Taner Akçam derewan nake, lê hewil dide ku me bixapîne!

Taner Akçam derewan nake, lê hewil dide ku me bixapîne!

Têmûrê Xelîl

Xuya ye ku çavkanîya Taner Akçamê birêz ya di warê “mafê şeva pêşin” da, ji rojeva kurdan dernakeve. Ronakbîrên mîna Murad Ciwan, Selim Çürükkaya, Recep Maraşli û gelek kesên din li ser vê mijarê fikirên xwe dîyar kirine û hejmara beşdarên vê minaqeşeyê her ku diçe zêde dibe. Ez dê hewil bidim ku bi vê nivîsê êdî vê pirsê ji rojeva kurdan derxim, ji ber ku heger ez bi kurtî bibêjim, mesele pir zelal e: çavkanîya Taner Akçamî xwedêgiravî ji berhema M. Lazarevê kurdzan e, lê ew berhema tune ye.

Lazarev di tevaya jîyana xwe da sê cildên (bergên wan berheman hûn di wêne da dibînin) berhemên zanyarî yên li ser dîroka kurdan û Kurdistanê nivîsîne:

  • Cilda yekem li ser bûyerên sala 1891-1917an e.
  • Cilda duyem li ser bûyerên 1917-1923an e.
  • Cilda sêyem li ser bûyerên 1923-1945an e.

Çavkanîya Taner Akçamî ji van berheman yek jî nîn e. Wê demê, heqê mirovan heye ku bipirsin, bê ev çavkanîya Taner Akçamî ji ku derket? Lazarev berhema xwe ya pêşin “Kurdistan û pirsgirêka kurdan” di sala 1964an da çap kir. Lê dewleta Sovyetê ew berhem qedexe kir, firotina wê betal kir û ji Lazarevî ra hat gotin ku divê ku ew wê berhemê bi guhartinan va careka din çap bike. Û wî di sala 1972an da, bi navekî nû, bi navê “Pirsa kurdan” ve çap kir. Wisa xuya ye ku ew berhema qedexekirî ketiye destê tirkan, hinekan ew wergerandiye tirkî û Taner Akçamî jî ji wê berhemê çavkanî raberî xwendevanan kiriye. Çavkanîya ji berhemeka tune çiqasî qanûnî ye û çiqasî zanyarî ye? Ne qanûnî ye, ne jî zanyarî ye, heta sûc e jî. Texmîn bikin, ez wekî xwendevanekî çavkanîya Taner Akçamî dixwînim, bi dû ra hewil didim ku wê çavkanîyê ji orîjînalê bixwînim, ka ew çiqasî rast e, ez wê li tu cihan nabînim, ji ber ku ew kitêb lîsteya hîç kitêbxaneyeka dinyayê da tune ye. Li gor Akçamî, kitêb tune ye, lê çavkanî heye.

Ka em mêze bikin, bê Lazarev çi dibêje û Taner Akçam wê çavkanîyê çawa raberî xwendevanan dike. Lazarev dibêje: -Hinek begên kurdan li hinek gundên ermenîyan “mafê şeva pêşin” di hindava koleyan da bi kar anîye. Taner Akçam vê fikirê kajî-vajî dike, dibêje ku kurdan di hindava ermenîyan da “mafê şeva pêşin” bi kar anîye. Di dewrana feodalîzmê da kole kî bûn? Wê dewrê, heta li gor îslamê jî kole kesên bêdîn bûn, ango kesên ji derveyî civakê bûn, di hindava wan da kirina karên bêedeb tiştekî normal dihat hesibandin. Kole dikarîbû ermenî bûya, dikaribû tirk bûya, dikaribû kurd bûya jî. Kole herweha li Ewrûpayê jî hebûn, li Amerîkayê jî hebûn. Van dawîyan, gava ku girseyan li Amerîkayê heykelê serokkomarên berê anî xwarê, sebeb ew bû ku di dema wan da kole hebûn.

Taner Akçam û lêpokên wî behsa min jî dikin, ji ber ku min ew hersê berhem ji rûsî wergerandine kurdî û çap kirine û hewil didin xwendevanan bixalifînin ku ew paqij xuya bibin. Mesela, behsa çapa duyem ya wê berhemê dikin ku qaşo yê ku ew wergerandîye, ne ez im, lê yê ku ew berhem wergernadiye, Emerîkê Serdar e. Helbet, ew tawanbarîya xwe ya bêbingeh didomînin û dibêjin ku Têmûrê Xelîlî wergera Emerîkê Serdarî dizîye û li ser navê xwe çap kiriye. Bêyî ku ji xwendevanan ra bibêjin, bê ji bo çi wergera Emerîkê  Serdarî 23 salan çap nebûye. Li vê derê, pirsek serî hildide: Taner Akçam çavkanîya xwe ji çapa pêşin hildaye, îcar çi eleqeya Taner Akçam, wê çavkanîyê û çapa wê berhemê ya duyem heye? Lê ji bo ku ez vê derewê jî pûç bikim, ez dê wê meselê jî ronî bikim.

Di sala 1976an da, hevalekî min (Xidir Kurun) ji Kolnê hêvî ji min kir ku ez rêyekê bibînim ji bo wergerandina cilda pêşin ya berhema Lazarevî (Pirsa kurdan). Min pêwendî bi Emerîkê Serdarî ra danî ku wê demê cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” bû, lê min nizanibû ku ew bi rûsî nizane û kurdîya wî jî bi tenê kurdîya kurdên Ermenîstanê ye. Min ji kek Emerîkî ra got ku Xidir Kurun dê heqê wergera te bide. Wî jî got ; “Ez wî camêrî nas nakim, ez dê heqê xwe ji te bixwazim.” Min jî got; “temam”. Ji ber ku kek Emerîkî nikaribû wergerê bi tîpên latînî bike, wî bi destan bi herfên kirîlî werdigerand, min jî ew werger dikir latînî û beş bi beş ji Xidir Kurunî ra dişand. Di dawîyê da, Xidir Kurunî got; “Komkara Merkezî ya Kolnê û weşanxaneya wan Roja Nû nikare vê wergerê çap bike, ji ber ku kurdîya wî qet nayê fêmkirin. Ez mecbûr bûm ku heqê Emerîkî ji berîka xwe bidim (ez wê jî bibêjim ku min ji bo wergera wan hersê berhemên Lazarevî qurişek jî ne sitendiye).

21 salan piştî wergera Emerîkê Serdarî, ez hatim Swedê, di xanîyê Komkarê da bûm endamê kovara ”Roja Nû”yê û ji ber ku li wê derê komputer û teknik hebûn, min ji derveyî karê kovara ”Roja Nû”yê, karê wergera kitêban jî dikir. Dema ku min wergera berhema dudyem ya Lazarevî (Împêrîalîzm û pirsa kurdan) xelas kir ji bo ku weşanxaneya ”Roja Nû”yê çap bike, kek Kemal Burkay û redaktorê kovarê Halük Öztürkî got; “Divê em pêşî cilda pêşin çap bikin”. Min jî got ku cilda pêşin ji alîyê Emerîkê Serdarî ve hatiye wergerandin û min daye hevalên we yên Komkara Kolnê.” Wan got; “Wergera wî nayê fêmkirin. Gelo tu dikarî wergera wê sererast bikî?” Min jî got ku ez jî wekî we wergera wî fêm nakim. Hingê ji min ra got; “Wê demê, tu bi xwe wergerîne kurdî.” Min jî ew wergerand û çap bû. Kek Emerîkî şikayata xwe kir ku ew wergera wî ye. Kek Halukî jê ra got, Têmûrê Xelîl li ber çavên me her roj – rojê 8-10 saetan- ew wergerandiye, jixwe wergera te li Kolnê ye, li ber destê Têmûr tune ye ku wergera te bike ser navê xwe. Kek Emerîkî jî hêvî dike nusxeyeka wê wergera min jê ra bişînin, kek Halukî jê ra dişîne û Emerîk li Rewanê ji çend kesan qaşo komîsyonekê çêdike û endamên komîsyonê îmze dikin ku ew wergera Emerîkê Serdarî ye, ne ya Têmûrê Xelîlî ye. Li vê derê, divê ez bibêjim ku du hevalên min yên endamên wê qaşo komîsyonê bûn – Çerkezê Reş û Grîşayê Memê ji min ra got ku wan ew belgeya komîsyonê îmze nekiriye û bawer dikin ku kesên din jî îmze nekiriye, ango ew belge sexte ye. Kesên din jî wekî Emerîkê Serdarî ji derdora PKKyê bûn.

Ango, hinek kesên esilermenî bi zimanê tirkî qala pirtûkeka rûsî dikin ku bi kurdî hatiye wergerandin û di esilê xwe da, ew werger di meydanê da tune ye. Ev yek wekî gotineka tolazekî ber dîwaran e ku dibêje; “Kalikê min berî Erebê Şemoyî 4 roman nivîsîne, lê mixabin agir bi mala wî ket û ew roman şewitîn.”

Ez dixwazim heq bidime birêz Taner Akçamî ku bêhemdî xwe kurdan di çavên dinyayê da mezin dike. Madem tu berhema Lazarevî wekî berhemeka zanyarî dibînî û çavkanîya wê berhemê cihê bawerîyê ye, wê demê qîmeteka mezin didî tevaya wê berhemê. Ew berhem çi dibêje? Ji serî heta binî dibêje ku Kurdistana Bakur ne Tirkîye ye, tirkan di hindava hemû gelên netirk da gelkujî pêk anîye û niha jî ew kar berdewam e, tirkan hemû gelên din asîmîle kirine, dest danîye ser çand, edebîyat, arşîtektûra wan ku tu kedeka tirkan tê da tune ye û zû an dereng Kurdistan dê rizgar bibe û ji bin zilma Tirkîyeyê derkeve.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev