qiralîyeta Hetîtîyan dikirin, ku axeke mezin ya Asîya Biçûk di bin hukumê wan da bû, û bi Misira kevinare ra yekîtî saz kirin. Yekîtîya di navbera Mîtanîyan û Misira kevinare da bi zewaca di navbera binemalan va hate xurtkirinê. Gorî versyonekê, qiralîça Misirê Nefertiti, jina ferewun Êxnaton (Amenxotepê IV) bû, ku bi esilê xwe va ji Mîtanîyê bû.

Sala 1300î berî Zayînê. Navê eşîreta Menda (ji gotina aşûrî ”umma manda”) di Qanûnên hetîtîyan da tê bîranînê. Çend zanyar ser wê bawerîyê ne, ku bi êtîmolojî navê ”kurmanc” (kurd) – ”merivê ji eşîreta Menda”, ji navê wê eşîretê çê bûye. Derengtir bi wê gotinê kurd hatine binavkirin.

Sala 1250 berî Zayînê. Qiralîyeta Aşûrîyan Mîtanî dagir dike.

Salên 750 – 620 berî Zayînê. Menna kirine nava axa dewleta Asorestana Nû.

Sedsala X berî Zayînê. Li herêma dora çemê Ûrmîyê ji eşîretên Mîdîyayê, ku ji Asîya Navîn an jî ji der û dorên Kavkaza Bakur hatibûn, dewleta Menna (qiralîyeta Menna) ava dibe.

Sala 672an berî Zayînê. Serhildana eşîretên Mîdîyayê (eşîrên hindoawropîyê) bi serokatîya rêber Kaştarîtû (dîrokzanê Yûnanistana kevin Herodot wê bi nav dike wek Fraort) dijî hukumê padîşahên Aşûrîyan. Eşîretên kimmêrîyan û skîfan piştgirîya serhildanê kirin.

Sala 670î berî Zayînê. Damezirandina Padîşahtîya Mîdîyayê

Sala 612an berî Zayînê. Mîdîyayî bi hevkarîya farisan Nînevoyê – paytextê Împêratorîya Aşûrîyan – zevt dikin.

Sala 550î berî Zayînê. Mîdîya dewleta neteweyên cuda-cuda bû: ya farisan, mîdîyayan û ermenîyan. Nevîyê padîşahê Mîdîyayê – Astîaga padîşahê Farizistanê Kîr II Mîdîyayê dagir dike, ku di paşdemê da dibe beşeke dewleta Ahemenîdan.

Sala 539an berî Zayînê. Ahemenîdan Babîlon zevt kirin. Arbela (Erbîl) dibe beşeke dewleta Ahemenîdan.

Sala 520î berî Zayînê. Cara pêşin navê eşîreta Kordî di berhemên dîrokzanê Yûnanistana kevinare Hekatei Miletus da tê bîranînê.

Mîtanî di sedsala XVI berî Zayînê.

Mîdîya di nîveka pêşin ya sedsala VI berî Zayînê.

Alaya padîşah Kîr II ji binemala Ahemenîdan.

Nefertiti

Staatliche Museen Preussischer Kulturbesitz (Ägyptisches Museum und Papyrussammlung), Берлин © DIOMEDIA/SuperStock RM

=============================

Korduena

Korduena (Corduene) (bi kurdî: Kardox. – Not ya redaktor e) — herêma dîrokî di nava axa Împêratorîya Romayê da, di nava çavkanîyên ereban yên di demên derengtir da herwiha bi navê Cizîre jî tê bîranîn, paşê (di sedsala XIX da) – Mîrîtîya Botanê û Mîrîtîya Hekkarîyê.

Faravahar – sembola bingehîn a Zerdeştîyê di Împêratorîya Sasanîyan da.

Di wêne da: ji çepê profêsor Hecîyê Cindî, bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo û kurdzan Sûkêrman.

(dûmayîk piştî heftêyekê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev