Dergûşa şaristaniyê Dîcle û Firat

Dergûşa şaristaniyê Dîcle û Firat

Prof. Dr. Abdullah Kiran

 

Em Kurd; keç û lawên Dîcle û Firatê ne. Dîcle û Firat jî, wek xwişk û birayek cêwî, wek du keziyên yareke bedew, bi berfa çiyayên me yên bilind xwedî dibin, ji pêsîrên çiyayên me dimijin û ji bo me, ava jiyanê pêk tînin.

 

Şaristanî û bajarweriya me, diyariya Dicle û Firatê ye. Di reh û damarên weslên canê me de, ne tenê xwîna sor, herweha şaxên Dîcle û Firatê jî diherikin. Çawa ku Dîcle bê Firat nabe, Firat jî bê Dîcle naqedîne, em jî bêyî herduyan kêm in.

 

Hemû bajarên me yên dîrokî li rex û kenarên Dîcle û Firatê ava bûne. Çîroka me li ber Dîcle û Firatê dest pê kir. Îcar ev çîroka me, dîroka mirovahiyê û şaristaniyê bi xwe ye. Çimkî dîroka mirovatiyê ya hevpar li ber keviyên Dîcle û Firatê dest pê kir. Bajarên me yên herî xweş û qedîm, li ber perr û keviyên Dîcle û Firatê ava bûne.

 

Ji bo me av; avahî, malavahî, jiyan, bajarwerî û şaristanî ye. Bajarên me Amed, Heskêf, Cizîra Botan, Paytexta Asûriyan Nînova, peytexta Kurdên Sasanî Medaîn, li rexên Dîcleya qedîm ava bûne. Em wek masiyên avî, şaristaniyeteke avî ne. Çi biçûk, çi mezin, çi kavilbûyî, çi jî ava û adan, her bajarê ku li herêma Mezopotamyayê ava bû, an li perrê van çeman hat danîn, an jî li ser şaxekî van çeman bûn.

 

Ava jiyanê ya Dîcle û Firatê can dan mirov û bajaran. Gund, bajar, bajarvanî û bajarwerî (şaristanî) li kevî û perrên herdu çemên me yên cêwî geş bûn. Dîrok şahid e, her cih û warê ku dûrî ava jiyanê ya van herdû çeman û şaxên wan bûn, demekê bi şûn de kavil û wêran bûn, winda bûn û çûn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev