SEMBOLA ESALETA KURD: NECATÎ SIYAHKAN

SEMBOLA ESALETA KURD: NECATÎ SIYAHKAN

Dr. Yekta Uzunoglu

Di tevahiya wê jiyana xwe ya dûvdirêj de yek ji mirovên terwende bû ku min esaleta Kurd tê de jiyayî û hevaltî pê re kiribû!

Sal 1968 bû. Ez û birayê xwe yê rehmetî li Dibistana Amadehî ya Siwêregê xwendekar bûn ku nû hatibû vekirin û heta wê demê qet mezûn nedabûn. Ew di pola 3’yemîn û ez jî di ya 1’emîn de bûm.

Naskirina anatomiya civakî ya Siwêregê ji bo kesên mîna min ên ji Farqîn-Êlihê hatin qet tiştekî wisa hêsan nebû. Em hem bi baldar bûn, hem bi tevdîr û hem jî rêzgir bûn! Li wê Siwêrega nehênî çend navek li holê digeriyan; Faîk Bucak ê rehmetî û Necatî Siyahkan jî ji wan çend navan bûn. Di demekî kin de min helbesta Faîk Bucak ê rehmetî ya “Gazin ji Xwedê” peyda kiribû. Min li ser qartonekî mezin bi destkî nivîsandibû û bi dîwarê odeya xwe ve hilayîstibû. Û em di nava wê geremolê de bûn ku xwe bigihînin her agahiyeke di derheqê Apê Faîk de.

Ew kesê din ê nehênî, mîna Apê Faîk nehatibû qetilkirin. Li Siwêregê bû, îca helbestvan bû û hêj jî dinivîsand! Dema em li odeya xwe ya li Siwêregê li ber sobeyê rûdiniştin, kekê min ê rehmetî bi wî dengê xwe yê xweşik \zîz û zelal  helbesta Kek Necatî ya bi navê “Nataşa” dixwend û min jî bi heyranî ew guhdar dikir. Kekê min tam evîndarekî felsefeye bû; yê ku ev evîna felsefeyê xistiye dilê wî û rêya baxçeyê pirreng lê vekirî dîsa mamosteyê wî bû ku esalet ji şexsiyeta wî ya Siwêregî diherikî.

Ew kekekî wisa bû ku her ku beşek ji helbesta Nataşayê dixwend, disekiniya û hewl dida aliyê wê yê felsefî ji min re vebêje.

Kek Necatî ne kesekî wisa bû ku mirovî bikariya li kolanên Siwêregê li wî rast bihata. Li Siwêregê bû rast e  lê mimkin nebû mirov xwe bigihîne wî! Peywendiya me ya bi wî re tenê li ser zimanê helbestên wî bû! Digotin ku hatiye mîtînga Siwêregê li hemer koletîya gelê me lê wê rojê gelek kes hatibûn wir û ew der gelek bi coş bû\nasib nebû ez wî li wir bibînim…

Axire min karî Kek Necatî di sala 1969’an de nas bikim. Mirovî qet nedikariya ew fîzîka wî texmîn bikira. Çermê wî gelek vekirî bû. Pora wî hema hema zer bû û dê bibêjî qey kesekî bedew ê ji Ewropaya Navîn e! Ew liheviya zerafet û bedena wî, kubartî, aramî, navbeyna wî ya nazik, kubartiya wî ya li hemberî her kesî, egîdiya ku wî bi îhtîmamî di nava wê kubartiyê de dida jiyîn… Kek Necatî şexsiyetekî wisa bû ku ji hebûna wî esalet diherikî…

Hîç şop-sîyeke wê dexeliya li cem hinek endamên eşîrên Siwêregê dihat dîtin bi Kek Necatî re nebûn. Siwêreg cihekî wiha bû ku ewqas kesayetên cuda di xwe de dihewandin.

Ew jî yek ji wan kesên 49’an bû ku bo me wek razekî bû û biefsûn bûn. Min demek piştre hinek kesên ji 49’an nas kirin û di wan de qurretî dît lê di Kek Necatî de qet nedît,ne mimkin bû ku hebe. Dê bibêjî qey digot; “Min a ku diket ser mile xwe kir.”

Di dema Bûyera 49’an de Kek Necatî xwendekarê fakûlteya hiqûqê bû û hatibû girtin. Hemû mafên wî yên xwendekariyê ji dest hatibûn girtin û ji dibistanê hatibû avêtin.

Piştî darbeya sala 1960’an jî navê wî xistibûn lîsteya kesên ku lê digeriyan.

Min ew di sala 1969’an de nas kir û wê demê ji bo ku mafên xwe yên ji dest hatibûn girtin dîsa bi dest bixe têdikoşiya. Bavê wî ji bo ku dema wî vala neçe li quncikekî nêzî qereqola li meydana Siwêregê dikaneke qumaşan bo vekiribû. Ew dikan êdî bûbû yek ji wan mekanan ku her gav diçûm û dihatim. Dikaneke biçûk, paqij û yek qat bû ku ji beton hatibû çêkirin û berê pêşiyê bi camekî mezin hatiye çêkirin… Lê îca Kek Necatî, dikan û firotina qumaşan! Gelo ma pêkan bû ku mirov hîs bike bê ka dema Kek Necatî derbasî dezgehê dibû çawa têk diçû, dest û lingên wî çawa dihatin girêdan û çawa diheciqî? Xebata li dikana qumaşan karekî gelek dûrî wî bû lê belê tenê ji bo ku wek bi tiştekî re mijûl xuya bike, neçar kiribûn ku vî karî bike.

Bi saya alîkarî û piştgiriya Kek Necatî me li Xana Gumrikê ya Siwêregê du ode kirê kirin û veguherandin navenda pirtûkxane-xwendin û semîneran. Ew der êdî bûbû mekanê hemû ciwanên îdealîst-welatparêz ên wê demê. Di nava wan ciwanan de ji Mehmet Uzun bigire heta Mahmut Çikman û Bîlal Pîşîrîcî, ma kî hebûn û kî nebûn… Bêguman bandora esalet-kubartî û nêzikatiya binavbeyn a Kek Necatî ya li ser wî nifşî gelek hebû. Di demên beriya me de jî ji Necmettîn Buyukkaya bigire heta Mûstefa Ozer û Ferît Uzun’an, yê ku bandor li gelemperiya ciwanên wê demê kirî Necatî Siyahkan bû!

Her di wê serdemê de anku di destpêka sala 1970’an de dema ku Kek Necatî biryara derxistina Rojnameya Çandî ya Siwêregê dayî ez bûbûm alîkarê wî yê dilxwaz. Li Siwêregê çapxane nebû lewma em diçûn Amedê. Çapxaneya ku rojname me  çap dikir li nêzî dikana Mamoste Niyazî-Mehdî Zana ya li Pasaja Ar ê bû. Lewma dema karê me xelas dibû yan jî beriya çapê em teqez diçûn cem Kek Niyazî. Me çaya xwe vedixwar û piştî sihbetê jî em dîsa vedigeriyan Siwêregê. Kemal Parlak di sala 1970’an de li Navenda Tenduristiyê ya Siwêregê bi dilxwazî dest bi bijîşkiyê kiribû û vê yekê jî hêzeke gelek mezintir dabû ciwanan.

Wê demê zirbirayê Şeref Yildiz ê Mehmet Yildiz  ji Erxeniyê dihat serdana Kek Necatî ku demekî pir piştre di rêveberiya TKP’ê de cîh girtibû. Li dibistana pîşeyê mamostetî dikir.

Helbestên Kek Necatî her tim li ser zimanê hemû ciwanên Tirkiyeyê yên “Pêşverû” bûn lê dîsa jî mirovekî ewqas biesalet û kubar bû ku me ti carî nedît ku dibêje ev helbest min nivîsandine. Tenê carekî ji ber israra me ya zêde, li parka ku ser rêya ber dibistana amadehî ve diçû dilê me nehişt û di dawiya dawî de ji me re Nataşa* xwend.

Ber bi dawiya îlona sala 1970’an ve dema ku ji bo xatir xwestinê ez çûme cem wî, me hev hembêz kir û bi dilxemgînî ji hev veqetiya bûn.

Bi dehan salan min agahiyên derheqê wî de tenê ji dûr ve digirtin. Di dawiya dawî de destûr hatibû dayîn ku li fakûleteya hiqûqê vegere û perwerdeya xwe temam bike. Wî jî fakûlteya hiqûqê xelas kiribû û dest bi parêzeriyê kiribû… Lê min xwe negihandibû navnîşana wî ya vekirî.

***

Ez 2 sal û nîvan li paytexta Komara Çekê Pragê di hucreyeke taybet de dimam. Piştî ku Sefaretxaneya Almanan hevwelatiya min anîn hucreya min, ez hatim berdan. Di nava wan 2 sal û nîvên di hucreyê de heta îdianame jî nehatibû amadekirin. Bi berdanê re jî ez derbasî cem hevalên xwe yên li Almanyayê bûm. Di sala 1997’an de her çiqas bi dilê min nebe jî lê ji bo ku wê êş û azara ku malbata min ji ber qedera min kişandibûn hinekî sivik bikim, ez vegeriyam Enqereyê. Hevwelatiya min a Almanyayê hebû lê tevî vê jî çawa ku vegeriyam, di derheqê min de demildest biryara qedexeyê derxistin. Min 45 saliya xwe derbas kiribû lê tevî vê jî bi darê zorê ji bo “leşkeriyê” ez birim Burdurê. Min êdî aqûbeta xwe ya li leşkergehê dizanî. Lê çawa ku hikûmeta Çîller bi awayekî mucîzevî hate xistin, ez demildest ji wê leşkergehê hatim berdan û ez vegeriyam Enqereyê. Di roja duyemîn de jî Emniyeta Enqereyê ez ji mal girtim û birin. Vêcarê jî îfadedayîna bi hefteyan a li emniyetê dest pê kir… Tevî ku li holê ti sûcek nebû jî! Bi saya têkoşîneke bêeman a hevalên min û navbeynkariya Sefaretxaneya Almanyayê, bi mehan piştre min karî ji Tirkiyeyê derkevim. Kesê bûye sedem ku ez di îlona sala 1994’an de li Pragê werim girtin û 2 sal û nîvan bi awayekî bêpirs û pirsyarî di hucreyeke taybet de bêm girtin Goksel Otan bû. Li Parlamentoya Çekê li ser ravepirsekê hat îsbatkirin ku sîxûrê polîsên Çekan e. Di demên piştre de jî hat îdiakirin ku navê wî yê rast Gurkan Gonen e. Lê dema ez li Enqereyê, belgeyeke gelek veşarî ketibû destê min. Li gorî vê belgeyê, navê Goksel Otan ê rast Gurkan Gonen jî nebû. Navî wî Mûstefa Ozer bû û dema ku di çarçoveya sûîqesta li dijî Papa de li Tirkiyeyê lêgerîna wî didome, bi alîkariya TKP’ê ji ewil derbasî Almanyaya Rojhilat dibe û piştre jî diçe Çekoslovakyayê. Wek destpêk ji bo îstîxbarata komunîstan dixebite û piştre dema ku komunîzm hildiweşe jî ji bo rêxistina polîsan a ku êdî bûbû mafya dest bi xebatê dike. Min ev belgeye di çapemeniya Ewropayê de weşand. Min nasnameya kesê ku dixwest di 8.9.1994’an de li avahiya Gerînendetiya Giştî ya Kargeha min li dijî min sûîqestê bike jî derxist holê. Axire ev belge ji bo ronîkirina sûîqesta li dijî Papa jî dibû alîkar. Dayika min nexweş bûbû û ji neçarî ez dîsa vegeriyam Tirkiyeyê. Lê dîsa hatim binçavkirin. Li malê lêgerîn hat kirin û di derheqê min de bi îdiaya ku min ziyan daye ewraqên fermî, doz hate vekirin. Cezayê min: Sûcê giran û li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir. Anku ew dadger û dadgeha li wê komkujiya bi nav û deng a Bahçelîevlerê dinihêrt. Îdiaya me: “Madem hûn dibêjin te ziyan gihandiye ewraqên fermî, wê demê dewlet bila wan belgeyên resen pêşkeş bike da ku em bibînin bê ka me çi ziyan gihandiye wan ewraqan!” Doz sal û nîvan ajot û bêguman di wê pêvajoyê de dewletê ewraqên orjînal pêşkeş nekirin. Ji ber ku ya li cem min kopyaya belgeya resen bû û ti ziyanek negehiştibûyê. Û doz ket! Heke ku belgeya orjînal pêşkeşî dadgehê bikirana, dê li ber Înterpol û saziyên edlî yên Îtalyayê şerpeze bûbûna. Anku dê derketibûya holê ku TC’ê belgeyên di derheqê cînayeta Papa de bi Înterpol û saziyên edlî yên Îtalyayê re parve nekirine. Rojekî piştî danişînê ji eywana dadgehê derketim û ber bi asansorê ve diçûm. Li gel min kesekî din jî ket asansorê. Bi fikara ku min dişopîne min li wî nihêrt. Di wê kêliyê de her tiştên ku min 10-15 deqe berê li eywana dadgehê jiya bûn di carekî de ji ber hizra min çûn: Yê ku li hemberî disekinî Kek Necatî bû! Dîsa her bi wê kubartîya xwe, bi wê nazikî û sekna xwe ya hemdem, birûmet û biesalet re Kek Necatî tam li hemberî min disekinî. Wekî her demê niha jî bi îhtîmam li cihên cuda dinihêrt. Dema ku min got Kek Necatî, berê xwe da min lê ez nas nekirim. Ji xwe hêviyeke min jî nebû ku min nas bike. Dema em ji hev veqetiyayîn hêj rihên min jî derneketibûn… Min xwe pê da naskirin. Min bi kelecanî got: “Siwêreg.” Ji bo ku ez bêm bîra wî min got: “Rojnameya Çandî ya Siwêregê, Xana Gumrikê û hêj gelek tiştên din…” Di kêliyê de hatim bîra wî. Ez hembêz kirim û her du lamikên min maç kir. Dema ku ji asansorê paya bûm, ji ber keyfxweşiya wê kêliyê min mîna çûkekî xwe sivik hîs dikir û strêsa heyî bi temamî li ser min çûbû. Bi dehan salan piştre me dîsa her li Dadgeha Cezayên Giran hev dîtibû ku di qedera her Kurdekî de heye!

Demildest qerta xwe derxist û da min. Bi israr ji min xwest ku li wî bigerim.

Ez lê negeriyam, min nedikarî lê bigerim ji ber ku 24 saetan dihatim şopandin. Ti mafê min nebû ku li wî bigerim û wî jî têxim rewşekî qambax. Dilê min wek nav agirê cihenemê dişewîtîya,  min gelek dixwest wî bibînim. Piştî ewqas salên dûvdirêj cara yekemîn ewqas nêzî wî bûbûm û min ew dîtibû lê min nedikariya biçim cem wî. Di nava êş û azara vê de dişewitîm!

Di rojên piştre yên li Enqereyê de jî ev êş her di dilê min de ma.

Ew kesekî wisa bû ku ti carî berxwedana xwe ya bibiryar a di Bûyera tevgera 49’an de û keda xwe ya mitewazî û domdar a di demên piştre ji bo gihandina ciwanên Kurd dabû, ji bo xwe nekir sermayeyek siyasî û hewldaneke wî ya bi vî rengî çênebû!

***

Kek Necatî sembola esaleta Kurdan a zindî bû. Dê bibêjî qey ew zarokê resen ê Adem û Hewayê bû ku di Tewratê de digotin li wê bihuşta ku li Herranê hatiye afirandin. Esaleta di wî de bi hezaran salan hatibû bêjingkirin.

Kek Necatî bi wê esaleta xwe dema ku hîs kir êdî nikare li welatê Tirkiyeyê bijî ku hemû nirxên mirovan dikin mirov lê tên tunekirin, ji bo ku bibe rêwingê aramiya ebedî, bi awayekî “bêdeng û beng” ji vê dinyayê koç kir.

 

***

 

*NATAŞA

1.

Çawa ku

Xezaleke dayik

Li ser zaroka xwe ya birîndar

Ji dil bişewite

Û çawa ku

Keçikeke Teksasî

Kesê li Almanyayê mirî

Li Stenbolê lê bigere

Ha bi wî awayî…

Li ser pişta 

Hespekî bi damûsk spî

Bêyî ku bibêje şev 

Bêyî ku bibêj roj 

Bêyî ku bisekine, bêhn vede 

Bi bazdanê 

Mîna pêlên harbûyî

Yên li Behrên hov 

Her çîçeka ku te bi coşa xwe

Bêhn kiriye 

Her xaka ku te pel bi pel

Pê lê kiriye

û 

Tilî bi tilî 

Li ser digerî 

Ez jî rojekî ji bo ku li te bigerim dê derkevim Nataşa!

Naxwazim te li wê dinyaya ku min tu windakirî 

Bibînim 

Min hemû eynikên li ser rêya ku tê de derbas bûme 

Berevajî kirin

Min ji her yek wan bîranînan 

Stêrkek çê kir 

Ku ji bo hemû mirovahiyê 

Li serên wan quncikan veşartibûn

Û min ew

Li asîmanê

Cîhaneke ku nas nedikir hilayîstin

Wisa bifikire ku

Di sedsala şeşemîn de

Li Merihê

Yan jî

Di sedsala sîh û heştemîn de 

Li Ûranûsê 

An jî 

Li noqteyeke x

A xîzika bi navê ziman

Em li wê dinyaya 

Ku min di serê her kolaneke wê de 

Hinarikên sor 

Dikişand û derdixist 

Û bi destên xwe ve 

Bi stêrkan ve girê dida. 

Li wê derê 

Ne birîna dil a 

Kesên li warêrgehên meyxaneyan

Mîna findekî dihelin û dişewitin 

Ne doza pariyê nan 

A kesên bi pêxas û tazî 

Li kolanan dest vedikin 

Û ne jî 

Şerê mirinê 

Yê kesên xwînfirî…

Li serê her quncikekî kaniyek 

Ava ku çirik çirik 

Ji her kaniyekî diherike

Û li hindava wan avan

Wekî ku gilokeke ji hevrişîmê bipêçin

Keçikên ku bi yek dengî stranan dibêjin… 

Ne Nero

Ne Sezar

Ne Hitler

Ne Mussolini

Ne Hiroşima

Na-ta-şa……

Ji deh gerstêrkan 

A dehemîn 

Şerê herî dawî 

Yê şerê birakujiyê 

Ev dinyayeke wisa ye ku

Ne dazdeh hewariyê Îsa 

Û ne jî çar xelîfeyên Muhammed 

Jê fêm nekirin 

Jê fêm nekirin 

Bê ka ev 

Çi ye. 

2.

Hemû ronahî yek bi yek

Vemirandin 

Hemû kanî

Qufle kirin 

Ro xistin zindanê 

Û neçar hiştin ku 

Tu 

Di tarîtiya stêrkan de 

Bijî.

Û tu jî 

Din nêrîna terapeyên burjuvayê de

Gulek bû ku

Te eywan dixemilandin

Û kedkarekî

Di nava çîna proleter de

Ger ku tu bixwazî 

Ji bo te 

Findên vemirî dikarin yek bi yek

Werin vêxistin 

Kaniyên ku hatine qiflekirin

Dîsa bi xurmexurm 

Biherikin 

Ji bo çavên te yên keskê zimrûdî  

Li wan meyxaneyên akvaryûmî 

Helbest bên xwendin 

Û ji bo pora te ya zêrîn

li Giravan

Stran bên strîn 

Ez 

Li kolaneke ku

Dengê qontaxên cendirmeyan 

Li meydanên wê derdiketin ber asîman 

Di şeveke payîzê de 

Dema bêhna barûd û mirinê

Xwe lê werdipêça de 

Bi dengê sê guleyan ji dayik bûm.

Ji bo te 

Wateya 

Bijîşk-nexweşnêr

Pîrik-hemşîre 

An jî av û nan 

Çi be 

Bo min jî

Sêdark û mirin 

Barûd û agir

An jî şer 

Ew e

Û çi şadiyeke rojên bêtêkoşîn nîn e.

Di zagona me de

Cihê strîna stranên 

Li meyxaneyên akvaryûmî 

Yên ji bo çavên ten yên keskê zimrûdî nîn e

Bîbikên

Keçikên ling qemerî 

Di hembêza dilê xwe yê ji pola de 

Me hêj pir zû de helandine

Di zagona me de

Şikandina 

Deriyên qedexe

Yên qiflekirî

Nîn e 

Lê vekirina wan heye

Vekirina avê heye 

Ku bi xurme xurm biherike 

Û ji bo hemû mirovahiyê 

Avakirina jiyaneke mirovane heye. 

Di zagona me de

Xwîn

Barûd

Agir

Û mirin 

Nîn e !

Û dê nebe jî !

Azadî û biratî heye.

Û bifikire ku 

Tu

Neçar kirin 

Ku di tarîtiya stêrkan de

Bijî 

Û tu 

Beriya ku bibînî bê ka 

Reş çiqas reş e

Û spî çiqas spî ye

Dê bimirî

Lê belê min 

Ronahiya rojê dît 

Û cihê ku ro lê girtî dizanim 

Amade be 

Ez têm 

Artêş bi artêş

Yekîne bi yekîne

Yek bi yek.

Ev yek

Ne fermaneke min a bo te ye 

Û ne jî

Bergerîneke 

Ku li ber lingên te digirîm 

Ev 

Fermana serên nayên tewandin

Zendên nayên çemandin

Anku fermana dîrokê ya ku pêşî lê nayê girtin e.” 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev