Mişkê Welêt

Mişkê Welêt

Abdurrahman Benek 

Meta Cemîle xelkê Mûşê ye. Li gundekî Mûşê hatîye dinyayê û mezin bûye. Li wira, bi yekî wir re, li gor edetên wira mêr kirîye. Wek her gundîyekî, ew û malbata wê, bi kar û şuxulên gundewarî salan diborînin. Sal bi salê, sal li pey hev digindirin û tam çil salên xwe, li heman gundî derbas dikin. Roj tê, mîna ku av û xwêya wan li Mûşê nemabe, biryareke radîqal digirin ku mala xwe barkin û ji warê bav û kalan biçin. Mal û malbat, li ser qamyonetekê ji gundê xwe derdikevin. Ji Deşta Mûşê derbas dibin; deşta ku hestên bêdawîtîyê di xeyalên mirov de diçîne. Meta Cemîle, serî çend deqa, li paş xwe, ber bi gundê xwe ve dinêre. Çil salên wê, ji qamyoneta rê digire leztir ji ber çavên wê re derbas dibin. Rêya li ber wan gellekî dûr e. Xembarîya Meta Cemîle ji rê kûrtir e. Malbatê berê xwe daye cih û warekî din, cih û warekî dûr, cih û warekî ku qet nedîne. Cih û warekî ji cih û warê wan cuda… Berê wan ber bi parzemîneke din ve ye. Ew parzemîna ku li ser nexşeyê jî nedîtine û nizanin.

 

Ew der Trakya ye. Bi her tiştekî xwe ji Mûşê cuda ye. Meta Cemîle ne tenê ji Mûşê diçe Trakya; ji Asyayê diçe Ewrûpayê. Bona wê ferqek jî tune; ha Ewrûpa ha Emerîqa… Bilî Mûşê her der li ber çavê wê xerîbîstan e. Ew der çimê welêt e. Çend gavên din bavêjî dikarî xwe li Bûlgaristanê bibînî, bi vî hesabî dûr e, xerîb e, cuda ye û di xewn û xeyalan de vala ye. Tinê negotine pêşîyên me; “biyanî goştê canî, aqibet poşmanî.” Meta Cemîle gellekî xemgîn dibe. Çil sal temenê xwe de ew keleporên ku çil heb nakin, li ser qamyonetekê digihêje Enez’ê.

 

Enez, li herêma Trakya qezaya bajarê Edirneyê ye. Gelheya ew navçeya şêrîn, li gor sala 2021 an, derdorê duwanzdeh hezar kesî ye. Li tenişta behrê dikeve û keştîgeheke xwe jî heye. Berê girêdayê navçeya Keşanê bû lê 1953’ê salê bûye navçe. Bi Yewnanistanê re jî sînorê xwe heye. Ku mirov Îpsala derbas kir şunda xwe li ber hudûdê Yewnanistanê dibîne. Dîsa Kendava Saros li başûrê Enez’ê dikeve. Enez navê xwe ji mîrzayekî Yewnanî digire: Eneyaz. Dûra Eneyaz bûye Enez.

 

Meta Cemîle û zilam û zar û zêçê wê, ji roja îro bi temamî çil û pênc sal berê têne Enez’ê. Roja ku hate Enez’ê, çil sal umrê wê hebû. Lê dîsa jî ku xewnekê dibînin an xemekê dixwun; xewn û xema çil salên pêşîyê ne. Bi vî awayî aqil û dil û mêjû hîn li ser welêt e. Hesreta welêt dijwar e. Mîna ku zinarek bi lingê te ve girê dabin û te avêtibin deryayeka bê binî. Hele ji bo jinan rewş dijwartir e; li rawestgeha bi navê “hesret” ya jîyanê.

 

Wêdatir; tune, tam û ekla xwarin û vexwarinê. Hewa tu digirî ji te re wek jehrê ye. Dûra; rû, awir, cilûberg… her yek diqîre li rûyê te; “tu li xerîbîyê yî, tu li xerîbîyê…” Meta Cemîla ku di sala 1975 an de ligel malbata xwe ji Mûş’ê derket, hat li Enez’ê bicih bû, rebenê cara pêşîyê bû ku behr didît. Dema bala xwe da ser behra bêdawî, di hişê wê de ev fikra derbas dibû, “ji Çemê Mûrad’ê jî mezintir e.” Şaşwazîya wê tevlî endişeya wê dibî, hesret di dilê wê de wek kulekê gir dibû, lê dîsa jî dengê xwe dernedixist. Herî zêde ev pirsa dihate hişê Meta Cemîle, “gelo ez ê karibim li vê derê bijîm?”

 

Xerîbî zor e. Hele salên pêşîyê zor zor e. Rû û deng û nefeseke nas, di hukmê zêr de ye. Dema çavên te li nasekî dikeve, guhên te dengekî nas dibihîze, wê kêlîyê jana li ser dilê te sivik dibe û ji te dûr dikeve. Bes ku li sûkê, li bazarê, li kolanekê tu nasekî bibînî, deng û nefesa wî bibihîzî; bîhna te fireh dibe û rûyê te bi ken dibe. Li her derê her ev gotin dikevin guhê meta Cemîle. Dibêjin, “em bîst sal in li vir in lê dîsa jî aqlê min, fikr û ramanên min û çavê min her li welêt e. Zimanê min her welêt diaxive. Ku xem û xewn û xeyaleke min heye jî, di derbarê welêt de ye...

Dîsa bihîstiye ji derdora xwe, dibêjin, “bila ez qurbana welatê xwe bûma, bes ku nehatama Xerîbîyê. Tine xişka min, ne hewa welatê me ne jî însanê me li vî welatî… Kurd cara yekem di sala 1926 an de têne herêma Trakya. Rasta “Mecbûrî Îskan’ê hatine ev pêşengana. Çîrok eve: Serhildana Şêx Seîd derdikeve. Dewlet di demeke kin de têk dibe. Pêşenga digire û li Qada Daxkapi ya Diyarbekir’ê hemûya darda dike. Důra li çar aliyên welêt, beg û şêx û axa digire, dişîne çar aliyên welatê nav Tirkîye. Ku brakî dişîne Trakya, brayê din dişîne Ege’yê. Çûyîn û hatina jî ji wan qedexe dikin, her yek di nav sînorê bajarê xwe de asê dimîne. Di şîn û şahî û cejna de jî sînorê bajaran derbas kirin qedexe ye. Ev Mecbûrî Îskana heta 1950’ê salê dewam dike.

Sala qedexe radibe, hinek vedigerine cih û warên bav û kalan lê pirranî li şûna xwe nalivin. Di nav salan de, ji ber tunebûn û xizanî û bextreşîyê, gellek Kurda berê xwe dane Trakya’ya xopan. Ji Mûş, Riha, Bedlîs, Wan… Yên tên pirranî bicih dibin, dixebitin, dizewicin û ji xwe re pergaleke nû ava dikin. Îro li çar alîyê Trakya Kurd hene. Pirranîyê Kurdan karê xwarinê dikin, xwaringeha dişuxulînin. Dîsa gellekê wan jî di karê înşaatê de ne; çi muteahît; çi karker… 1975ê salê dema ku qamyoneta mala Meta Cemîle digihêje Enez’ê, mîna miriyê ku serî li kevirê qebrê dikeve, haj ji xwe dibe ku êdî veger ne pêkan e. Hêvî dişikê. Hesret dibe kevirekî gran û sar, li ser dilê wê rûdine. Ji malbatê re xaniyekî dibînin.

Dest bi kişandina mala di qamyonetê de ye dikin. Nav mal e; çend nivîn, çend lihêv, çend balîv… Hinek ji dan û nan û nîsk û penêr û rûn… qet nebû bona îdara çend meha… Belki sirf bona ku bîhna Muşê jê were, ew dan û nan û penêr… Meta Cemîle, çend metreya durî qamyonetê li ser kevirekî rûdine. Xwe zor digire, bona ku li çokê xwe nexîne. Bi çavên li ber girî, li xortên ku malê ji qamyonetê digirin û dibine xanî temaşe dike. Doseka soraxî ber bi çavên Meta Cemîle dikeve. Xwe di nav xeyalan de dibîne. Wê kêlîyê her tiştekî ji bîr dike û xwe li zozanê dibîne. Tê bîra wê ku pirr salan berê, bi hatina biharê çûbûn zozana. Li wira pezbirîn tê ber çavê wê. Bi kêf û coş hirî hembêz dikin û dibin li ber kona reş ro dikin. Dûra bi şivika tênê û hirîyê têl têl dikin. Rûyê doşega soraqî radixînin û hirîyê dixînine nav ew qumaşê doşekê yê soraxî û radihêjine şûjina. Ji çimekî de dikevine û ji çimê din de derdikevin. Doşega xwe temam didurûn û qat dikin û radikine bin konê reş.

Meta Cemîle hîn di nav xeyalên xembar de bû ku qirecir bi xort û zarokan dikeve. Dibîne ku mişkek di nav nivînan de derket û baz da. Zarok û xort û mêran, yê ku rahişte keviran yê ku ço kirine destê xwe, êrîşa mişkê reben kirin. Meta Cemîle wek tîra ji kevên bifire, firiya. Yekser xwe avête pêş wana. Bê hemd qîrîya: “Bisekinin, heyran bisekinin. Ew mişkê welatê me ye, mekujin. Mişkê welatê me ye, mekujin…” Her yek li şûna xwe ziq disekine. Bi awirên matmayî li hev dinêrin. Meta Cemîle hema di şûna xwe de rûdine û dest bi girîyê xwe dike. Gelo Yaşar Kemal ku bi çavên xwe bibûya şahîdê vê bûyerê, wê çawa salix bida hesreta welêt a di dilê jineka ku ji Mûşê koça Trakya kiriye? Gelo Ahmed Arîf wê çawa di helbestên xwe de bihunanda; hesreta welêt a di dilê jineka ku mecbûr maye û ji Mûşê çûye Trakyayê ku ne zimanê wan dizane, ne jî ji av û hewa wan bîhnê digire? Helbet wê hesreta welêt, bi gotinên herî baş bihanîne ziman. Lê, dîsa ji ne qasî Meta Cemîle: “Bisekinin, ew mişkê welatê me ye, mekujin…”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev