Qewnparêzî (ethnocentricism)

Qewnparêzî (ethnocentricism)

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî 

Ali Gurdilî

 

1- Qewnparêzî (ethnocentricism): 1- Bawerî û nêrîna ku gel, qewn û komeke mirovan çand, ziman û nirxên xwe, ji yên mayî raser digrin. 2- Ji hêla teknîkî û zanistî ve, meyla xwerasergirtina şaristanîya (uygarlık, civilization) cîhana rojavayê, ku hêzdar û dagirker e û bi hinek pêşdarazên nîjaperestîyê jî, kor bûye. Di mirovnasîyê (anthropology) de Levi Straus, di felsefeya zanistê û di meseleyên problemên kulturî de Paul Feyerabend, bi tundî li dijî vê nêrînê rabûne. tr: kavimcilik / fr: ethnocentrisme

 

2- Keff: Di dînê îslamê de û bi taybetî jî di mezheba selefiyeyê de, navê helwestekê ye û li gor vê helwestê, naxwazin ku li ser gotinên pirwate yên ku di Qur’an û hedîsan de hene, bifikirin.

 

3- Leviathan: Navê kitêba Thomas Hobbesî ê ramanwerê îngîlîz, ku di sala 1651an de, hatiye weşandin. Leviathan (ejderha), navê cinawerekî ku di Tewratê de derbas dibe, ye û li cem Hobbes, nîşana dewleta ku serwerê hemû tiştî ye, ye. Lê belê li gor hinek çavkanîyan jî tê gotin ku Leviathan, di mîtolojîya Finîkeyî de, cenewirekî avî ye. Li cem Hobbesî Leviathan, hêz û desthilatîya danîn û hilanîna qanûna ye.

 

4- Logoi spermatikoi: Di felsefeya Stoaparêzan de, navê tovên (toxim) ku xwe di fenomenên xwezayê de nîşan didin, li tevahîya gerdûnê belav dibin û sebebê çêbûyîn, geşbûnî û guherînê ne. Wate, logoi spermatikoi formên çalak yên hemû tiştî ne, ku xwedîyê rewşa hebûnê ne.

 

5- Logos: Di ramana Antîk Yewnanî de peyv, gotin, axaftin, raman, aqil, wate û rave ye. Tiştek her çi be, bi saya logosê dibe xwe. Di disiplinekê de, rêgeh û prensîpên ku ji bo ravekirina fenomenan têne bikaranîn. Sparteka bingehîn, a ku meseleyekî ji bo me zelal dike. Di dînê yewnanî de, gotinên xwedayan ku rê nîşanî mirovan didin û zanyariyê didin wan. Di çarçoveyeke felsefeyî de, cara yekem di ramanên Herakleîtosî de xwe daye der ku ramanên wî, wê demê mîna ramanên mîstîk yên dijberê materyalîzma feylesofên Mîletosê hatine nirxandin.

 

6- Logos orthos: Di ramana yewnanî de û bi wateyeke giştî, devjenîya (tartışma, discussion) rast û di cih de ye û bi awayekî rast, bikaranîna aqil e. Di felsefeya Platonî ya zanînîyê de jî, bawerîya rast e û ji bo ku bikaribe veguhere zanînê, lazim e were ravekirin û nasandin.

 

7 – Lojî: Terîma hevpar a ku di wateya teorî, zanist û disiplinê de, tê bikaranîn. Di peyvên hevedudanî de, ku zanist yan jî disiplinekê dinasînin; hêmana hevpar, teorî yan jî disipilinekê nîşan didin. Li gor vê yekê, metodolojî (rêgehnasî) rêgeha teorîyê û ontolojî (ontology) jî, dîtwarîya (kuram, theory) hebûnê nîşan dide. Antropolojî (mirovnasî), li mirovan vedikole û sosyolojî jî, zanisteke civakî ye. Di çar terîman de, lojî hevpar e û di wateya, zanist yan jî teorîyê de ye.

 

8- Afirandî: Mexlûq. Di dînê îslamê de, navê heyînên ku hatina afirandin. Di ramana îslamî de, cîhana hebûna xwedayî ew cîhan e ku ezelî û ebedî ye, rastîn e, bi cewhera xwe, xwe daye der û ji bilî xwe, xwe nasperê sebebekê din. Cîhana sehekî a ku li derveyî cîhana xwedayî ye jî ji bilî Xwedê, hemû heyînan digre nava xwe û heyînên hene jî, mexlûq (afirandî) in. Mexlûq di felsefeya îslamî de, sê beş in: bêcan (bêruh), riwek û candar. Di kategorîya candaran de, mirov li cihê herî bilind (jor) in.

 

9- Mahsusat: Di bawerîya tesewufê de, terîma ku ji bo qada hebûnê a guhêrbar hatiye gotin. Ev qada hebûnê, bi saya pênc livokên me yên sehekî tê têgihiştin. Li gor vê yekê asîman, ax û tevahîya cîhana sehekî, di vê qadê de cih digrin. Ev qad ji ber ku bi sehekan tê têgihiştin, bi cih û demê, hatiye sînordar kirin. Li milê din mahsusat hatiye afirandin, berdemî (muweqet) ye û bidawî ye. Mahsusat, xwe dispêre gormirovîtîyê (îzafîyet) û tiştekî mitleq, naguncîne. Ev terîm, xwe dispêre teorîya Platon ya îdeayan ku li gor vê teorîyê du cîhan hene: cîhana sehekî (cîhana xweyakirî) û cîhana îdeayan, ku ew jî bi aqil têne têgihiştin û li derveyî, cîhana sehekî ne.

 

10- Cih (space): Mezinahîya bêserûber a ku hemû tiştên heyî, hemî mezinahîyên sînordar digre nava xwe. Valahî, rewşa hîçayî. Pergala bêsînor, xazneya ku sînoreke wê tune. Hecîma xwedan kûrahî, dirêj û berfireh. tr: mekân / fr: espace / al: raum

 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev