Plana mezin ya ji dijî kurdan “KUM” a PKKê tê bîra me kurdperweran?

Plana mezin ya ji dijî kurdan  “KUM” a PKKê tê bîra me kurdperweran?

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

Parêzer Faiq Candan beriya 27 salan bi destê dewletê hat kûştin.Lê şertên kûştina wî PKKê amade kir. Ew jî, endamê eşîra me bû. Dema ku hat kûştin 32 salî bû. Xwediyê 2 zarokan bû. Li Enqereyê jiyana xwe didomand.  Di salên 1991-1993an de li Enqereyê serokatiya HEPê kir.

Faîq Candan piştî ku ji leşkeriyê vegeriya, di Kovara 2000’e Doğruyê de hevpeyvîneke wî hat çap kirin. Ew hevpeyvîna wî di derbarê orduya Tirkan de bû. Gor baweriya min ev hevpeyvîn plana Dogu Perînçek bû. Piştî wê hevpeyvînê bala hêzên dewleta kûr yên tarî kişand ser Faîq Candan. Dema ku bû serokê Şaxa Enqereyê ya HEPê zêdetir balkişand ser xwe. Loma jî dema ji HEPê re serokatiyê dike, ji nêzik ve tê şopandin.

Ew di 02.12.1994an de wenda bû. Diyar bû ku ji aliyê hêzên dewletê de ve hatiye revandin. Piştî 12 rojan, di 14.12.1994an de li Zozana Ergîn ya Balaya Enqereyê ji aliyê şivanekî ve hat dîtin.

Beriya çend rojan min bi biraziyeke Faîq Candan re qise kir. Kûştina wî em dîsa xemgîn kir. Wê demê carek din mijara KUMê hat bîra min. Min got ku PKKê ewqas tiştên xirab dike ku gelek tiştên stratejîk yên di paşerojê de plankirî û zirar dane kurdan, binperde dike û ji çav direvîne. Gelek bûyerên stratejîk û girînd bi mirovê kurd didê bîra kirin.

Ez nûha dixwazim nûha mijara KUMê bînim bîra kurdperweran. KUM planeke çewa bû, çi encam da?

Baş tê zanîn ku PKKê projeya dewleta kolonyalîs ya Tirk a Kemalîst e. Armanca PKKê jî tunekirina kurdan, pêşiya serxwebûna kurdistanê girtin, tasfiyekirina Revgera Neteweyî ya Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê ye. Loma jî aparateke operasyonel e.

Hîç şik tune ye armanceke PKKê ya sereke jî tasfiye kirina hêza entellektûel û rewşenbîr ya Kurdistanê ye.

PKKê ji bona ku ev armancên xwe yên piralî pêk bine, gelek planên, rêbazên, babetên, platformên qirêj bi kar tîne.

PKKê, di sla 1992an de ji bona tafiyekirina rewşenbîrên Kurd projeyek çê kir. Navê vê projê bir Tirkî KUM û bi kurdî (Meclîsa Neteweyî a Kurdistanê) bû, di esil de meclîseke derevîn û meclîsa Ocalan a ku desthilatdariya wî xurt bike û fireh bike.

PKKê ji bona ku Meclîsa Derewîn ava bike, di şertên gelê kurd di zehmetiyê de bû û  PKKê şerê gerîllatî bi piştigiriya Sûriyeyê, Îranê, Iraqê (Sedam) dimeşand. Dema ku PKKê divê ku xwe bi her awayî veşêrîne û hişk îllegal be, ji bona meclîsê gelek vekirî xebat kir.

PKKê li gelek herêmên Kurdistanê, li bajarên metropolê, li Ewrûpayê aşkere îlan kir ku wê ji bona meclîsê hilbijartin çê bike. Ji bona vê jî divê kesê bixwaze xwe wek berendam pêşkêş bike. Kesan xwe pêşkêş kir. Dewletê jî ew kesan nas kirin. Beşekî wan bi talîmatê hatin hilbijartin, beşek jî nehat hilbijartin, lê hatin deşîfre kirin.

Ew kesên hatin hilbijartin jî, wek mirîşka deveyê serê xwe xistin bin kûmê, derxistin derve û birin Başûrê Kurdistanê. Dewlet jî ji van hemû karan û xebatan agahdar bûn. Rasterast ji nav  PKKê agahdarî digirt.

Serokê vê Meclîsa Derevîn jî Selîm Çurukkaya bû. Civîna Meclîsê jî li Herêma Federe ya Kurdistanê civiya. Ew kesên beşdarî civîna meclîsê bûn. Şokê bûn û rastiya PKKê ji nêzik ve nas kirin. Dîtin ku  Meclîsa PKKê ji meclîsa Tirkan gelek paşvetir e. Lewra Civîna Meclîsê ji aliyê Osman Ocalan de tê vekirin. Ew jî serleşker bû. Ew ji bona rewşenbîran, xwendevanan, parêzeran, mamosteyan gelek ecêb bû. Li Tirkiyeyê ev yeka çê nedibû.Heger çêbibûya bi cûntayên leşkerî desthilatdarî dihat guhertin û leşkeran hikûm û desthilatarî digrin destên xwe.

Beşek kesan xwestin li wir li dijî vê rewşê derkevin. Faîq Candan yek ji van kesan  bû. Lê ew kesên di mijara PKKê de xwedî ceribandin bûn û PKKê bas nas dikirin, pêşiya mixalefetê girtin. Lewra heger mixalefet bikirina, dê ya bihatan kûştin û an jî dê bihatan hepis kirin. Loma jî gelek kesên wek endamên meclîsê çûbûn Başûrê Kurdistanê, li wir biryar dabûn ku li vegerê dest ji PKKê berdin. Li karên xwe binêrin.

Faîq Candan û gelek kesên din jî dihatin naskirin û dihatin şopandin. Encama planeke xirab jî hatibûn deşîfre kirin. Wek parêzer bi dehan rojan ciyê wan xwedêgirawî nediyar bûn. Gelo parêzerek xwediyê gelek dirûşmeya ne, dê çewa ji karên xwe ewqas dûr bikeve? Vê yekê bi serê xwe deşîfrasyon pêk anî.

Ew kesê ji aliyê dewletê de ji nêzik ve dihat şopand bi awayekî aşkere bûn ku  endamê “KUM” ê ne, yanî endamê “Meclîsa Ocalan” nin.

Ev jî diyar dike ku di destpêkê de dewlet û hêzên dewletê ji KUMê agahdar in..  Bi zanatî îzin daye PKKê ku ev kara bê meşandin.

Piştî vegerên gelekên wan kesan ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Di derbarê wan de lêpirsîn hatin kirin. Gelekên wan ji dewletê re diyar kirin ku poşman in, ku çûne civîna PKKê. Lê PKKê ji nêzik ve nas kirine.. Nûha jî dê dest ji PKKê  berdin.

Diyar e ku beşekî mezin jî ji aliyê dewletê de hatin qane kirin ku bi wan re bixebitin.

Dema ku ew şertan bê şirove kirin, gelek baş tê diyar kirin ku ew kesên kurd, ne rasterast ne PKKê yî û ne hevalên dewletê ne, beşek bi destê dewletê û beşek jî bi destên PKKê hatin kûştin. Hejmara kûştiyan tê gotin ku 25-30 kes in. Ew kesan jî beşek ji aqlê kurdan e.

Divê ku kurd hesabê vê qetlîamê jî ji PKKê bipirsin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev