Ji nimûneyên zargotina me – 243

Ji nimûneyên zargotina me – 243

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilûsisîyan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. ZEWALO

 

Zewalo, diçî zewalîyê, min bive xwera,

Min bike seîsekî ji hespê xwera,

Ezê şîv-teştêngê biçinim cenûyê tera,

Ezê te usa xaykim, forma berxeke hevalcêwî ha ji berra.

Gede lawiko, hergê xelqê ji te pirske,

Bêje – min seîsek anîye ji hespê xwera.

 

Gede lawiko, diçî zewalîyê, min bîr neke,

Min sêveke sor ke, berîya xwe ke,

Wexta diçî welatê xerîbîyê,

Derxe, lê mêzeke,

Dûr û nêzîk temam yeke.

 

Zewalo, ezê çûme, sed car çûme,

Ezê newala binatara zewalê xweda niqo bûme,

Wekî çevê min zewalê gede lawikê min nakeve,

Kêmasîya emirê min ewe,

Heft dest goşt ji canê min dihele.

 

 

* * *

 

Te gelîngo, çiqas tengo,

Gîha lê hatîye reng bi rengo,

Lawiko qurba, were tu bilûrêxe, ez bi dengo.

 

Te qemerê, min nav dayê,

Zer xizêma lê kutayê,

Ezê terka te nadim –

Heta dergûş nevê – dayê.

 

  1. GULÊ

 

Gulê merûmê!

Xanîyê keşîş cot kuleke,

Jê derketîye cot werdeke,

Yek Şûşana çevbeleke,

Yek jî Gula situxeleke.

 

Gulê merûmê!

Xanîyê keşîş devê rê,

Cixara ser lêva Evdalê Zeynikê gêlaze,

Îmama sêrî ji gira-girê.

 

Evdal merûmo!

Wezê divêm destê xwe ji vê xeberê bikişîne,

Hergî dikişînî, bikişîne,

Hergê nakişînî –

Ezê te girêdim mala me jî, dewsa kerê.

 

Gulê merûmê!

Dilê min teyra teyrê pûşê,

Kerî-garanê me mera daketine gera Wanê, deşta Mûşê,

Par vî çaxî Gula Xambûrê qîzeke çarde salî bû,

Îsal ji pêra xar bûye li ser dergûşê.

 

Êlê Gulê merûmê!

Ezê teyra teyrê atmeceme,

Îsal heft salê min evdalê xadêye

Ezê ser kewşenê bavê te geryame,

Çira wan xeberê dilsar wa divêjî,

Tu hostayî, ez şagirtê devê te me.

 

-Evdal merûmo!

Minê bostanek çandîye kundirê bejî,

Minê avdaye hêsirê çevê xwe û te jî,

De bira wê dinê huba min bifire

Cem huba te jî.

 

  1. LAWIKO QURBA

 

Lawiko qurba!

Min xezalekê rakirîye baxê Delme vê Rewanê,

Komê neyara tejî-tûlê xwe berdanê,

Minê salixê xezala xwe hildaye,

Kaxezê xezala min bela bûne

Doşa Şûregelê, mehela Axbaranê.

 

Lawiko qurba!

Avê gola golgenîne,

Çem û kanî min şêlîne,

Par vî  çaxî ezê yarîya

Lawikekî sivikî çapikî

Çeleng bûm,

Îsal ji pêra ketim destê kundê kore…

 

Lawiko qurba!

Dilê min berfa vî bêlanî,

Siveda helîya, ne helîya –

Tase avê kanîyane sar jê nanî.

Xêra mala xwezilra

Ezê gustîlkeke zêrîn bûyama,

Têketama tilîya te mêvanî.

 

Lawiko qurba!

Mi li hafa çiyayê Basacûxê,

Gulê banzda ser cocixê,

Herçî orta du dila, çar çevada xeber bide,

Bira hilde darê kotîbûnê,

Morîya îlancûxê.

 

Lawiko qurba!

Dilê min dilê gogerçînê,

Weyla mala bavê şewitîyê,

Lawikê min xeyîdîye, nayê ser hêlînê.

 

Lawiko qurba!

Ya hatîye serê min merûmê,

Nehatîye serê Leyl-Mecrûm,

Xecê-Sîabend, Memê-Zînê.

 

 

  1. LAWIKÊ MIN

 

Lawikê min dike ji mal here,

Darê destê xwe datîne,

Kevinê şelê xwe digere,

Dike ramûsanekê çevê çepê, sûretê rastê,

Na welle deqa nava sîng û berê min evdalê keremke,

Kela girî, dev nagire.

 

Te go – herê, min go – belê,

Dengê min çû Dîgora Emerîkê kansîlerê,

Ezê xwe bavêm ber bextê prîstava,

Bira min xilazkin vê xeberê.

 

Ezê çi bikim yartîya dizî,

Anemetê min evdalî

Cêva berîya teda rizî,

Minê qê go kurê bavê minî,

Min nizanibû xelqê xerîbî,

Îsal ji pêra heyasizî.

 

 

  1. OLO, LO GEDE

 

Olo, lo gede!

Dilê minî sêla hesinî,

Minê nizanibû Mecîtê bavêzdî çi gotibû,

Orta min û Mecîtê minva ro sekinî,

Zarê min evdala xadê negerîya,

Minê bigota: “Mecît, qurba, tî azepî, yanî bi jinî?”.

 

Mecît go:

Êlê keçikê, qurba,

De tu tarîyê nesekine,

Were ber çirayê,

Zarê min evdalê xadê nedigerîya,

Minê vê sibê silaveke şîrin lê bidayê,

Xadê malê dinê xiravke,

Malê min hindike,

Qelinê kawa kubar tê dernayê.

 

Mecît got:

Êlê kulmalê!

Bayê Dîhana xopan têye fîke-fîke,

De tu dilê minra fîno xarke,

Qotikê qasekî serra sîke,

De tu çilpî gundada zer memikê xwe evdala xadê

Min û keleş lawikê xwe nîvîke.

Kulmalê, wezê Dîhana wêran dinêrim li vê rêzê,

Mala bavê xelqê têlî danîne doşê kona tewranî fêzê,

Xêra mala xwezilra

Ezê sivekê zû destê berbangê rabîyama ber hemêzê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev