Kurdên di tarîtiya dîrokê de wenda: Kurdên Komara Kabarda Balkarê

Kurdên di tarîtiya dîrokê de wenda: Kurdên Komara Kabarda Balkarê

Moskow (Rûdaw) – Heya nuha, dihat zanîn ku Kurd, di encama hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de, ji komarên Sovyeta berê, koçî başûrê Rûsyayê kirine, û hemû jî kurmancîaxêv in. Lê belê derket holê, ku ev zanyarî çewt bûye.

Aşkere bû ku li Komara Kabarda Balkarê, ya li başûrê Rûsyayê bi hejmareke qerebalix kurdên ji Rojhilata Kurdistanê jî dijîn û zaravayê wan şêwezarekî Soranî ye û ta niha ne haya wan ji Kurd û Kurdistanê hebûye, ne jî haya Kurdên din ji wan hebûye.

Kabarda Balkar, yek ji du komarên Çerkezan e, ku li bakûrê zincîereçiyayên Qafkasyayê cih girtiye. Kurdên soranîaxêv bi giranî li serbajar Nalçik û li gund û bajarokên li derdora wê dijîn.

Kabarda-Balkar Komareke otonom e di nava Rûsyayê de. Ev komar ji du neteweyan wek ji Çerkezan, ku ji wan re Kabarda dibêjin, û ji Balkaran pêk tê.

Piştî Şoreşa Cotmeha hikumeta Sovyetê mafê hewelatiyê nedaye wan kurdên soranîaxêv ên li Kabarda Balkarê.

Ew, heta salên 1970î bê nasname, bê maf – mîna ku li kampên penaberan jiyane, di tarîtiya dîrokê de winda bûne.

Li gorî çîrokên vê malbatê, ew berî Cengê Cîhanê yê Yekem ji Rojhilata Kurdistanê ji gundewarên Kanî Şîrîn reviyane Qeyseriya Rusyayê. Ev malbat ji hoza Borakayî ye, ku li gorî hîn zanyariyan, baskeke konfederasyona Caf e.

Kurdên Komara Kabarda demeke dirêj nek tenê bêyî statuya hewelatiyê mane,  heta wan nikaribûna bi fermî kar bikin û ji perwerdehiya bilind jî sûd werbigrin.

Di nava civakê de reftara “çîna duyem” li wan hatiye kirin.  Civaka herêmê ji wan re  “îranî”, “hemşerî”,  carna “qereçî”, heta “tirk” gotine. Lê wan, di  maweya zêdetir ji sed salan de bi çar destî xwe bi zimanê zikmakî ve girtîne, dev ji kurdayetî bernedane.

Dîroka kurdên li Komara Kabarda û hejmara wan bi misogerî hêj zelal nîne. Nivîsên li ser kêlên li vê goristana herî kevnar jî, zanyariyên mîsoger nadin. Ji ber ku ev gund ne yekemîn gund bûye, ku penaberên ji Rojhilata Kurdistanê lê cîwar bûne.

Ji ezmûna hemû diyasporayan tê zanîn, ku parastina zimanê dayikê di mercên tecrîdeke siyasî û civakî de pir zehmet e. Tenê peywendiyeke xurt, bi niştîmana dîrokî re dikare diyaspora ji asîmlasyona mitleq rizgar bike. Lê vê gavê, ew “Kurdên Winda” yên li Komara Kabarda, xwe dispêrin tenê bi bîra xwe ya neteweyî.

https://www.rudaw.net/kurmanci/world/100520211?fbclid=IwAR2T5wk_ZyuwJhfFGwDAq5rrEMPaAHc-1P_K1h-TjvK6pNECrZV4miOQXlU

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev