Pirsa we û bersiva me – 187

Pirsa we û bersiva me – 187

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Birêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane jibo bersiva Ali Kut ê birêz bide (Ali Kut wek nivîskarê  malpera me nivîsên xwe bi naznavê Gird Elî  dinivîse), nivîseke berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl hilbijart.

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsa birêz Ali Kut û bersiva birêz Têmûrê Xelîl lezetê bibînin.

 

Pirsa Ali Kut û bersiva Têmûrê Xelîl

 

Pirs: Nivîskar û rewşebîrên qedirbilind, ev demekê ye bi navê “Cejna Zimanê Kurdî” gotar û pîrozbahî parve dibin, min xwest ez pirsekê ji we hêjayan bikim û bala we bikşînim ser vê yekê, aya bi çi sedem û referensan em nav li vê rojê dikin û wê wekî cejnekê pîroz dikin? Bi rastî amanca min ne gengeşî ye. Ez jî hez dikim ku ev roj, wekî derketina kovara Hawarê bibe cejna zimanê kurdî. Lê dema em behsa zimanê kurdî dikin em behsa miletekî dikin, ne perçeyek û diyalektek sînorkirî. Cejn û rojek welê bi qasî Newrozê nebe jî divê di rêza duyemîn de be û ji teref hemû Kurdan ve were pîrozkirin. Bi qasî ku agahîyên min hene li perçeyên din ên Kurdistanê pîrozkirinek welê nîn e. Ez hêvîdarim ku em hinekî baştir gavên welê bipîvin û pêşkêş bikin. Bêguman roja derxistina Hawarê em dikarin pîroz bikin lê ne bi navê “cejna zimanê Kurdî”. Li gel rêz û silavan. M. Alî Kut

 

Kerem bikin, bersiva Têmûrê Xelîl li jêr e:

 

Bersiv: Roja zimanê kurdî ne 15ê gulanê, lê 25ê adarê ye!

 

Kesê yekemîn, ku ji me ra hema bêje gotîye: -Nebêjin 15ê gulanê Roja zimanê kurdî ye, lê bêjin ew roj 25ê adarê ye, Mîr Celadet Bedirxan (bi naznavê Herekol Azîzan) bûye: Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e.

 

Sernivîsa nivîsê li we ecêb hat? Hilbet wê ecêb bê. Guhê ku bi dehan salan tiştek bihîstîye û niha tiştek din dibihîse, bêguman wê qebûl neke! Lê her şaşî rast dibin.

 

Her kurdek roja weşana hejmara pêşin a kovara HAWARê, roja 15ê gulanê sala 1932an, wek Roja zimanê kurdî dide pîrozkirin. Bi qesta ku wê rojê cara pêşin nivîsên bi zimanê kurdî, bi herfên latînî çap bûn. Gelo Mîr Celadet Bedirxan îro di heyatê da bûye, ewê jî wisa bigota? Na, wê negota! Ji ber ku gava kovara kurdî ya delal “Hawar” destbi weşana xwe dike, profêsor Hecîyê Cindî çend hejmarên “Rya teze” û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji redaksyona kovarê ra dişîne. Kovar di hejmara xwe ya 8-an da (sala 1932an) nivîsa Herekol Azîzan (naznavê Celadet Bedirxan e) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:

 

“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.

 

Di wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”.

 

Hilbet, Mîr Celadet Bedirxan dîtîye, ku ser her hejmarên rojnameya “Rya teze” hatîye nivîsar ku ji 25ê adarê sala 1930î derdikeve.

 

Mesele ew e, ku berî sala 1930î Erebê Şemo bi sipartina dewleta Yekîtîya Sovyet elfabayeke kurdî ya latînî amade dike, dewleta Sovyetê dispêre rohilatzanên binavûdeng fikira xwe ser wê elfabayê bêjin, pişt ra dewleta Sovyetê bi mohr û îmze wê elfabayê testîq dike û dike dewrê, bi wê elfabaya fermî sala 1928an kitêba kurdî a pêşin a bi sernavê XU-XU HINBUNA XUNDINA NIVISARA KYRMANÇI çap dibe, lê pişt ra jî, ji sala 1930î rojnameya ”Rya teze” çap dibe, ku îro rojnameya kurdî ya here jîyandirêj e li cihanê.

 

Ango, Roja Zimanê Kurdî bi kêmanî gerekê 25ê adarê, roja derketina hejmara pêşin a rojnameya ”Rya teze” bê pîrozkirin, ku 2 salan berî HAWARê çap bûye. 

Ez fêm dikim, ku ev rastî wê bi zehmetî bê qebûlkirin. Lê nizanim bo çi nerastî bi hêsanî hat qebûlkirin? 

Lê vê yekê jî xweş bizanibin, ku merivê pêşin ku wê qebûl nekira Roja zimanê kurdî 15ê gulanê be, wê nemir Mîr Celadet Bedirxan bûya.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev