Hejmara dehemîn a Kovara “Şermola” derket

Hejmara dehemîn a Kovara “Şermola” derket

Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ye û bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin.

Dosyaya hejmara Dehemîn “girîngiya şanoyê” ye. Ji ber Şano, di pêşketina û şaristaniya neteweyan de xwedî girîngiyeke taybet e, her wisa ew amûreke ronîkirin û rexnekirinê ye û di vejandina raman û çandê jî xwedî rol e.

Di Hejmara Dehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.

Hejmara Dehemîn a kovara Şermola 194 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

 

Naveroka beşa kurdî ya hejmara dehemîn

 

Pêşekî

– Girîngiya Şanoyê. (Desteya sernivîskarîyê)

 

Analîzên hizrî

– Mêtîngerî hunerê jî înkar dike. (Abdullah Ocelan)

 

Dosyaya  hejmarê

– Girîngiya Şano û Dîroka Wê Li Kurdistanê. (Beşîrê Mele Newaf)

 

Lêkolîn

– Xanî û Nêrîna Wî Ya Li Ser Pêdiviya Rêbertiyê. (Diyar Bohtî)

 

Hevpeyvîna hejmarê

– Li Gel Derhêner û Şanoger “Şalîko Bêkes” Ye (Aram Hesen)

 

Jin û çand

– Pergala Hevserokatiyê . (Nejbîr Elî)

 

Pirtûkên derketî

-Nirxandinek der barê Pirtûka Barry Sanders “Öküzün A’sı: Elektronik Çağda,Yazılı Kültürün Çöküşü Ve Şiddetin Yükselişi” . (Elîf Gûn)

-Pirtûkên derketî. (Desteya sernivîskarîyê)

 

Werger

– Zayînek li ser textekî kesk. (Nîzar Qebanî, Wergera ji erebî: (Welîd Remzî Bekir) 

Huner

ـEz insan im. (Fatma Ehmed)

ـŞîrovekek Der Barê Şanoya Promisyosê Zincîrkirî De. (Şama Mihemed)

 

Çîrok

– Valentayîn. (Rûken Hisên)

 

Helbest

-Dil Sar e.. . (Hozanê Girkundê)

-Kulên Dilan. (Karîna Osêyan)

-Man û Neman. (Hişyar Murad)

-Yariya Bêbext .(Cemîl Xoce)

-Waweylê jiyan. (Şivîn Hecî))

 

Serbest

-Rastiya Şoreşê (Lîlav Îsa)

ـGundê Hecqasma. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev