Di Felsefeya Xoşewîst Augustînusî de Têkiliya Xwedê û Mirovan

Di Felsefeya Xoşewîst Augustînusî de Têkiliya Xwedê û Mirovan

Ali Gurdilî 

Li gor baweriya Augustînus (354- 430), Xwedê yek e û li her derê ye. Li hemberî Xwedayê afiraner, mirov ne ti tişt in, ango bêqîmet in. Lewra Xwedê derêzeman e û mirov jî, girêdayê demê ne.

 

Xwedê bi îradeya xwe ya azad gerdûnê û mirovan afirandiye. Di destpêkê de hemû mirov azad hatine afirandin, lê Ademê mirovê yekem bi fersenda azadiya xwe guneh kiriye.

 

Gunehê wî ku gunehê yekem e, bi rêya veguhastinê digihêje hemû mirovan û mirov êdî nikarin beyî gunehan jiyana xwe bidomînin.

 

Beyî Xwedê, mirov nikarin ji gunehên xwe, xwe rizgar jî bikin. Rizgariya mirovan, encax bi başiya Xwedê dikare pêk were. Herweha dîsa Augustînusî wiha bawer dike, ku di navbera Xwedê û mirovan de dûrahîyeke mezin heye û kes nikare ji vê dûrahîyê derbas bibe (derkeve) jor. Çimku, Xwedê û mirov, ne ji heman hevîrê ne.

 

Tiştê girîng ew e ku mirov, bikaribin Xwedê binasin. Ji ber vê yekê jî Augustînusî wiha gotiye: ”Ez dixwazim bi tenê Xwedê û rih binasim, ji bilî wan tişteke din jî, min eleqeder nake.”

 

Çavkanî: Feylesof & Philosophia 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev