Berhemên kurdzanên me – 243

Berhemên kurdzanên me – 243

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa donzdehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -12

Bihêzkirina karên cezakirinê li Kurdistana Tirkiyê û Ermenistana Roavayê

Slogan û karên konkrêt ên wan rêxistinên siyasî û mirovî ku serokatî li tevgerên Kurdan dikir, di derheqa wê yekê da şehadet didin ku li dawiya salên 60 têkoşîna Kurdan li Tirkiyê d e s t pê kir li ser bingeha dijî empêryalîzmê fireh û x urt bibe. Wê demê, di navbera tevgera Kurdan a millî û şerkariya hêzên Tirkiyê yên çep da nêzîkîhevbûnek pêş da dihat. Ew bona firehkirina azayên dêmokratîk ên gelên Tirkiyê û bona hilanîna newekhevtiya aborî û civakî di navbera wan da, bona raqetandina empêryalîzma Amerîkayê ji welêt, dijî siyaseta rejîma Partiya Heqiyê ya dijî neteweyan çê bû.

 

Bi vî cûreyî pêşdaçûyîna qewimandinan helbet ne bi dilê komên Tirkiyê yên serokatîkir û rêaksyona navneteweyî yên ku dityirsiyan ku ewê hêzên welêt ên pêşverû bibin yek û pêşeniyeke yekîtiyê dijî empêryalîzmê çêkin bû, û loma jî biryar kir ku derbeke nuh bigihînin serhildana Kurdan a millîazadariyê.

 

Di destpêka salên 70 da, desteyên “komando” û cendirma Tirkiyê êrîş li ser Hekkarî, Mêrdîn, Silvan, Batman, Bismil, Diyarbekir, Melezgirt, Tûtek, Tekman, Qereyaz, Kîgiyê kirin. Tevî wan êrîşan, Kurdan bi kitle digirtin, zordestî li bineciyên Kurdistanê yên am û tam dikir. Ewha, di destpêka nîsana 1970 da, 2.000 “kommando’yên çekdar bi behana berhevkirina çekan dora Silvanê girt, ew kir nava hesarê. Bineciyên wê berî hingê dijî dîwana cî derketibûn û gazinên xwe ji siyaseta hukûmetê ya dijî Kurdan dikirin. Di nava 17 saetan da, cezakirên tirk mal-mal digeriyan, mêr dizêrandin, jin û keç dişuhurandin. Wan ji 3.000 bêtir Kurd girtin (174, r. 47-48). %80 ji wan mêr bûn (209, 9.4.1970). Gava Kurd ber bi zabitên cendirman dibûn û digot ku kirina wan dijî destûrê ye, wan ewha bersîv dida : “Destûra di destê me da nagire, me ji serkariyê ferman stendiye” (121, r. 43). Hela bi ser da, “komando” ya xusûsî hazirbûyî li Kurdan dixist û gotinên nerê (pîs), wek “Kurdên bi dûv”, “sehê Barzanî”, digotin (193, 25 – 28.7.1970).

 

Girêdayî karên cendirmên tirk li Silvan û navçeyên Kurdistana Tirkiyê yên mayîn, pirs pêş da hat ku bi wê yekê va gelo dîwana Tirkiyê nacedîne ku serhildana çekdarî tev rake, bona ku tevgera Kurdan a millî bêserî bike û bela wê hejê bide û wê şerkariyê bigihîne dereca demên salên 1938-1960, gava şerkerên Kurdan ku bi dizî kar dikir dabûn der û hatibûn hincirandin nuh-nuh hêzên xwe dicivandin ser hev.

 

Bineciyên Silvanê name ji ORÇŞ re şand û tê da di derheqa zordestiyên ku cendirmên tirk dianî serê bineciyên Silvanê da dihat gilî kirin (200, 1970, No 26, r. 7). Girêdayî vê yekê, beşa Stembolê ya ORÇŞ bangek weşand û de’w kir ku dîwan dev ji têrora li wilayetên rohilatê berde. Di nava bangê da xuya dibû ku “derîvekirina malan, girtinên bi kitle, şuhurandina jin û keçan, ne xwestiye ku wan gunehkarên rasteqîn ku di nava wî karê pîs ku li

Silvanê bûye da bêbextî kirine bigrin, bi bingeha xwe va diyarbûneke têrora faşîst û ra s îst ku ev çendik-çend sal e ku organên dewletê pêk tînin e”.

 

“Gelê me şerkarî dike ji bo dêmokrasiyê. Ew şerkarî ewê nesekine hetanî çaxa ku mafên mêmokratîk ên bingehî bên bi dest anîn. Bilî wê, bêy testîqkirina dêmokrasiyê li Rohilatê, dêmokrasiya li Tirkiyê her dem ewê di bin qeziyê da be … Em bangî hemû welatparêzan, karmendên pêşverû dikin ku dijî ferzendên faşîzmê ku armanca wan rakirina gel dijî hev derkevin … Gelên Tirkiyê ewê guh nedin provokasyonan û ewê şerkariyê dijî empêryalîzmê û casûsên wê yên cî bikin bona ku şoreşê nêzîk bikin” (187, 1970, No 173, r. S). Beşa Ankau-ê ya Ocaxên Rohilatê yên Çandî yên Şoreşgeriyê jî bangeke usa da weşandin.

 

Girêdayî qewimandinên li Silvanê usa jî ev rêxistinên ku bang-gaziyên xwe ber bi gelên Tirkiyê didaui weşandin hebûn : Fêdêrasyona cuhanên Tirkiyê yê Şoreşvan ya komita Stembolê ya karkirinê, Yekîtiya Xwendevanan a Zanîngeha Stembolê ya Teknîkî, Komela Alîhevkirinê ya Çand û Xwendina Bilind a Mêrdîn, Diyarbekir, Karakoçan, Adxyaimain, Bingol, Siwerek, Dêrik, Midyat û Agiriyê.

 

Di nava bangeke wan komele û rêxistinan ber bl gelên Tirkiyê da dihat gotin : “desteyên komando” ketin Silvanê. Silvan destê xwe da, rabû cengê. 6 tîkfir, 200 tank, 2.000 cendirme û “komando”yên rind çekdarkirî di bin rêberiya balafir-rakêtan dora Silvanê girt, di wî qezayî da halekî şerr da saz kirin. Gava komandoyan dest bi êrîşan kir, ecêbeke giran hat serê bineciyên Silvanê. Mêr hatin girtin… mal hatin dar ve kirin, zordariyên mezin dianîn serê jin û zarokan. Ev êrîşkirina li Silvanê ku di 8 nîsan 1970 da pêk hat çi nîşan dide ? Ev kirin dûmayîka qewimandinên li Tuncelî ne. Lê, bilî dîwanê, hêzên dizî ku li rohilata welêt alîkariya wan dikin hene … Em dizanin ku ew hêzên dizî terefdarên Amerîka ne … Pêwîst e ev bindestiya li Anatolya Rohilatê bidin hildan. Dîwana siyasî ku ketiye nava krîza giran û Amerîka empêryalîst ku dijminên dêmokrasiyê ne û çav berdaye dewlemendiyên neft û madenan, li Anatolya Rohilatê lîstikên bi qeziya dilîzin. Lê bineciyên Anatolya Rohilatê ewê nehêlin ku provokasyon, wek 50 sal pêş da, bînin serê wan. Anatolya Rohilatê de’wa dêmokrasiyê, qedrgirtina mafên mirovatiyê dike. Em bangî hemû rêxistinên şoreşgeriyê dikin ku bihêlin ew lîstika ku dijminan li Anatolya Rohilatê çê kiriye şerpeze bibe” (121, r. 411).

 

Naveroka wan bangên rêxistinên Kurdan û xût ew isbata ber bi gelên welêt şehadet dida ku şerkariya Kurdên Tirkiyê bi siyasî gelek gihîştiye. Gaziya wan a ber bi gelên Tirkiyê, ku bibin yek dijî zordestiya Amerîkayê û rejîma Partiya Heqiyê ya dijî neteweyan, bona parastina mafên neteweyî û civakî yên hemû xebatkaran nîşan dia ku rêxistinên Kurdan dest pê kiriye razîkirina daxwaziyên xwe yên neteweyî bi pêşketina şerkariya dêmokratîk li Tirkiyê bidin girêdan.

 

Jean-Pierre Viennot ku di derheqa wê dema şerkariya Kurdan a nuh da dipeyive, di miqala xwe “Kurdistan, milletê ku tê perçe kirin” da dinivîse : “Eger rast e ku serokên Ankarê herdem de’wkariyên Kurdan bi neheqî hesab dikirin (ji bo nimûnê, daxwaziya Kurdan ku rojnaman bi zimanê kurdî çap bikin), wek gunehkarî di hindava tambûna axa Tirkiyê û yekîtiya komarê da didît, wê demê ew yek jî ras t e ku nêzîkîhevbûna hêzên Tirkiyê yên çep û nûnerên şerkariya Kurdan a millî, ku van demên dawîn wek sansasyonek hat qebûl kirin, ne tenê rejîma Ankarê ya siyasî dike bin pirsê, lê usa jî riknê Tirkiya nûjen wek dewlet, idêolojîya wê ku bi “şoreşa millî” ya Tirkiyê ya salên 1919-1923 xuliqandiye û navê wê Kemalîzm e, dike bin şika mezin, û heya îro jî ew idêolojiya Tirkiyê ya nûjen a resmî dimîne” (254, 1971, No 40).

 

Di 12 nîsanê da, ORÇŞ telegramek li ser navê serok C. Sunay şand û tê da kirinên desteyên komando yên zordestiyê di hindava bineciyên Anatolya Rohilatê yên kurd da rexne û gunehkar dikirin û de’w dikir ku mecalên berk û lez qebûl bikin bona pêşgirtina wan kirinên dijî destûrê yên cendirmên tirk. Di 20 nîsan 1970 da, sekretarya rex serok bersîva wê telegramê şand û de’w dikir ku bizanibin çi serkanî bi kar aniye di dema lênihêrandina wan qewimandinan da û salixên anegor bişînin sekretarya sereke ya rex serok.

 

Bersîva bi wî awayî bersîva xwetadanê bû, ku li ser ruyê xwe red bike. Eger serok bixwesta, wî dikaribû bixwe tevî wî karî biba û ji organên anegor agahdarî di derheqa kirinên cendirman li Tirkiyê, ii wilayetên rohilatê, da bixwesta. Hela bi ser da, bi baweriya me, ew kirinên dijî qanûnê hema xût bi izindayîna serok dihatin kirin.

 

Lê dîsa jî ORÇŞ hesabê pêwîst kir ku komeke ji 16 xwendekaran bişînin wan ciyên ku cezakirên tirk li wir bûn, bona ku di cî da hay ji qewimandinên buhurî hebin. Dû ra wê komê dokuman hazir kir û di 15 gulan 1970 da ew şand ji C. Sunay ra. Di wê dokumanê da di derheqa zordestî û hovîtiyan da dihat gotin ku desteyên “komando” anîne serê wargehên jiyînê yên wilayetên Diyarbekir û Mêrdînê. Di dawiyê da wan nivîsîbû : “Serokê qedirbilind … siyaseta qûltî, zordestî û gelkujiyê ku di hindava wî gelê ku li rohilat û rohilata başûr a Tirkiyê dimîne da tê pêk anîn, bi baweriya me kirinên usa ne ku ji derveyî goveka zagonê û mirovatiyê ne. Ew kirinên bi behana “lêgerîna qaçaxan” hatine pêk anîn çi nîşan didin ? Eger em bala xwe bidin dîroka Tirkiyê, tê ber çavan ku kirinên zordestiyên nemirovatiyê û qûlkirina kesan di vê navçeyê da herdem jî bûne. Ji dema testîqkirina komarê, ew bi behanên cihê-cihê hatin miaser kirin, lê evên dawîn bi behana “lêgerîna qaçaxan” hatine pêk anîn. Lê dîsa jî ew qaçax digerin û ji axayên wê navçeyê yên zengîn alîkariyê distînin û ji aliyê wan tên parastin”.

 

“Ji vir û şûn da, bajarvanên Rohilatê ji mafên xwe yên bêqeziyabûnê û destpêketina hebûna xwe bêpar mane. Şevekê, qaçax êrîşî wan dikin, şeva mayîn cendirme. Sexîrî, kuştina mirovan, şuhurandina jinan, bachildana nuh … destûra sala 1961 kiriye bin lingên xwe. Ji bo Ferqa zimên, wergirtina cillan, rû-rengê mirov, li wan dixin û ew davêjin hebsên xusûsî … Serseriyên siyasî bi fêlbaziyan dema hilbijartinan bi ser dikevin û gava dibin serok, tenê cendirman dişînin rohilatê. Ev karê nezagonî di navbera gel û rejîma dewletê da dijîhevtiyê pêş da tîne û loma jî gel êdî baweriya xwe di hindava organên dewletê da hunda kiriye. Em ku bûne xwendevanên Rohilatê yên şoreşger, van kirinên nezagonî berk rexne dikin Û îlan dikin ku ji vir û pê va emê şerkariyê dijî karên dîwanê yên vî awayî bikin” (121, r. 412-414).

 

Rêaksyona dîwana Tirkiyê li ser qewimandinên li wilayetên rohilatê nîşan da ku dewlet ne tenê naxwaze li ser bingeha humanizmê pirsa Kurdan hel bike, lê hela bi ser da jî dixwaze pelixandinên dijî Kurdan bide gumreh kirin û berdewam bike. Ewha, serok Sunay, dema peyvê xwe tevî partiyên siyasî di hezîrana 1970 da li ser qewimandinên li Kurdistana Tirkiyê sekinî û ewha got : “Tiştên usa diqewimin ku qeziya bona tambûna welêt … Ji bo nimûnê, li rohilatê Kurdên komunîst, boy navê sazkirina dewleta serbixwe, li ferzendan digerin ku gel rakin ser piyan. Ew bi çend rêxistinan ra bûne yek û dicedînin ku dest bi tevrabûnan bikin û bigihîjin armancên xwe. Xuya ye, yên çep ku bi navê “gelên Tirkiyê” pêş da tên, dicedînin ku millet li ser çend perçeyên biçûk par-peu-î bikin : ji Kurdan girtî heta Çerkezan” (209, 8.6.1970).

 

Di nîveka hezîranê da, serok ku bersîva pirsên nûçegihanê rojnama “Cumhuriyet”, Kemal Ayder, dide dibêje : “Wek berê, nuha li welêt û ji derveyê wî idêolojî û kirinên usa hene ku dijî tambûna wê ne. Lê divê tukes şikber nebe ku wek berê ew kar ewê şerpeze bibin û naçin serî” (193, 14.6.1970).

 

Sunay, ku bersîva pirsa nûçegihanê “Akşam”, Aydin Soysal, da, got : “Hem li welêt, hem jî li derveyî welêt, hinek mirov dicedînin ku qewimandin û rastiya dîrokî bi cûrê nuh raber bikin, bona ku bineciyên Anatolya Rohilatê ji bo armancên xwe bi kar bînin. Lê dewlet û hukûmet hişyar in … Divê nehêlin ku ew daxwazî û karên ku ji bo perçekirina welêt tên kirin bigihîjin qedereke usa ku qeziya be bona bêqeziyabûna millet … Hem dewlet, hem jî hukûmet, hay ji wan planan hene û dikarin wan biteribînin” (185, 16.6.1970). Wî, bawer bike, eynî tiş tî di radyoya dawîn a meha tebaxê da, di nava peyvê xwe yê dema cejna millî da, gotiye (193, 30.8.1970).

 

Bersîvên C. Sunay ku wî dabûn, pirsên bona mexlûqetiya Tirkiyê ya hewaskar di derheqa wê yekê da şehadet dida ku komên serkarîkir ne dixwest bi rastî pirsên hêzên pêşverû ku ewê kareke mezin bona bi dêmokrasî pêşdaçûyîna Komara Tirkiyê bianiyana safî bikin.

 

Di 6 hezîran 1970 da, PTK mêmorandumek di derheqa pirsên Tirkiya nûjen ên cihê cihê û yên ku hewcê safîkirinê bûn da ji serok C. Sunay ra şand. Di perça di derheqa kirinên komandoyan li Anatolya Rohilata Başûr da, PTK hovîtî û xweserîtiya cendirmên Tirkiyê ku li navçeyên Kurdan bi behana “çekgerandinê” dihatin pêk anîn rexne dikirin. Di nava mêmorandumê da dihat gotin ku eger dîwan bi rastî jî li çekan û gunehkaran digere, ew çima hema xût li wilayetên rohilata başûr digere. Gelo ne ji bo ku li wan navçeyan milletên ku bi kurdî û hinek jî bi erebî dipeyivin hene ? Eger usa be, ew hemû karên dîwanê dijî wê miqala destûra 12an, ku li gora wê hemû bineciyên Tirkiyê li ber zagonê wek hev in, bê hesabhildana millet, ziman û dîn, in. Li dawiyê xuya dibû ku siyaseta hundirî ya bi vî awayî ne tenê alîkariya parastina yekîtiya dewletê ne dikir, lê usa jî, bileks, derî bona perçebûna dewletê vedikirin (193, 9.7.1970).

 

Nenihêrî ku merivên pêşverû bang dikir ku dev ji hovîtiyên komondoyan berdin, lê dîsa jî zêrandina Kurdan berdewam bû. Ewha, di 11 hezîran 1970 da, desteyên komando û cendirme êrîşî gundê Boykoyê (qezayê Tekmanê, wilayeta Erzurûmê) kir û qerfê xwe li bineciyan kir û bi wan lîst. Girêdayî vê yekê, koma bineciyên Boykoyê (Ali Akkuş, Kerem Akkuş, Mehmed Akbaba, Feyzullah Sozler, Ebdulbarî Sozler) ber bi dadxwazê Erzurûmê bûn û de’w kir ku mehkema du zabitan bikin. Yek ji wan serekê cendirma Tekmanê û yê din jî qumandarê desteya komandoyan bû. Wan serokatî li cezakiran dikir, gava wan êrîşî gundê Boykoyê kiribû. Wek ku di wê bangê da xuya dibû, desteyên komandoyan, saetek berî ku êvar bê û tarî bikeve erdê, dora gund girt û bi zorê hemû gundiyan jê derxistin. Paşê, jin û mêr ji hev kirin, ew kirin cêrge û pêşberî hev da sekinandin. Pey ra serekê cendirma Tekmanê gote mêran ku çekan bînin. Wê demê hinek mêrên gund, Ismaîl Taştan, Ferakî Kurdere, Ebdulbarî Işik, çûn malên xwe û çend tifing û damançên ku ji kal û bavan li bal wan mabûn anîn û dan cendirman. Lê dîsa jî cendirman çek dixwestin. Hela bi ser da, wan Mehmed Ekbab û Kerem Akkuş birin newalê û li wan xist. Wan Mehmed Ekbab rû t- ta z î kir, anî ber jinan û tirs li wî û mêrên mayîn difirand ku ewê ecêbên hîn girantir bînin serê wan, eger ew çekan teslîm nekin. Li dawiyê koma bineciyên Boykoyê de’w kir ku gunehkarên wan qerf-hebekan ceza bikin û ji heqê wan bên der (190, 1970, No 22, r. 317-322). Zordariyên bi vî awayî li gundên Kurdan ên mayîn jî hatin pêk anîn. Dîwana resmî dicedand ku wan isbatan inkar bike. Bona wê meremê, wan teşkîl kir û miqala wî zabitê desteyên komando ku isbatên lêdana bineciyên gundên Kurdan inkar dikir da çap kirin, lê ew li xwe mukur dihat ku li ber jin û zaran mêr tazî kirine bona ku wan mecbûr bike ku çekan bînin. Divê bê nîşan dan ku bêhurmetkirina bi vî awayî ji bo Kurdan beramberî mirinê bû. Hela di demên buhurî yên kevnare da jî begên Kurdan kêm caran tiş tên usa dikirin, ew jî di şertên fêodaliyê da wek cezayê herî mezin dihat hesab kirin. Ismail Beşikçi dinivîse ku ew mirovê ku ecêbên usa anîne serê wî xwe gelek kêm dihesiband û loma jî mecbûr dibû xwe bikuje (121, r. 419).

 

Girêdayî wê yekê ku dîsa li wilayetên rohilatê têror berdewam bû, di dawiya hezîrana 1970 da parlementerê meclisa Tirkiyê, M. A. Ayber, ji serekwezîr de’w kir ku pirsê li meclisê enene bike. Dema enenekirinê, wî di nava peyvê xwe da isbatên lêdana Kurdan anîn û kirinên desteyên “komando” wek dijî destûrê hesab kirin. Wî got : “Bona wê yekê li bajarvanên Rohilatê dixin, ji ber ku ew bi zimanê xwe yê dê dipeyivin … Eger hûn serê xwe wek qulinqan bikin nava qûm û xîzgê, wê demê hûnê tiştekî nebînin û nikarin hîç pirsekê safî bikin. Siyaseta tê ro r û zordayînê ya li Rohilatê ewê mefayên baş ji we ra neyne. Têror – ew çekê ku ji her du aliyan tûj e” (193, 25.8.1970). Wezîrê karên derve li hukûmeta Partiya Heqiyê di nava peyvê xwe da dicedand ku zordestiyên di hindava Kurdan da bide efû kirin û behane dikir ku Kurd di hindava dewletê da karê dijminayiyê dikin, bi hêzên çep ra kar dikin. Bi agahdariya wî, ew êrîşkirin hatin pêk anîn bona “ji destê bineciyan çekan berhev bikin û qaçaxan bigrin”. Pey ra, ew ber bi riya Ayber bû û kir gazî : “Ewê ji Ayber ra li hev neyê ku bineciyên Rohilatê yên welatparêz û multecî bike peyhatiyên kor ên idêolojiya sor”. Wê demê Ayber careke din ji wezîr pirsî : “Zordestî tê kirin an na ?”. Bona wê yekê nûnerê hukûmetê êrîşî wî kir, nifir kir. “Wê demê, gava em gişk ji bajarvanên Tirkiyê hez dikin, yên çep û hûn, we idêolojiya sor kiriye serên xwe û gişkan rûreş dikin” (193, 28.7.1970). Wek ku li hêviyê bû, Qesra Millî ku piraniya wê Tirk bû ne xwest li pirsa di derheqa karên dîwanê yên dijî Kurdan li rohilata welêt da binihêre. Lê, bi salixên weşana Kurdan a li welatên derve, li meclisê 80-90 parlementerên kurd hebûn. Lê piraniya parlementerên “kurd” bona kara burjuwaziya Kurdan a bazirganiyê, axa, şêx û milkedarên ku bi Tirkan û milletên mayîn ên hukumdar ku xebatkarên Tirkiyê yên pimeteweyî dizêrandin ra kar dikir. Ew li bajaran diman û tenê wê çaxa ku pêwîst bû ku tevî kampanya berî hilbijartinên meclisê bibin dihatin navçeyên Kurdan, û hema bona wê yekê jî daxwaziyên gundiyên kurd bona wan tiştekî pûç bû, li bendî tiştekî hesab ne dikirin û li pişt guhê xwe va davêtin. “Derebegên me – organa weşanê ya resmî “Hevra” nivîsiye – ku rejîma nuha ji xwe ra kirine delîl, ji xwe ra dijîn, bÛne wek bilûra ku dikarin pê meqaman bi pere lêxin, û ew bûne yek û bûne asêgeha pêşîn li ser riya pêşveçûnê, bûne bend li ser riya şerkariya me ya dêmokratîk û millî” (224, 1973, No 2, r. 4). Kongreya xebatkarên zanîngehê yên yekîtiyên pêşekariyê ya komita karkirinê ya sereke, ku di 12-13 îlona 1970 da hate derbas kirin, gava di derheqa hevrakarkirina rêaksyona hundir û derve da dipeyivî, bangeke bi vê naverokê raber kir û da çap kirin : “Têrora faşîzmê li Anatolya Rohilatê, ku bi kirinên komandoyan dest pê bûye, siyaseta rejîmên Rohilat û Roavayê ku gelên Rohilatê dizêrînin dijî gel hesab dibe. Nuha ew zêrandin di hindava şoreşgerên zanîngeha Atatirk da pêk tînin. Têrora ku bi destê bajarvan û derebegên Erzurûmê hatiye teşkîl kirin, û ew profesor jî tevî wî karî bûne, ku bi ruhê hevrakarkirina tevî Amerîkanan hatine terbiye kirin, diyarbûneke siyaseta rêaksyonêr ku empêryalîzmê li rohilatê tevî burjuwaziya navçîgar û fêodalên hov pêk tîne hesab dibe” (121, r. 420-421).

 

Ev hemû di derheqa wê yekê da dibêje ku safîkirina pirsa Kurdan li welêt bi xurtî girêdayî pêşdaçûyîna azayên hemdêmokrasiyê, heja mirovên genc û rewşenbîr ên pêşverû, usa jî rê-derbên şerkariya prolêtarya Tirkiyê ya şoreşgerî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev